Di 10 ê Adarê de peymanek di navbera serokê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Rêveberiya Demkî ya Sûriyê Ehmed Şara de hat îmzekirin. Piştî vê peymanê, hemû aliyên siyasî û kesên ku bi siyasetê re eleqedar in, nîqaşa “kî bi serket kî binket” dikin. Hemû aktorên siyasî û hêzên li qada Rojhilata Navîn îdîa dikin ku ew bi serketin e.
Lê belê, di encama vê peymanê de tu hêzên siyasî bi temamî serneketin e. Her kes bi qasî yek-du santîm pêşve çûye yan paşve maye. Li holê ji bo tu aliyan ne serketin heye ne jî têkçûn. Ev peyman tenê peymaneke ku her hêz demeke kurt bêhnvedanê digire, dem qezenc dike û li bendê ye ku mij belav bibe da ku pêşiya xwe baştir bibîne. Ev ne peymana dawî ye, demkî ye. Pêvajoyeke ku her kes heta peymana dawî xwe amade bike. Ji ber vê yekê, ne pêwîst e ku mirov bi vê yekê hêviyên mezin yan bêhêvîtiyên mezin bijî.
Lê belê, bi taybetî ji bo Kurdan ev pêvajo pir girîng û hestîyar e. Ev peyman ji aliyê Kurdan ve jî ne peymana dawî ye. Ne hewce ye ku mirov pir reşbîn be ne jî li holê serketinek mezin heye. Di rastiyê de, di vê peymana nivîskî de Kurdan tu destkeftiyên berbiçav bi dest nexistine. Eger Kurd bi rastî bi aqilê selîm aliyên negatîf û pozîtîf ên vê peymanê nîqaş bikin, wê gavên ewle ber bi pêşerojê ve bavêjin. Yan jî bi nêzîkatiya “min çêkir û qediya” tu tişt bi dest nakeve. Ji ber vê yekê, divê mirov bi awayekî objektîf li vê peymanê binêre.
Divê mirov ji destpêkê ve bibêje ku aliyê sereke yê erênî yê vê peymanê ev e: “Gotarên operasyon û dagirkirina Tirkiyeyê li ser Rojava” pûç bûne.
Eger em rewşê di çend sernavan de kurtebirr bikin…
Xala yekem ne xaleke ku mafên Kurdan misoger dike
Gotina di Madda yekê ya peymanê de ku dibêje “Mafê hemû Sûriyan ji bo temsîlkirina di pêvajoya siyasî de û beşdariya di saziyên dewletê de, serbixwe ji binyatê wan ê etnîkî û olî, li gorî liyaqetê dê were garantîkirin” ji aliyê Kurdan tu wateyek bû nîne. Ji ber ku di rewşa niha de Wezîrê Karên Derve yê Ehmed Şara Kurdekî ji Hesekê ye. Ya girîng ne temsîla takekesî ya Kurdan, lê temsîla nasnameya neteweyî ya Kurdan e. Eger hûn Mazlûm Ebdî jî bixin cihê Ehmed Şara, ev pozîsyona Kurdan naguherîne. Turgut Ozal jî Kurd bû, diheman dem rêveberiya AKP ê de bi dehan wezîrên Kurd hebûn-hene û digotin ku ew Kurd in. Lê mixabin ne bi nasnameya xwe ya neteweyî.
Xala dûyem de mafê neteweyî yê Kurdan red dike: Kurd wek “civaka Kurd” hatiye pênasekirin
Di Madda dûyem a peymanê de pênaseyeke ji bo Kurdan heye. “Civaka Kurd wek hêmanekî bingehîn a dewleta Sûriyê tê qebûlkirin û mafên welatîbûnê û mafên destûrî dê werin garantîkirin.”
Ev madde ji aliyê ku navê Kurdan derbas dike ve erênî ye, lê xwe-rêveberiya Kurdan nagire nav xwe. Di nivîsa bi zimanê Erebî de maddeyê de jî têgehên wek “gelê Kurd”, “netewa Kurd”, “miletê Kurd” nehatine bikaranîn, tenê “civaka Kurd” hatiye gotin. Civak çi ye? Koma ku bi hev re jiyandikin de pêk tê. Yanî mêrî jî civak in, moz jî civak in. Di peymanê de bikaranîna peyva “civaka Kurd” wateya wê hebûna neteweyî ya Kurdan red dike. Yanî di peymanê de tiştên wek “mafên Kurdan” û “mafê xwe-rêveberiya Kurdan an jî statûya Kurdan” tune ne.
Divê em bînin bîra xwe ku Sileyman Demîrel jî di sala 1991 ê de got “Ez rastiya Kurd nas dikim”. Di encamê de siyaseta dewleta Tirk a li ser Kurdan diyar e. Her nêzîkatiyeke ku nasnekirina Kurdan wek neteweyeke cuda, cûreyeke kolonyalîzê ye bi tundiyek cûda.
Gotara berdevkê HSDê mîna Ferhad Şamî û Salih Mûslim ku hewl didin şîrovekirina xalên peymana bi rengekî xweş û bi gotina “Ev xal tê vê wateya, ev xal tê vê wateya” ne pêwîst e. Bi rastî, di peymanê de tu xalên ku em bibêjin Kurd bi ser ketin, nîne.
Eger em li dîrokê binêrin, di peymana 11 ê Adara 1970 an de ku di navbera Mele Mistefa Barzanî û serokê berê yê Iraqê Saddam Huseyîn de hatibû îmzekirin, mafên Kurdan gelek zelaltir hatibûn danîn. Yanî peymana 10 ê Adara 2025 an, ji peymana 11 ê Adara 1970 an gelek kêmtir daxwaz tê de hene û bi her qîyaskirin çênabe.
Xala 4 em radestkirina saziyên Otonom ên Kurdan destkeftê 12 salan e
Xala 4 an a peymanê dibêje: “4-Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojava) dê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyê de bêne entegrekirin; deriyên sînor, balafirgehan û zevîyên petrol û Xazê dê bikevin bin kontrola dewletê.” Ev jî tê wateya ku saziyên otonom ên li Rojava ku 12 sal in berdewam dikin û wek nîv-dewlet têne naskirin, mixabin radestî Şamê tên kirin. Ev ji bo Kurdan windahiyeke mezin e. Herwiha ne diyar e ku ev xal dê çawa bê cîbicîkirin.
Di bingeh de, dema ku em li van sê xalên girîng ji bo Kurdan dinêrin, em dikarin vê bibêjin: Ev peyman ne peymaneke serkeftinê ye. Ev peyman; li hember 40 hezar şehîd û koçberî û wêraniya di 14 salên têkoşîna Rojava de, ji aliyê daxwazên nasname û mafên gelê kurd ve gelek qels e.
Plana Ocalan ya “Misaq-a Millî û Ruhê Eşme” hat blokekirin
Ev peyman ji Kurdan zêdetir serokê hikûmeta demkî yê HTŞ ê Colanî meşrû kiriye, beriya serdana wî ya Ewropayê ew bi qedir kirîye û komkujîya li ser Elewiyan hinekî paşve hiştiye. Bêguman Kurd ne berpirsiyarê vê hevhatina zamenî ne. Ev hevhatina zamanî ji aliyê lîstikvanên sereke ve hatiye çêkirin.
Ev peyman ne bi lihevkirina rêveberiya HSD û Şara hatiye çêkirin. Ev encama civîna ku li 14 ê Sibatê li Parîsê li ser Sûriyê pêk hatibû ye. Yanî ev peyman li gorî ajandaya Amerîka û Fransayê hatiye çêkirin. Kurd di vê mijarê de gelek bi derfet in. Di Şerê Cîhanê yê 1 em de, hêzên serdest ên sîstemê Kurd parçe dikirin, lê vê carê dixwazin di asteke berz piştevanê Kurdan bin. Ev ji bo Rojava avantajeke pir mezin e. Vê hêzê Tirkiye jî sînordar kiriye.
Heta di rastiyê de vê peyman ajandaya di navbera Evdillah Ocalan û Tirkiyê de ya li ser Rojava jî bloke kiriye. Herçend Salih Mûslîm û dûvelokên PKKê dibêjin “Peyman li gorî nameya ku Ocalan ji Rojava re şandiye ye hatîye îmzekirin”, lê rastî ne wisa ye. Eger nameya Ocalan nameyeke gelek bi rûmet bûya, ew ê demeke zû de hatiba xwendin.
Ocalan di nameya xwe de Kurdên Rojava red dike loma jî name nayê xwandin. Herwiha rêbaza Ocalan li Rojava bi ser neketiye. Ji ber ku xeta giştî ya Ocalan xeta “Misaq-a Millî” ye û Apo rêbaza ya ji bo Rojava di 2014 an de diyar kir: “Ruhê Eşme”, yanî wî dixwest Rojava di bin kontrola Tirkiyê de be, ew jî pêk nehat.
Lê hê jî du xetereyên mezin li pêşiya Rojava hene: Ya yekem hebûna Tirkiye, ya duyem jî hebûna Ocalan…
Mixabinî ve, kesên di saziyên siyasî û îdarî li Rojava cih digirin xandekarên dibistana Ocalan in. Ji ber vê yekê, hêza wan nîne ku bi perspektîfa neteweyî û Kurdistanî li mijarê binêrin. Ev zêhniyetê Apoî 12 salan in li Kurdan Rojava dide winda kirin. Eger Kurdan ji destpêkê ve helwesteke rast bigirtana, niha rewş dê cuda bûya. Tiştê ku dikare Rojava rizgar bike rêbaza Kurdayetî ye û dûrbûna wan ji Ocalan û PKKê ye.
Dîsa jî divê mirov bi tevahî reşbîn nebe, lê divê mirov êdî çi Mazlum Ebdî û jî vî û wî ji xwe re sanem a çêneke. Ev peyman ne encama dawî ye, destpêkek e. Rojava cihek e ku hemû Kurd dixwazin bê parastin.