Gelo “Plana Hewlêrê” çi ye?

Plana-Hewlere-ocalan-pkk-turkey-iran-info

“Plana Hewlêrê” projeyek e ku armanceke leşkerî û siyasî di xwe de dihewîne; di esasê xwe de têkbirina destkeftî yên Başûrê Kurdistanê û li pêşîya avakirina Netew-Dewleta Kûrdistanê girtin e. Tiştê ku vê projeyê balkêş dike ew e ku vê projeyê tevgerek bi navê Kurdî pêşkêşî dewlata kolonyalist a Tirk dike.

ev proje bi têra xwe ji aliyê Kurdan ve nehatiye fêmkirin û beruvajî hatîye paşguhkirin. Lêbelê, vê projeyê di çaryeka ewilî a sedsala 21 an de mohra xwe li gelek bûyeran xistî ye loma jî girînge ku em fehmbikin.ev proje xwedî du qûnax û versiyona ne yek Tirk a din jî Îran.

Beşa 1: Versiyona baskê Tirkiyê a plana Hewlêrê

Plana Hewlêrê navê projeya “Dagirkirina Hewlêrê” ye ku ji aliyê Evdila Ocalan ve hatiye amadekirin. Ev plan di Hezîrana 1999 an de ji dewleta Tirk re hatiye pêşniyarkirin.

Evdila Ocalan di yekemîn lêpirsîna xwe ya li Îmraliyê de pêşnîyarekê ji Fermandarê Artêşa Tirk Hesen Atîlla Ûgur re dike û wiha dibêje:

“Niha gel ji van Barzanî-Talabanî yan nefret dikin. Ez baş dizanim, ku gel eleqekî awarte nîşa yên me (PKK) dide. Heger hûn (Tirk) piçekî alîkarî bidin yên me dê wan (Barzanî-Talabanî) ji holê rabike û piştî demeke kin dê ev girse çarbiçar bi temamî dê layingirê me (PKK-Tirk) be. Ev bûyerek dîrokî ye, û li gorî min divê ew (plan) pir veşartî bimîne. Li vir bi piçek piştgirî ya we (Tirk) dê her tişt çareser bibe, binerin, ez ne behsa pere û çekan dikim, tenê beralîkirinek piçûk ji we dixwaziim. Ne hewce ye ku hûn (Tirk) van Barzanîyan, Talebanîyan bi hêz bikin. Hêza Barzanî û Talebanî biçûk nebînin, hêzên mezin li pişt wan hene. Hûn bawer nekin ku ew alîgirê Tirkiyê ne. Gava em bi hev re bi prensîb tevbigerin bi em ê (PKK -Tirk) bi ser bikevin. Em nahêlin ew nefesê bistînin û em ê wan bi Tîrkîyê ve girê bidin. Ji bo vê jî min plana Hewlêrê pêşniyar kir. Derfetê bidin me ku em bi hinek Tirkmenan re bixebitin, dê ew wek kûçikan bi we ve bên girêdan”.

“Plana Hewlêrê” ya ku Evdila Ocalan pêşkêşî dewleta Tirk kirî, di rastiya xwe de plana dorpêçkirin û dagirkirina Kurdistanê ye. Di heyva Mijdarê a 2014 an de baskekî di nava dewletê de qeydên deng ên teklîfa Ocalan ji bo dewletê kirî weşand.

Bask û kesên ku vîdeo belav kirin gotin ku vîdyo orjînal e û ger pêrêzerên Ocalan bixwazin ew dikarin van qeydan bidin wan. Lê ne Ocalan û ne jî PKKê ne xwest van qeydên denge ên Ocalan wergirin. Yanî dîmenên Ocalan ji sedî sed orîjînal bûn. Plana Hewlêrê bi perspektîfa Ocalan hate vegotin. Lê ji ber hin sedeman rewşenbîrên Kurd tevî hemû delîlên girîng hê jî “plana dagirkirina Hewlêrê” ya Ocalan eşkere nekirine. Ocalan ê ku ji dewleta Tirk re digot “piştgiriya me bikin, bila Tirkûman jî piştgiriyê bidin me” ji gelê Kurd re weke rêber dihate bazarkirin.

Dewleta Tirk erka pêkanîna plana Hewlêrê da Evdila Ocalan

Piştî ku Ocalan di sala 1999 an de çû Tirkiyeyê, PKKe rastî astengiyeke giran hat. rêxistin ji hev belav dibe; Girse ji ber helwesta Ocalan a îtirfkarî baweriya xwe winda kir. Heke dewleta Tirk bixwesta, dikaribû PKKê di asta herî jor de bêhêz bike.

Lê belê dewleta Tirk têkbirina PKKê tercîh nekir. Dewletê li gorî berjewendîyên xwe stratejîyek pêk anî û li gorî wê stratejîyê Ocalan ê ku berê weke “Serok APO” dihat nasîn dewletê li Îmraliyê ew weke “Rêber Apo” ava kir. dewletê bi rêya Apo PKKe û bi rêya PKKê jî xwest Kurdan kontrol bike.

Ji ber ku di hat nîqaş kirin ku wê sedsala 21 an bibe sedsala Kurdan. Başûrê Kurdistanê xwedî destkeftên mezin bu ku di vê sedsala zêrîn a pêşengî ji gel û neteweya Kurd re bikin. Êdî Kurdan dest bi desthilatdariya xwe kiri bû. Bi taybetî êrîşa 11 ê Îlona 2002 an a li ser Bircên cût ên Emerîka çêbûyî eşkere di bû wê rejîma Seddam bê herifandin. Bi vê sedemê li Başûrê Kurdistanê geşedanên mezin rûbidin û dê Kurd Azad bibi. Ev rewş wê pêşîya azadîya hemû Kurdan veke. Vê yekê bi awayekî lezgîn di planên stratejîk ên hêzên dagirker de guherîna çêbike û ji nav birina Başûrê Kurdistanê dibe armanca sereke. Hem Îran û hem jî Tirkiye ji sala 2000 an û vir ve bi fikara rûxandina Saddam re bi tayên mirinê keti bûn. Ji ber ku ew xelqeya înkar û imhaya ya li ser Kurdan di qete û guherîn wê li pey hev werin. Di vî warî de PKKê weke amûreke girîng a hêzên statûkoparêz ên Rojhilata Navîn tevgerîya. Tirkiye ji bo li başûrê Kurdistanê rê li pêşiya xwe veke PKKe erkdar kir. bêguman ev yek di nava rojekê de pêk nehat. Ev di çarçoveya projeyek demdirêj a mejiyê dewletê kûr de hebû.

Dewleta Tirk di çend qonaxan de PKKe ji bo vî karî amade kir. Dewleta Tirk hemû derfetên xwe pêşkêşî PKKê kirin da PKKê li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe.

1- Ji bo serdestiya Ocalan a li ser PKKê bidome dewleta Tirk mecal da Ocalan ku bi rêxistinê re nava têkilîyan de be. Li ser vî esasî rê li pêşîya nivîs û name rêkirin û hatin û çûna parêzeran hate vekirin. Di sala 2002 an de dewleta Tirk nameya Ocalan ya lezgîn bi helîkopteran hat şandi bo rêveberiya PKKê. Ocalan ji Îmraliyê gef li Konseya Serokatiyê ya PKKê xwar û peyama “Ez hîn jî rêber im, divê hûn guh bidin min”. fermandarê ku bi fermana Apo ne rabî Îsa Dêrsim (Orhan ilbay) bi destê Tirkan da kuştin ku sehma xwe li ser fermandarîyê çêbike. Yanî dewletê hefsarê PKKê kir destê Ocalan de da ku bi rêya PKKê Kurdan kontrol bike.

2- Li Bakurê Kurdistanê qada siyasî ya sivîl li gorî paradîgmaya nû ya Tirkiyeparêziya PKKê hate dîzaynkirin û kesên radîkal ji holê hatin rakirin. Derfet ji bo PKKe û Ocalan hat dayîn da ku li Bakurê Kurdistanê qada legal xwe berfireh bike.

3- Di hemû pêvajoyên bi navê şûnda vekişînê Gerîla, Ocalan bi agahiya dewleta Tirk “telîmat da Gerîla ku biçin Başûr”. Li başûrê Kurdistanê Komkirina hêza PKKê bi destê dewletê pêk hat.

4- Di sala 2002 an de Ocalan ji PKKê re got ku li Başûrê Kurdistanê herêmek bi navê Herêmên Parastinê yên Medyayê ava bikin û hikûmeta vê herêmê jî li Garê bê çêkirin.

5- biryara herî girîng jî ew bû ku PKK 1 hezîranê dest bi şerekî nû bike.

Em dikarin van xalan bi berfirehî bidin xuyakirin. Lê belê bi taybetî avakirina qadên Parastina Medya û biryara PKKê ya ji nûve destpêkirina şerê Gerîla, tevgerek li dijî hebûna statûya Herêma Federal a Kurdistanê ye. Ocalan bi izna dewletê her roj bi parêzerên xwe re di axivî, parêzer jî ji Stenbolê dihatin Qendîlê û digotin, “Li ser navê Ocalan gef li fermandarên ku naxwazin şer bidin destpêkirin, dixwarin û di gotin wan wê serên we werin firîn” Herêmên Parastinê yên Medyayê û biryara PKKê ya 1 ê Hezîranê bêguman biryarên ku dewleta Tirk bûn bi Ocalan da kirin. Hinek baskên nava dewletê jî di xwest şer çêbe lê sedemê serke dewletê di xwest PKKe li herêmê bihê ektîfkirin.

Ocalan ferman derxist ku PKKê ji Biradost heta Heftanîn li hemû Başûr bi cih bibe û hêzeke leşkerî ya mezin ava bike. Ocalan li ber çavê dewletê fermana “Li hemû çiyayên Başûr bi cih bibin” dida. mînak Ocalan di 14 ê Hezîrana 2000 an de wiha got:

“Li Başûr karên ku bihên kirin hene. Li ser hêzên PKKê yên li Başûr an jî hêzên çekdarên Başûrî tiştên pratîkî hene ku ez ji wan re bêjim. Ger parlamentoya (PDK-YNK) wan li Başûr hebe, divê PKKe jî parlamentoya herêmî weke hêza sêyemîn ava bike, Hikumetekî herêmî bê avakirin, parêzgehên herêmî bên pêşxistin. Divê hêza xwe ya leşkerî ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û li herêmê xwe serdest bikin. Ger vê ya ez dibêjim bikin dê lîstik xera bibe. Di vê rewşê de lihevkirinekî demokratîk pêş dikeve. Pêdivî ye ku sîstema leşkeri û sîyasî baş were sazkirin. Ew dikare ji sê herêman pêkwere lê divê bi navend Gare be. Dibe ku nîvê parlamentoyê li Ewropayê jî cih bibe. Divê ev yek ji Tirkiyeyê re jî bê ravekirin. Ne li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê ye.Ne li dijî îdeolojiya Komarê ye. Alîkariya herî baş a ku em ji bo Tirkiyeyê bikin, têkbirina lîstika Mûsil-Kerkûkê ya 1925 an e. ev Ji bo Tirkiyeyê dibe xizmeta demokratîk”.

Hemû hevdîtinên Ocelan tên wateya ferman ji bo PKKê û hemû ferman jî li ser esasê ka dê PKKe li Başûr çawa cî bi cî bibe bûn. Heke rica Ocalan a ji dewleta Tirk re kirî ku goti bû “Min ji xwe re şuxilînin, min weke taşeron bi kar bîne” ji aliyê dewleta Tirk ve nehatibûya qebûlkirin, Ocalan nedikarî bû yek silav jî bişîne derve.

Paşê di sala 2012 an de ev fermana bi cih kirina leşkerî berfirehtir kir û vê carê Ocalan ew herêma weke “embera navîn” bi nav kirî ango li xeta Kerkûk, Mexmûr, Mûsil û Şengalê di xwest Gerîla bi cih bibe. Ocalan ev ferman di bin cavdêrîya dewleta Tirk de didan.

Dewletê Ocalan da jîyankirin û PKKe jî li Başûr xwedî kir. Ev plana dagirkirina Hewlêrê heta sala 2013 an bi pêşengiya Ocalan hate meşandin. Em vê yekê wek versiyona Tirkî ya Plana Hewlêrê bi nav dikin.

PKKê ji sala 1991 û vir ve li herêmên Bîradost, Geliyê Zapê, Metîna û Heftanîn bi giştî cî bi cî bi bû. çawa çêbû ku ji dewleta Tirk re hişt? Heke dewleta Tirk 45 km sînor derbas kiri be û hati be seran serî bajarê Amêdîyê, Şêladizê û Dêrelûk…pêwîst dike ku em rola plana Hewlêrê di vê dagirkirinê de were dîtin.

Ger plana Hewlêrê bi kûrahî were deşîfrekirin, wê rastiya nakokiyên ku îro di bin navê şerê artêşa Tirk û PKKê yê li ser sînorên Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir were fêmkirin.

 

Beşê 2: Di plana Hewlêrê de Versiyona Îranê

Li Benda me bin

Pustên heman beş