PDK Çawa Planên Îran û Taşeronên Wî Têk Bir?

Dilovan Ali

Îran demeke dirêj e bi her awayî hewl dide PDKê lawaz bike. Piştî xiyaneta 16ê cotmehê bi her awayî hewl dide ku Hewlêrê bişkîne, lê bi ser nakeve. Biryarên li pey hev ên Dadgeha Federalî ya Îraqê hemû biryarên Îranê ne ji bo lawazkirina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê û tinekirina PDKê. Ji ber wê jî rewş gihiştiye qonaxeke xirab û hikûmeta Iraqê her carê rêkeftin û destûrê binpê dike.

Dadgeha Federal a Iraqê bi biryarên neyasayî hewl dide pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê lawaz bike. Pêşî pirsgirêka bûdceyê ji bo birçîkirina gelê Kurd weke karteke siyasî bikar anîn. Di dema biryarên Dadgeha Federalî de jî, YNKê hertim piştevaniya biryarên Dadgeha Federalî kiriye û Bafel Talebanî jî weke fermandarekî pasdaran û serkirdeyekî Heşdî Şeibî cîh girtiye.

Ew xayinên ku duh di televizyonan de qîriyan ku heke hikûmeta Herêma Kurdistanê dosyayên neft û dahatê radestî Bexdayê bike, mûçe dê di dema xwe de were û her tişt dê çareser bibe. Me dît ku dosyayên petrol û dahatê hatin radest kirin, lê ne mûçe hat û ne jî tiştek çareser bû. Bexda bi rêya mijara bûdce û mûçeyê dixwaze rûmeta gelê Kurd bişkîne. Lê yên ku ji kokê ve cehş bûne, çavên xwe digirin û tiştekî nabêjin.

Karteke din a Îranê ya lawazkirina Herêma Kurdistanê ew bû ku bi biryareke siyasî kursiya dawî ya pêkhateyan ji holê hat rakirin. Herêma Kurdistanê di warê pêkve jiyanê û mafên civak û olan de nimûneyeke herî bedew a Rojhilata Navîn e. Hemû cîhan şahidê wê yekê ye.

Di vê biryara Dadgeha Federalî ya li dijî mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê de, dîsa YNKê di serkeftina biryarê de roleke sereke lîst. Ji ber vê yekê serkirdeyên YNKê şirîkê hemû tawanên Dadgeha Federalî ya li dijî Herêma Kurdistanê ne û beşdarî zilm û zordariya li ser pêkhateyên Herêma Kurdistanê ne.

YNK zêdetirî 2 sal in bi hincetên cuda naxwaze hilbjartin were kirin. Ji ber ku dizane ku rastî têkçûneke mezin were. Lê piştî zextên DYA û welatên Ewropayê biryar hat dayîn ku hilbijartin were kirin. YNK ji ber rewşa nebaş a navxweyî û hebûna lîsteyên cuda ji bo hilbijartinên parêzgeha Silêmaniyê, daxwaza alîkariyê ji Îranê kir. Guman tune ku Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê di bin kontrola îranê de ye. Di komîsyonê de kesên biryardar siyaseta Îranê cîbicî dikin û girêdayî Heşdî Şaabî ne. Ji ber vê yekê Îranê planeke bi çend qonaxan amade kir. Pêşî divê makîneyên dengdanê bên destkarî kirin û gelek deng ji bo YNK û partiyên eniya Îranê bên zêdekirin. Piştre jî li Herêma Kurdistanê 400 hezar kes bi hinceta pirsgirêkên şopa tiliyan ji dengdanê hatin bêpar kirin. Piraniya wan dengderên PDKê ne. Li Hewlêrê 136 hezar kes, li Duhokê 76 hezar kes û li Silêmaniyê jî 20 hezar kes. Ev hemû dengderên PDK’ê ne û ji mafê dengdanê bêpar in. Îranê ev yek wek qonaxa yekem a plana bilindkirina dengê hevalbendên xwe û lawazkirina PDKê amade kiribû.

Qonaxa duyemîn jî amadekariya hêzên PKK-YNK-Haşdî Şaabî bû da ku ji çend aliyan ve êrişî hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bikin. Dûre Hewlêr û Duhokê jî wek Kerkûkê gurêdayî ser xeta heyva şîe bikin û tiştek bi navê Herêma Kurdistanê nemîne.

Mizgîniya ku mûxbîrê dewleta Tirk Murat Karayilan behs dikir tam ev plan bû. Ji ber ku terorîstên PKK’ê garantî ji Îranê standibûn ku ji Behdînan û Qendîlê êrîşî Herêma Kurdistanê bikin. Li sînorê YNK’ê jî hêzên Heşdî Şebî û YNK’ê bi hev re êrîşî Hewlêrê bikin.

Diviyabû Karayilan di yekem roja Newrozê de vê mizgîniyê rabigihîne, lê PDKê bi lez û bez ev bombeya metirsîdar li ser Herêma Kurdistanê pûç kir û plana Îranê têkbir. Ji ber vê yekê medyaya PKKê beriya roja yekem a Newrozê ragihandi ku mizgînî ya Karayilan ew bû ku di sala 2023an de PKK dê 15 firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê xistiye xwarê. Lê bi rastî ev ne mizgîniya sereke bû, mizgîniya sereke êrîşa ser Herêma Kurdistanê bû, lê PDK dîsa bi şiyanên xwe yên siyasî xiyanetkar û terorîstan şermezar kir.

Her dema ku planek li dijî Herêma Kurdistanê û PDKê tê amadekirin, PKK bi rêya medyaya xwe zemîna vê planê amade dike. Li ser platformên xwe yên medyaya civakî terorîstên (DHKP-C, TKP-ML, MLKP û hwd.) bi nasnameya Apoîzmê êrişî Herêma Kurdistanê û Barzanîyan dikin. Alîgirên PKK’ê ên ku bi kar û xebatên dûr û dirêj hatine bê mejî kirin, nizanin ku bi gotin û kirinên xwe fêde didin kî. Helbet ev tiştekî normal e, ji ber ku dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, terorîst hemû li heman eniyê kom dibin.

PDK baş dizane ku ev hilbijartin xefikek mezin e û hewldaneke cidî ye ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê. Ji ber wê jî di peyama xwe ya ji bo raya giştî û welatên cîhanê de tekez kir ku, ew beşdarî hilbijartinên nedestûrî yên ku welatên derve di berjewendiya çend aliyan de amade dikin, nabin. Jixwe PDK’ê di dîroka xwe ya 78 salan de gelek planên wiha pûç kiriye. Dema ku dijberên PDK’ê li dijî PDK’ê planê amade dikin, her dem ji bîr dikin ku PDK hêza xwe ji îradeya neteweya Kurd digire û li gorî îradeya neteweya Kurd tevdigere. Ji ber vê yekê “PDK dara berû ya Kurdistanê ye, bi şewitandin û birînê nayê tune kirin.”

Ya girîng ew e ku PDK sinorek ji bo terorîstên PKK û xayinên YNKê deyne û wan wek du milîsên Îranê binirxîne. Pêkhateya yasayî ya Herêma Kurdistanê berhema têkoşîna gelê Kurd, Pêşmerge û xwîna şehîdan e, Pêwîste bi xwînê were parastin.

Pustên heman beş