Yên ku stratejiya wan Tirkbûn be, nikarin alayên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê rexne bikin

Ji şeva borî ve mijara alayên ku ji ber serdana Erdogan a Hewlêrê li kolanan hatine daliqandin di medyaya civakî de bûye rojeva sereke. Hin kes li hemberî alayên Tirkan bi rastî bi hestên welatparêziyê tevdigerin. Lê ev beşek biçûk ji wan in yên ku rexne dikin. Derdora PKKê jî heye ku ev mijar veguherandiye kampanyayeke mezin, em vê ji van rexneyên bi niyeta baş cuda dikin. Ji ber ku di vê mijarê de helwesta wan bi tenê durûtî, xayîntî û dijminatî ye. Tenê hewl didin vê mijarê ji bo kampanyaya xwe ya li dijî Barzanî û PDKê bi kar bînin.

Alên ku ji ber serdana Erdogan hatine vekirin, zêde ne yan na, cihê nîqaşê ye. Herêma Kurdistanê ku ji aliyê dewletên kolonyalist yên herêmî û bi hinek rêxistinên bi ser van dewletan ve hatîye dorpêçkirin. Li Rojhilata Navîn hevsengiyên ku nayên înkarkirin hene. Li Rojhilata Navîn tu nikarî li gora ku tu jê hez dikî û jê hez nakî siyaset û dîplomasîyê bikî. Peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Iraq û Tirkiyê di çarçoveya vê erkê de ne.

Parsekên ber derîyê dewleta Tirk nikarin şerefa welatparêzî yê temsil bikin.

Mijara mezinbûna têkiliyan dikare were nîqaşkirin û şîrovekirin. Lê hêza herî dawî ku vê şîrovê bike PKKe ye. Ji ber ku stratejiya PKKê Tirkbûn e. Ji sala 2000 û vir ve Ocalan û PKKe destên hev dane hev, ji bo ku Kemalîzmê û ala Tirkan li Kurdan xweş bikin, vir û wir de ji mîtolojî, serbor û dîrokê jêgiran berhev dikin. Em van hemûyan li hêlekê bihêlin, vîdeoyên Ocalan yên îtîrafan li ber çavê rayedarên dewleta Tirk çil teqla diavêje û dibêje, “Ez dixwazim xizmetkarê dewleta (Tirkîyê) xwe bim, diya min Tirk e, firsendê bidin min ku ez şivanê Colemêrgê jî fêrî Tirkî bikim.” Ev PKKe ya ku ji bo Apo dicin sicdê û ew Apo’yê ku nehêt sêdaredan hemî nirxên netewa Kurd firotî dewleta Tirk, nikare bi dijberîya ala ku li Hewlerê hatî daliqandin bibe welatparêz. Parsekên ber derîyê dewleta Tirk nikarin şerefa welatparêzî yê temsil bikin.

Têkiliyên PDKê yên Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re şefaf in û pêwîstî bi maskekirinê nîne. Lê PKKe ne wisa ye. Evdila Ocalan ji 15 ê Sibata 1999 an heta niha bi dehan hevdîtinên veşartî bi rayedarên dewleta Tirk re pêk aniye. Rayedarên PKKê li Bruksel û Enqereyê, Îmralîyê bi rayedarên MÎT û AKP ê yên Tirk re bi dehan hevdîtin kirin. Li pişt perdeyên veşartî şevekê Efrîn radestî artêşa Tirk kir û bi kolana xendekan hemû bakûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirkkir.  Ocalan û rêxistina wî ala Kurdistanê Ala Rengîn li her cihê ku lê çalak bû, şewitandin û qedexe kirin û bi tevlêbûna tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê kirin dûvelokê Kemalîzm ê. wêneyên Apo û Atatirk bi hevre di hatin bilind kirin. PKKê di mîtîngên bakûr de ala Tirkîyê di da destê ciwanên Kurd. Ew PKKe ya ku di bin talîmata dewleta Tirk de tevdigere, nikare ji kesî re behsa welatparêziyê bike. Mesele ew qas zelal e. Loma jî em dibêjin: “Yê ku dijûna bike dînê min, divê pêşî li dînê xwe binêre”.

YNKe partiyeke ku Kerkûk li ber çavê hemû Dunyayê firot, îca wê rabe û şîretên welatparêziyê li PDKê ê bike ! çi sabun nikare xîyaneta PKKê paqiş bike.

Rêveberên PKKê Besê Hozat û Ayten Dêrsim bi serê xwe diqîrin, “Şengal ne Kurdistan e!” û li Iraqê li ser mile ciwanên Kurd ala Heşdî Şebî di daliqînin û wan dikin çeteyên şîeyên Iraqê û Heşdî Şebî. Em qebûl nakin yên ku bi navê rojnameger û rewşenbîr xwe didin nasîn lê yek gotin ji vê xîyaneta PKKê re nabêşin payre ala Hewlêrê rexne dikin em jî ji wan re dibêjin hûn sextekar in. Em meydanê ji bo sêyaseta şerê taybet yê PKKê û YNKê nahêlîn. YNKe partiyeke ku Kerkûk li ber çavê hemû Dunyayê firot, îca wê rabe û şîretên welatparêziyê li PDKê ê bike ! çi sabun nikare xîyaneta PKKê paqiş bike.

Yên Hewlêrê rexne dikin, ewê pêşî li xwe binêrin û hedê xwe bizanibin. Dê her kes vê bizane; “ Zikata welatparêzî ya bizava Barzanî têrî PKKê û bi dehan tevgerên weke PKKê dike.”

Pustên heman beş