Daxuyaniya KCK ya veşartî – Beşa 1
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna hikûmetê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê civînek çapemeniyê kir û hemû kanalên TV ya bi zindî weşand. Komîteya Dîplomasiya KCK ê di 10 ê Kanûnê de daxuyaniyek weşand û bersiva civîna çapemeniyê ya Mesrûr Barzanî ya di 9 ê Kanûnê de da. Lê wisa dixuye ku PKK bi xwe jî, ji bersiva xwe ne razî ne û dizanin ku axaftinên wan li ser vir û derewan ava bûne. Ji ber vê yekê, wan daxuyaniyek da, lê wan bi rengek daxuyanî weşand ku kes pê nezane. ANF her gotinekî KCK ê zûtirîn dem weşan dike lê ev daxuyaniya KCK ê ne weşand. Ev Nûçe tenê di malpera nûçeyan a PKK ê bi navê RojNews, ku li Silêmaniyê weşanê dike, hate belavkirin û giringî pêdan. Ji ber hin sedeman, nexwest ku Kurdên Bakur û yên ku bi Tirkî nûçeyan dişopînin vê daxuyaniyê bibihîzin?
KCK ê diyar nekiriye ku çima Ala Kurdistanê hatîye qedexe kirin
Daxuyanîyê de tê gotin ku “axaftinên Mesrûr Barzanî êrîşên Tirkiyê ji bo ser PKK rewa dikin Lê belê, hebûna PKK ê li herêmê rewakirina hemû cûrên êrîşa Tirkiyê ye ji bo ser deverê. We dixuyê ku hêvîya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê ewe ku Mesrûr Barzanî jî weke rêveberên KCK ê di navçavên raya giştî binêre û rastiyan nebêje. Ji ber ku ya ku Mesrûr Barzanî gotî tenê rastiyên berbiçavin ku ji hêla hemî raya giştî ve têne zanîn. Barzanî gotibû “PKK ê ala Kurdistanê li hemû herêmên ku di bin desthilatdariya wan de ye qedexe kiriye”. Mînak, KCK ê diyar nekiriye ku çima Ala Kurdistanê hatîye qedexe kirin. Pêşî bila KCK bersiva vê bide. KCK li parçeyên Kurdistanê îzin nade ku Ala Kurdistanê were bilind kirin. Ew bila pêşî bersiva vê bide.
ji ber ku Mesrûr Barzanî çend rastiyên PKK ê eşkere kirin, ew pirr dilteng bûne
Murat Qarayılan, di 26 Çirî de derket ser Stêrk TV, axaftinek kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê tehdît kir û got, “Ez naxwazim fermana kuştina Kurdan bidim fedaîyên xwe.” Qereyilan bi vê axaftina xwe ve ketî bûna xwe û dûrketina ji hestên welatparêzî û kultura Kurdewarî dîyar kir. PKK-KCK, ku her kes biçûk û bê nirx dixin, hewildanên her kesî paşguh bikin û ji bo hilweşandina Kurdistana Başûr jî hemû corên dijminatiyê raber dikin. ji ber ku Mesrûr Barzanî çend rastiyên PKK ê eşkere kirin, ew pirr dilteng bûne.
PKK ê hertim bûyer berevajî kiriye, tu carî li derew kirine şerm nekirîye
Ji daxuyaniya KCK ê tê fêhm kirin ku ew ji daxuyaniya Şengalê pirr acizbûne. Îhtimalek mezin, PKK ji bo ku li Şingalê lîstik û îxaneta wan dernekeve pêş, ev daxuyanîye bi bêdengî weşandiye. Bi rastî, PKK bi salan e êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK ê dike, tu carî PDK ê û hikûmeta Herêmê bi heman rengî bersiv nedaye PKK ê. PKK ê hertim bûyer berevajî kiriye, tu carî li derew kirine şerm nekirîye. Her timî PKK ê tawan li partî û kesan kirîye lê çi kesî ji wan re ne gotîye “hûn derewan dikin û êdî bisekinin” vêca dema ku bersiva wan tê dayîn jî, ew dûvê xwe dixe nav lingên xwe û gotin dûv gotinê daxuyanîyan diweşîne.
ya ku PKKê li Şingalê dike Caşî ye û dixweze pergala Caşîtî yê guncaw bike
Divê îxaneta PKK ê ya li Şingalê were eşkere kirin. Ji ber ku PKK ji leyistokên xwe yên Şingalê û Haşdî şabî ditirse ew qas nerehete û dixwaze şopa wê ya li Şingalê veşêre. Pêwîste welatparêzên Kurd vê îxaneta PKK ya li herêma Şingalê nava rûyê wan bixe û bîne rojeva hemû Kurdan. Di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de, Mesrûr Barzanî tenê di derheqê şopa PKK ê ya li Şingalê de agahiyek berbiçav da û şîroveyên giran jî nekirin. Lê belê, ya ku PKKê li Şingalê dike Caşî ye û dixweze pergala Caşîtî yê guncaw bike.
Yên bi Heşdî şabî re di nav hevalbendiyê de bin ew bê şik Caşin
Di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de, Mesrur Barzanî got, “PKK e û ti hêzên girêdayî wê ji Şingalê derneketî ye. Ew tenê çend demjimêran paşda vekişiyan cil û bergên xwe gohertin û dîsa sûnda vegerîyan. Berevajî vê yeke; hêjmara wan hîn bêtir zêde bû.” Erê, ev rastiya pirsgirêka Şingalê ye. yê tevlî Heşda Şabî bûyî hêza PKK bi xwe ye. Ji xeynî hêza Êzidîya 200-300 kesî, PKK hêzek leşkerî ku ji 1000 qadroyên Rojava û Bakur pêk dihat zêde kir û hemî bi fermî xistin nava refên Heşda Şabî de. Haşda şabî tevgerek dijî kurd e, Haşda Şabî qatilê kurda ye, Haşda şabî jî mîna DAÎŞ ê tevgerek e ku dê xwîna kurda divexwe. Li gel heşda Şabî Tifaq kirin bi dijminê Kurdan re, tifaq kirine. Bi dijminên Kurd re hevalbendî kirin tê wateya Caşatî yê. Wê demê, ew ku bi Heşdî şabî re di nav hevalbendiyê de bin ew bê şik Caşin.
Kî bi heşda Şabî re hevalbendî kir? PKK
Wê demê ma PKK Caşe? Bê guman, PKK Caş e.
Hevkêşeyek wisa hêsan heye.
Ji bo ku PKK çêtir fêhm bike em dikarin vîya bibêjin. Li Rojava û Sûriyê, Artêşa Niştîmanî ya Sûrî, ku berê jê re di gotin Artêşa Azad (artêşa Sûrîya Azad) çi be, ji bo Kurdistan û Iraqê jî Heşda Şabî ewe. Erê, Artêşa azad û Haşda Şabî ava yek kanîyê ne di asta fikrî, zihnî û gevneşopî de. ewên ku Efrîn û Gire Spî talan kirin, jin revandin û destdirêjî li namusê kirin. Gava ku fersendek bikeve deste Heşda Şabî de wê weke arteşa azad û DAÎŞ ê xwîna kurdan firbike. Kes û partiyên ku li Efrînê bi Artêşa azad re tifaq kirîn xayîn in. Her wisa, yên ku li Şingalê bi Heşda Şabî re tifaqê dikin jî xayîn in. Kes nikare bibêje xayînê min başe yê te xerabe. Xayîn, xayîne li ku dera Kurdsitanê be.
Pêwîst e ti kes vê îxaneta PKK ê ku ji bo xwe Êzdîyan dike maske qebûl neke. Divê em bi propagandaya PKK ê nexapin û nebêjin “Êzdîyan Heşda Şabî eciband”. Girseya PKK, ku wekî gelê Êzdî destnîşan dike, bi rastî tenê rêjeya % 5 ê Êzdî yên şingalê mayî ne. Grûpeke biçûk e. Ew hestên çend keç û dayikên êzdî ya bi kar tînin, ew gerîlayên xwe, yên ku êdî nikarin di mercên çiyayî de bimînin, pîçek ji Rojava, pîçek jî Mehmûr tîne û wêneyek qelebalix çêdike. Li Şingalê Heşda Şabî bi tercîha PKK dimîne.
PKK daxuyaniya xwe ya çapemeniyê tenê ji bo ku van rastiyan veşêre da ku kes xiyaneta wan nebihîze bi veşartî belav kir
Besê Hozat û Mustafa Karasu dixwazin têkiliyên xwe bi dewleta Iraqê û Heşda Şabî re li pişt çend Êzdîyan veşêrin, di bin navê xweseriya demokratîk a Êzdî ya, mafê Êzdî ya yê xwe bi rêvebirinê ew îxaneta xwe ya Şingalê nikarin bipaçêvin. Lê belê, rastî pirr zelale ku PKK ê Heşda Şabî kirîye şirîkê xwe û tevlî wan bûye. Navê vê şirîkatîyê Xîyaneta Netewî ye.
PKK daxuyaniya xwe ya çapemeniyê tenê ji bo ku van rastiyan veşêre da ku kes xiyaneta wan nebihîze bi veşartî belav kir. Lê xiyanetên wan ew qas mezin in ku daxuyaniyên çapemeniyê yên xapînok, manîpulasyonên çapemeniyê û nûçegihanên wan yên ku nûçeyên derewîn çêdikin jî nikaribin wê xîyanetê biveşêrin.