Daxuyaniya KCK ê ya veşartî – Beşa 2

Daxuyaniya KCK ê ya veşartî-2
  • Beşa duyemîn

Di beşa yekê ya nivîsa xwe de me bas li vê yekê kir ka çewa KCK ê daxuyanyek veşartî weke berisvek ji bo civîna çapemenî ya serok wezîrên herêma kurdistanê parvekir, me diyar kir ku PKK ê ji bo veşartina îxaneta xwe ya li Şengalê û nekarîna wê li ser bersivdana hinek pirsên sereke ku niha di rojeva Herêma Kurdistanê de tên jiyan kirin bi vî awa ev daxuyanî da. PKK ê jiberku nexwest berisvek zelal bide kurdan, ji berku dizane êdî kurd bi derewên wê ne bawere û rastiya PKK ê fêm kiriye, ev daxuyanî bi awayek veşartî da.

PKK e nikare heya dawyê bi derewan karên xwe yên qirêj biveşêre

PKK e we di fikre ku kurd weke Hevrêyên Şikeftê ne ku ev çend sed salin di xwe de û ji nû ve ji xew rabûne û ti tiştek bi çavên xwe ne dîtiye, ne dîtiye ku PKK ê gulleya xwe ya yekemîn li dijî kurdan teqandiye, ne dîtiye PKK ê yekem car dest bi tesfîye kirina kesên wilatparêz kir, ne dîtiye bi t awa rêberê wan xwe teslîmî dewletê kir û daku xwe bparêze hêvî ji cendermeyên Tirkiyê kirin û daxwaza lêborînê ji dayikên cendermeyên kuştî kir, ne dîtiye hud… PKK bi awayekî kurdan weke “Hevrêyên Şikeftê” mêze dike ku heya niha nizane kurdan her tişt bi çavên xwe dîtiye û dizanin. Kurd baş di PKK ê gihiştîne û PKK e nikare heya dawyê bi derewan karên xwe yên qirêj biveşêre.

Bi manşeta “Mesrûr Barzanî bi helwestên xwe Dagirkeriya Tirk rewa dike” dixwaze wisa bide nîşandan ku ev Mesrûr Barzanî ye leşkerên Tirkiyê li pey xwe bi kûrahiya 50 kîlometran kişandiye nava xaka Başûrê Kurdistanê de, dixwaze şikestinên xwe yên Heftenîn, Xwakurk û cîhin din bi vê yekê biveşêre, ya rast her kes dizane ev helwestên Mesrûr Barzanî nîne ku rewatiyê bi dagirkeriya Tirk dide belku ev helwest û kar û siyasetên qirêj yên PKK ê ne ku ne bi tenê li Başûrê Kurdistanê belku li rojavayê kurdistanê jî bûne sedem ku dewleta Tirkiyê ‘Efrînê û Girê Spî bi behaneya kar û kiryarên PKK ê dagîr bike, ji xwe Mesrûr Barzanî li ‘Efrînê û Girê Spî nebûye û ti daxuyanî li ser van du bajaran nadabû dema PKK ê ev bajar radestî Tirkiyê kirî.

merov nizane PKK e bas li kîjan berxwedana lehengî dike?!

KCK e her wisa di beşeke din a daxuyaniya xwe a vaşartî de dibêje “Xweseriya Şengalê ne dijî Xweseriya Kurdistanê û yasayên Iraqê ye. Berevajî, wan xurt dike”, ji bilî ku ev axaftina KCK ê danpêdaneke eşkereye bi vê yekê ku ew şengalê bi beşek ji herêma kurdistanê nizanin û dixwazin ser bi dewleta dagirker a Îraqê be, hev dem dixwaze li ser navê 5٪ a rûniştvanên Şengalê hemû sîyasetên xwe yên qirêj ku dikevin çarçûveya “Mîhwera Miqawemê” ya Îranê de li Şengalê cîbicî bike, û parêzvaniyê li berjewendiyên Îranê li navçeyê bike. Divê li şûna axaftinên mezn û ne li gor asta xwe, PKK e dest ji îxaneta Şengalê û hevalbendiya Haşda Şabî berde û ji Şengalê derkeve, daku şengalê jî bi derdê ‘Efrînê nebe û nebe pirek ji bo derbasbûna Tirkiyê ji bo Şengalê, her wek li Efrînê bûye derbasbûna vê dewleta dagirker.

Di beşek din a daxuyaniya xwe de her weke kurdan hemûyan bi xeşîm û ageh ji xwe ne bide nîşandan, KCK e dibêje ” Mesrûr Barzanî di daxuyaniya çapemeniyê de berxwedana bi lehengî ya PKK ê li Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk dide jî berevajî kiriye û ev berxwedan reş kiriye”, merov nizane PKK e bas li kîjan berxwedana lehengî dike?! Gelo li kîjan deverê PKK e kariye berxwedanê bike û wê derê bi dest dewletê ve ber nede?! Li Heftenînê?! Li Xwakurk ê?! Li Çiyayê Metîn?! Yan jî li ‘Efrîn û Girê Sipî ê Rojava Kurdistanê?!! Bi rastî jî rûyek pirr stûr pê divê heya ku merov ew qas bê exlaq be û xelkê bi vî awa bi xeşîm û nezan mêze bike ku rastiyên tên jiyan kirin nebîne.

Dewleta Tirkiyê ji ber axaftinên birêz Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê êrîşî Başûr nake, her kes dizane sedema êrîşa dewletê û dagîrkirina başûr kî ye, her kes dizane kîjan alî bi kar û axaftinên xwe ve bûye pirek û hêncetek ji bo dagîrkirina başûr ji bal tirkiyê ve.

KCK ê xwastiye di vê daxuyaniya xwe de karên çepel ên PKK ê ji bo aloz kirin û dirustkirina ne aramiyê li Başûrê Kurdistanê ku di bin navê xwepêşandana demokratîk de dide kirin bi veşêre, ger PKK e rast dibêje bila ji bo gelê kurd diyar bke niha alîgrên wê li başûrê kurdistanê li ku derê ne û rola wan di rûdanên şewitandina baregehên hizbî û hikûmî, gulle baran kirina hêzên ewlehî, şehîd xistina pêşmergeyekê û bi kuştin dana çendîn zaroyan eşkere bike. Ger kesên bi karên têkderane weke şewtandin û zirar gihandin bi saziyên hikûmî ser bi PKK ê nebin çima KCK ê di daxuyaniya xwe de ev kar şermezar nekir û bi tenê go ku ew kar nayên qebûlkirin! Gelo ger PKK e van kara qebûl nake çima şermezar nake?!! Çima daxuyanyek zelal nade û ji alîgrên xwe re nabêje ev karek qirêj û dûr ji kiltûra Kurda ye?! Çima tundî ya hêzên ewlehî bi awayek zelal di daxuyaniya xwe de şermezar dike, lê belê tundî ya bi nav xwepêşanderan bi tenê qebûl nake!!? Bi rastî jî KCK ê divê yekem car berisva van pirsan bide.

PKK e dixwaze “Diz, Hîz û beheştî be”

Tişta herî balkêş di daxuyaniya KCK ê de baskirin li rêyên demokratîke ji boy çareserkirina pirsgirêkan! Gelo ma qey KCK e bi rastî jî dizane demokrat bûn çîye?! Qey bi rastî jî KCK ê bawerî bi demokratiyetê heye?! Bas li kîjan demokratiyetê dike, ew demokratiyeta wê ya ku têde yek ji endamên serkirdatiya partiyek kurdî li Rojava Kurdistanê bi cilên xewê ve xistiye di nava xendeqek ser sînor de, yan jî ew demokrasiyeta ku nahêle ne kesek, ne jî aliyek bi peyvekê jî rexneyan li wê û şêwazê rêvebirina wê a rojava bigre?! Bas li wê demokrasiyê dike ya ku nahêle ala kurdistanê li rojava bê daliqandin û nahêle di destê ti kesekê de be, yanjî bas li wê demokrasiyetê dike ya ku bi tenê silogana “bijî, bijî” tê qîrandin?! Yekem car divê KCK e bizanibe demokratîk bûn çî ye paşan were û nisîhetan li xelkê bike. Ji bo partiyek aydolojîk mîna PKK ê, baskrin li cvakek demokratîk û rêyên aştîyane weke wê yekê ye ku kesek diz, Hîz û mirovkuj bas li exlaq û mirovatiyê bike.

Bi kurtasî PKK e ne partîyeke Kurdistanî ye û ne dizane kurdayetî çiye, ne dizane rêyên şaşitîyê çine û ne jî dizane demokratîk bûn çewa ye, PKK e dixwaze “Diz, Hîz û beheştî be”, ev yek jî ne li cem xwedê û ne li cem merovan jî nayê qebûlkirin, gereke PKK e û saziyên bi ser wê ve û alîgrên wê vê yekê baş bizanibin.

Pustên heman beş