Pêvajoya Roboskê çawa ber bi  “bûyera kiryarên wê nediyar” ve çû ?

Pêvajoya Roboskê çawa ber bi  “bûyera kiryarên wê nediyar” ve çû ?

Di salvegera 10 an de, Roboskê hîn jî wekî birînek xwîn jê diherike, dimîne. Gava ku Roboskê qewimî, nivîskarekê got, “Heke em ji bîr bikin, bila dilê me ziwa bibe”. Kurdan Roboskê ji bîr nekir, lê Roboskê bi destên Kurdan ve bû bûyerek ku bikerên wê nediyar. Ev rastîye “dilê me ziwa dike”

Pêvajo li Roboskê çawa pêşve çûye? Erka Îmralî yê çi bû? Rola HDP çi bû? Me ji bo we berhev kir.

34 cenazeyên li ser pişta hêstira

Li gundê Roboskê yê Qelebanê bordomana hewayî ya dewleta Tirk, ku şeva 28 ê Kanûnê di saet 21.39an de dest pê kir û 46 deqîqeyan berdewam kir. Yên ku hatî gullebaran kirin ew gundî bûn ku bi qaçaxî li ser sînor diçin ku pere yên nan ji bo mala xwe bînin. Di êrîşa hewayî de 34 kesa jîyana xwe ji dest da. 19 ji wan di bin 18 saliyê de bûn. li ser agahdariya kesek birîndar, Gundî çûn û bi xwe cenaze anîn. Çapemeniya Tirk bûyerê paşguh kir heya ku Malpera Serokomariyê ya fermî daxuyanî neda yî.

Bûyera Roboskê kê çêkir?

Hê jî ne diyar e ku bûyera Roboskê bi rastî çawa qewimîye. Wê demê, AKP hîn jî li gelek saziyên dewletê serdest nebû. Di navbera Kemalîstan, Fethullahçîyan û AKP ê de şerê desthilatdariyê hebû. Bersiva; pirsa gelo ew komploya hevbeş a di navbere aliyan de bû, hîn jî bi tevahî nehatiye dayîn. Wê demê, Wezîrê Karên Navxweyî Idrîs Naîm, got, “Ji Mît ê re notek hatibû ku dê kesek girîng (yê PKK ê)derbasî wir bibe.” Lê Mît ê ev agahî red kir.

Ya ku ji awayê bûyerê girîngtir ew e ku ew kuştina Kurdan biryarek ew qas hêsan bû. Wekî din, çi dibe bila bibe Kemalista rûyê giraniya bûyerên di nav klîka desthilatdar a Tirkiyê, cemaata Fethullahçîyan û AKP de çi be jî, lê li gorî biryarên eqlê dewletê tevgerîyan. Wan bûyer sergirtin.

Barzanî ji bo tezmînatê ket dewrê

Pêşîniya yekem a dewletê pêşîgirtina li bertekên malbatên qurbaniyên Roboskê û bêbandorkirina wan bû. ji bo bêdengkirina malbatan tazmînat hate bikaranîn. Dewletê got ku ew ê serê her kesê 123 hezar TL tazmînat bide û ev tazmînat ji parêzgarê Şirnexê re hatin şandin. Malbat ji  xwe feqîr bûn, çend kesan dixwest vê tazmînatê bistînin. Mesut Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê, ji roja yekem, bi rêka nûnerê xwe bi malbatên Roboskê re di têkiliyê de bû. Wî got ku tazmînata ku dewletê daye malbatan, ew ê  bide malbatan. Lîstika pereyên xwînê ya dewletê têk çû. Kurda di nav xwe de mexdûrîyeta xwe helkirin.

Daxwaza Erdogan a hevdîtina bi malbatên Roboskê re

Berteka gel a li ser pirsgirêka Roboskiyê ne disekinî. Roja bûyerê, Qaymaqamê Qelebanê ji cihê bûyerê hate bû qewitandin. Erdogan jina xwe Emine Erdogan şand, dizanibû ku ew bi xwe naçe. Emîne Erdogan ne çû  Roboskiyê, lê çû heya gundê Bijeh.

Dema ku sal 2013 bû, Erdogan hîn jî nekaribû ku di hundirê dewletê de kontirola xwe tam pêk bîne. Li hundir gelek nerazîbûn hebû. Ew hewce bû ku ji bo xwe hêzê berhev bike. Erdogan û ekîba wî hewcedarê harîkarîyekî jîyanî bûn. Wê demê, ji Îmraliyê gelek harîkarîyên jiyanî hatin dayîn ji bo Erdogan. Lihevhatina hevdîtina bi malbatên Roboskê re yek ji wan bûyeran bû. Evdila Ocelan di miha adarê de ku Nûneratiya HDPê ya ku hatibû Îmraliyê ji Demirtaş re got: Ger em qala pêvajoyek lihevhatinê dikin, wê hingê hûn dikarin malbatên Roboskê û AKP ê wekî prototîpa aştiyek giştî bînin cem hev. Bi qasî ku ez fam dikim, pirsgirêka Roboskê ji bo AKP ê pir zextek dijwar e. Dê rasttir be ku mirov bi tawanbarên din ên kiryar nediyar û bûyerên qirêj re behsa vê bûyera Roboskê jî bike. “

Roboskê kengî bû “bûyera kiryar nedîyar”

Çar meh piştî van gotinên Evdila Ocelan, Erdogan malbatên Roboskê dewetî xwarina fitarê li Şirnexê kirin. Her çend malbatan nexwest biçin jî, bi ser eyarkirin û israra Selaheddîn Demirtaş re çûn wê hevdîtinê. Ji ber vê yekê, Erdogan bi vê hevdîtinê ve di civakê de nîgarekê ku ew dixwaze pirsgirêkê çareser bike, avakir.

Evdila Ocelan ne bi tenê bûyera Roboskê ve xwest harîkarê Erdogan û AKP ê bibe Di bûyera Sakîna Cansız de, Evdila Ocelan digot “Ez nafikirim ku haja Hakan Fîdan bi vê bûyerê hebe” û wî bûyer weke gladyo ya  Ewropî binav kir û dewleta Tirk weke bê guneh da nîşandan. Bi vî rengî, ewî xwest hêrsa gelê Kurd bisekinîne. Bê guman, ev tenê ew agahîne yên ketî nava malperên medyayê. Bê şik lihevkirinek mezintir di navbera AKP ê û PKK li ser Roboskê hate kirin.

Ne hewceyî golekî ye ku şebeka golê biqetîne

Mijara Roboskê bûyerek pir mezin bû. Mijar dikare biçe heya ku karbidestên dewleta Tirk ji ber tawanên şer ên li dijî mirovatiyê li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Vê bûyerê dikare bû pergala dewleta Tirk bihejîne. Lê we pêk nehat, PKK nehişt ku bûyer di pergala navneteweyî de were xuya kirin. PKK ê ev bi destê HDP kir.

Ev ne cara yekê bû ku ev yek di dihat kirin. Berê niha jî endamê HDP Ertuxrul Kûrkçî got “ berîya nûke jî HDP pêşî pêvajoya şopandinê Y.A li ser Tirkiyê asteng kirin” û wiha berdewam kir: “Em ne li pey wê golê ne ya ku şebekê diqetîne” Armanc ev e ku mirov deriyê çareseriyek aştiyane û demokratîk veke ”. Ya ku bi Roboskê re qewimî jî ev bû.

Çima belge nayên temam kirin

Pêngavên ji bo betalkirina doza Roboskê ji pêvajoya dadgehê li gorî hevhatina AKP-PKK ê berdewam kir.

Di dozek girîng a wekî Roboskê û bi sedan parêzerên doz dişopand de, ji ber nebûna hemû belgeyên dozê doz hate red kirin. Tevî hişyariyên AHİM’e AYM dîsa belge winda dibin her dem dadgeha Ewropa ji Tirkiyê ji bo belge rêkirinê zext kir lê ti carî belgeyên dadgehê nehatin temam kirin. Ne raste ku mirov vê rewşê tenê wekî xeletiyekê bibîne. Heta ku rêveberê HDPê Ayhan Bilgen di 28 ê Çiriya Paşiyê ya 2018 an de dev ji berdevkê partiya xwe û endamê MK ê berda, got ev nayê qebûl kirin.

HDP ji saziyê re bertekek cidî nîşanî bûyerê neda. Berpirsê Komîsyona Hiqûqê ya HDP û parlementer Meral Danış Beştaş li ser bûyerê mîna her hemwelatiyek din bertek nîşanî bûyerê da û kesên din tawanbar kir.

Meral Danış Beştaş, serokê Komîsyona Hiqûqê ya HDPê, Baroya Şirnexê, ku bû sedem ku doz ji hêla AHİM ve were red kirin, berpirsiyariya parêzerên ku di doza Roboskê de mijûl dibin bi qasî ya komkujiya Roboskê giran e. Heke  ev pêvajo li îmraliyê dest pê kiribe jî, ev kesê HDP ê tevlî vê pêvajoyê bûne û wan sûcdar paqijkirin.

Roboskê hîn jî birînek xwîn jê diherike

Roboskê cewherê nêrîna dewleta Tirk a li ser Kurdan e. Tenê bûyera Roboskiyê dikare îsbat bike ku gelê Kurd miletekî bindest û bê semyan e. Nîşan dide ku rast û çepên dewleta Tirk dikarin li hember Kurdan heman helwestê nîşan bidin.

Wekî din, bûyera Roboskiyê dikare têkiliyên aktorên siyasî yên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê bi dewletê re, baş îsbat bike. Bûyera Roboskê nîşan dide ku divê siyaseta kurdên li Bakur ji nû ve were avakirin û dîyar dibe ku sîyaseta bakûr heyî li pişta dewleta Tirk e.

Roboskê di heman demê de îsbat dike ku gelê Kurd Roboskê ji bîr nekiriye, tevî yên xwe weke pêşeng raber diken jî, lê gelê Kurd ji wan biryartir û Kurdistanîtir e.

Pustên heman beş