Notên li ser dîroka Şerê PKKê…
Mehmet Karasûngûr di salên 1970 yî de yek ji kesayetên navdar ên tevgera ciwanên Bakurê Kurdistanê bû. Di nava PKKê de cih girt û berpirsyariya pêşengîya çalakiyên leşkerî yên PKKê girt ser xwe. Lêbelê, ew di pevçûnek gumanbar de hate kuştin di demekê de ku ew dikaribû herî zêde çalak be.
PKKe bi giştî xeta neteweperestiya îlkel û wek her carê PDK û Partiya Komunîst a Iraqê bi kuştina Qarasungûr tawanbar kir. Lê bi destê YNKê Karasûngûr hat qetilkirin. Bi rastî jî Newrşêrwan Mistefa, ku wê demê li Qendîlê berpirsê YNKê bû, di pirtûka bîrewerîyên xwe de dibêje me Karasûngûr kuşt. Duran Kalkan jî di gelek axaftinên xwe yên berê de li xwe mikur hat ku YNKê Karasûngûr kuştî ye.
YNKê bi şaşî li Karasûngûr neda û bi zanebûn ew kir armanç. Lê çima?
Bandora Ocalan ku Karasûngûr weke hevrikê xwe dîbîne û çepên Tirk ên Karasûngûr weke Kurdperwer pênase dike li pişt vê bûyerê çi bû? Em dikarin di bin çend sernavan de bersiva van pirsan bidin.
Mehmet Karasûngûr kî ye?
Mehmet Karasûngûr di sala 1947 an de li gundê Darebî yê navçeya Kîxî ya bi ser Çewlikê ve ji dayik bû. Di sala 1972 an de ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî yên netewî li Mereşê sirgûnî bajarê Colemêrgê hate kirin û li wir mamostetî dikir. Di sala 1976 an de li Çewlikê hat girtin û midûrê polîsan ê ku li dijî wî tundî bi kar anî. Karasûngûr jî dijî wî midûrî dest hilda û midûr îna hale mirinê lew jî îşkencekî mezin li wî hat kirin.
Di sala 1978an de dest ji karê mamostetiyê berda û bi awayekî aktîf beşdarî têkoşîna neteweyî bû. Mehmet Karasûngûr ku bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya avakirina PKKê bû, di sala 1978an de di kongreya damezrandinê de ji bo komîteya navendî û komîteya rêveber a ji sê kesan pêk dihat, hat hilbijartin. Salên mamostetiya wî li Colemêrgê di jiyana siyasî ya Karasûngûr de û tevlîbûna wî ya têkoşîna neteweyî de rawestgehek pir girîng bû. Çawa ku wezîfeya leşkerî ya Îhsan Nûrî Paşa ya li Bazîdê hiştibû ku ew pêşengiya şoreşa Agiriyê bike, xewna Mehmet Hoce jî ya şerê partîzanî li van çiyayên Colemêrgê dest pê kir.
Ocalan Şam, Karasûngûr jî çîyayên Kurdistanê pejirand
Rûxandina rejîma Şah a Îranê di sala 1979an de derfeta mezinkirina têkoşîna netewî li Rojhilatê Kurdistanê afirand. Mehmet Karasûngûr ev rewşa rast rast nirxand û biryar da ku xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi cih bike. Rêya Karasûngûr berovajiyê rêya Evdilah Ocalan bû. Ocalan di sala 1979 an de li ser dîyarkirina lokeyşin a “hêza îlahî” ango dewleta kûr a Tirkiyeyê li Şam-Filîstînê hat bicihkirin. Ev rêya nû ya Ocalan ku ti têkiliya wî bi Kurdistanê re nîne, di nava kadroyên pêşeng ên weke Mehmet Karasûngûr de nerehetiyek mezin derxist holê.
Karasûngûr li ser axa Kurdistanê rêxistinbûn û pêşengtiya têkoşînê kiribû armanc. Ji ber vê sedemê dihat pêşbînîkirin ku kadro û xebatkarên PKKê yên piştî derbeya 12 Îlona sala 1980 yî li welêt mane, neçin kampên Filistînê, bila derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin. Ji bo vê mebestê, wî riyên veguhestinê peyda kir û rêzan organîze kirin. Bi hêzên PDKê yên li herêmê bi cih bûne re bi koordîne tevdigere, baregeh amade dike û pêdiviyên lojîstîk dabîn dike. Lê belê grûpên ku Karasûngûr li bendê bûn qet nehatin. Kadroyên ku piştî derbeya 12ê Îlonê belav bûn, bi fermana Ocalan kom bi kom vedikişin kampên Filistînê. Ocalan Cemîl Bayik û Duran Kalkan erkdar kir ku koman bişînin kampên Filistînê.
Karasûngûr her tim bi rêya ofîsa PDKê ya Şamê ji Ocalan re peyam dişand û daxwaz dikir ku koman bişînin herêma Lolanê. Lê stratejiya Ocalan û têkiliyên wî yên tarî cuda bûn. Çepê Tirk ku pêkhateya dewleta kûr a Tirkiyê ye li Filistînê cih bibûn. yanî çepê Tirk dixwestin Ocalan nêzî xwe bihêlin. Di dawiyê de, hêza ku Ocalan di qada Sûriyeyê de cih kirî, xwedî planên demdirêj bû. Çepê Tirk nedixwest PKKe biçe sêgoşeya Zagrosê, ku ew herêm ji aliyê eniya netewî ya Kurdistanê ve dihat control kirin. Plana ku dewleta kûr a Tirk dixwest bi rêya Ocalan pêk bîne, hîna nû dest pê dikir. Ocalan bi têra xwe bi serokên çepê Tirk ên wek Mihrî Bellî û Sarp Koray ku ji kûrahiya dewletaTirk dihat ve hatibû dorpêçkirin. Wê vê derfetê nekin qurbana hest û ramanên Karasûngûr ên Kurdistanî. Her tişt gav bi gav di cîbicîkirin.
Karasûngûr hewl di da ku Ocalan bikişîne Kurdistanê
Karasûngûr ku haya wan ji planên dewleta kûr ya Tirkiyê û Ocalan tune bû, ji bo ku plana xwe bi cih bîne bingeh amade dikir û dixwest PKKê bikişîne ser axa Kurdistanê. Karasûngûr di nameya ku ji Ocalan re şandiye de, ku hîn wê demê Ocalan weke rêheval Elî dihate binavkirin, wiha dibêje: “Heval Elî, şoreşa Îranê li herêmê valahiyeke cidî çêkir û bi dehan rêxistinên Kurdistanî li herêmê cih girtine. Derfetên perwerde û lojîstîkê yên mezin hene. Her wiha herêmên ku em ji bo şerê Gerîla pêşbînî dikin jî nêzî herêmê Loalanê ne. Qada Lubnan-Filistîn me dike wekî rêxistineke penaberan ku hem jî, ji welêt dûr e. Ji bo vê jî pêwîst e hemû xebatên rêxistinî û perwerdehiyê demildest derbasî herêma min (Zagros) bibin.”
Li aliyê din Ocalan ev bangên Karasûngûr ji xwe re xeternak dît. Bi rêya çepên Tirk roj bi roj jiyaneke rehettir li Şamê bo Ocalan dihat pêşkêşkirin. Ji bo mayînde bûna Ocalan li Sûriyeyê her tişt hat pêşkêş kirin. Herî dawî hêza ku Ocalan li wir bi cih kirî, wê bi her awayî rê li ber hewlên Karasûngûr ku Ocalan bikêşe Zagrosê, bigire. Bi rastî muxatabê Karasûngûr dewleta kûr a Tirkan bû. Ocalan û çepên Tirk vê rastiyê baş dizanibûn, lê Karasûngûr rastî nedidît.
Ji ber vê yekê di eslê xwe de ev niqaş û pevçûn di navbera dewleta Tirk a kolonyalîst û xeta Kurdistanî de dihat meşandin. Ramanên neteweyî yên Karasûngûr, xwesteka wî ya destpêkirina şerê li dijî kolonyalîzma Tirk, baweriya wî ya ku pêşengiya têkoşînê li Kurdistanê bê meşandin û di serî de jî xebatên wî yên ji bo avakirina eniya netewî ya Kurd, Ocalan gelekî nerehet kir û hewlên Karasûngûr wek gefek li ser serokatiya xwe pênase dikir.
PKKe ya Karasûngûr û PKKe ya Ocalan ji hev cuda ne
Li aliyê din li Kurdistanê jî hêzên Kurd helwesta dilsoz a Mehmet Karasûngûr nirxand û ji ber wî cih ji PKKê re vekir. Lê PKKe ya ku Karasûngûr temsîl dike û PKKe ya Ocalan du tiştên ji hev cuda ne.
Dema ku Mehmet Karasûngûr ji bo kadroyên ji Lubnanê bikişîne welêt dixebitî, bi PDKê re jî hewl dida ku eniyeke yekîtiya neteweyî ava bike. Li hemberî eniya Kurdistanî ya Karasûngûr, Ocalan bi çepê Tirk ango, xebatkarên qadê ên MÎTê yên Şamê re, li dijî faşîzmê hewl dida eniyeke berxwedanê ava bike. Ev du eniyên cuda bûn. Di sêgoşeya Zagrosê de xeta rêbertiya Karasûngûr û li herêma Şam-Filistînê xeta rêbertiyê Ocalan ji hev pir cuda bûn.
Di sêgoşeya Zagrosê de eniya Karasûngûr milî, neteweperest û Kurdistanî bû; Li aliyê din eniya Ocalan li Şamê rêberiyeke ku di bin kontrola dewletên herêmê yên kolonyalîst de bû, dûrî armancên Kurdistanî bû û nûnertiya çepê Kemalîst ê Tirk dikir. Helbet aliyê Karasûngûr rast bû. Yek ji pêşengên PKKê Duran Kalkan jî vê rewşê wiha rave dike: “Karasûngûr pêşengê ku berxwedana Siwêregê organîze dikir bû. Berpirsiyarê yekemîn ê têkoşîna çekdarî û bi fermî rêveber û nûnerê yekemîn yê konseya leşkerî bû. fermandarê leşkerî yê Komîteya Navendî ya Partiyê bû. Yekemîn kesê ku bi navê fermandariya leşkerî bû, ew kesê yekemîn bû ku ji rêxistinkirin û pêkanîna qada têkoşîna çekdarî berpirsyar bû. Mehmet Xoce bi xwe di salên 80-83 an de li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên pêngava 15 tebaxê dikir. Hemî amadekariyên Başûr wî bi rê ve bir. Di pêşengiya wî de Gerîla gavên xwe yên destpêkê avêt û hevalan li ser şopa wî gav avêt axa Kurdistanê.”
Ocalan: Yên ku desthilatdariya we xira dikin û bikujin û wek qezayekê bidin dîyar kirin
Lê belê Ocalan ev çalakiyên Karasûngûr ji bo serokatîya xwe weke xeteriyeke mezin di dît. Bi vî awayî ji bo ji holê rakirina xeta Kurdistanî a di nava PKKê de gavên pratîkî yên yekem dest bi avêtinê kirin. Ocalan di Newroza 1983’ an de Karasûngûr anî Şamê da ku bandora Karasûngûr a li Kurdistanê zêde bûye bişkîne. Li vir bi çepên Tirk û asta jor a YNKê danasîn û hevdîtin pêk anî. Ocalan Karasûngûr ji ramanên çepgir bêtir nêzîkî ramanên Kurdewarî dîtin û ew wek dilsozê PDKê tawanbar kir. Biryar hat girtin ku Karasûngûr navekî xeternak e.
Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê “Tasfîyekirina Tesfiyeyê” de nêzîkatiya Karasûngûr wiha dinirxîne. “Rayedarên li vê derê (Muxaberat) digotin ku PKKê ya li Lolanê di bin serweriya PDKê de ye. Qaşo em li Lubnanê bi tena serê xwe mane. Klîka ku li wir (Lolan) digot “Em PKKe ne” lê ew çete ne. Ger ev grûp desthilatdariya we têk bibin û hûn nikaribin bi wan re mijûl bibin, di pevçûnek an şêwazek din wan tasfîyacîyan ji hole rakin û bûyerê wek qeza destnîşan bikin. Rûpel 365”
Li hemberî Karasûngur komplo hat organîzekirin, ji aliyê hêzên YNKê ve hat qetilkirin
Biryara kuştina Karasûngur teqez li Şamê hat dayîn. Helbet destpêkê Ocalan ev biryar daye. Hestên yekitiya neteweyî ya Karasûngûr hat îstismarkirin û ji wî hat xwestin ku di şerê çekdarî yê navbera YNKê û Partiya Komunîst a Iraqê de navbeynkariyê bike.
Piştî hin rêkeftinên pratîkî daxwaz dike ku di dawiya meha Nîsanê de ligel berpirsên YNKê û IKPê bicive. Krasûngûr diçe navenda Partiya Komunîst a Rojhilatê Kurdistanê ya li Qendîlê, Îbrahîm Bîlgîn (Saît) Mehmet Ertirk û Mistafa Batmanî bi xwe re dibe. Civîn wê 2 Gulanê saet 11 an pêk were. Wê demê Pêşmerge bi giştî bi şev li mizgeftan radizan. Mizgefta ku Karasûngûr lê dimîne tê dorpêçkirin û tê remîkirin. Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn derdikevin derve û qîrdikin dibêjin em PKKe ne. Yekîneya di bin fermandariya Newşîrwan Mistefa de ku yek ji kesayetên girîng ên YNKê bû, Karasûngûr dît lê remî berdewam li ser wî kir.
Weke ku me berê jî anîbû ziman, Newşîrwan di pirtûka bîrewerîyên xwe de qebûl dike ku Karasûngûr yekîneya wî kuştî ye. Li ser nerzaîbûna hevalên Karasûngûr Newşîrwan dibêje “Em çi bikin, PKKê jî Hîlwanê Kurdan reşand” ma çi bûye.
Rewşa pirsê ya sereke di bûyerê bi xwe de ye. Ocalanê ku tu girîngiyê nade yekitiya Kurdan, çima navekî girîng wek Karasûngûr şand qadeke wiha aloz û tarî? Çima YNK yiyên ku Karasûngûr ji nêz ve nas dikirin bi qestî gule berdan wî?
Her wiha mayîna Qarasûngûr a li kampên PDKê, YNKe bêzar kir. Yanî hem çepên Tirk, hem jî PKKe û YNKe ji xeta Karasûngûr û têkiliyên wî yên bi PDKê re nerehet bûn. Ji kuştina Karasûngûr jî ev sê hêz bi heman awayî berpirsyar in.
Xaleke balkêş jî ew e ku PKKê ji bo cenazeyê Karasûngûr ti gav neavêt. Tevî ku bi salan li Qendîlê desthilatdarî kirin jî, rojekê jî nehat pirsîn cenazeyê vî rêberî li ku ye. Ji ber ku gora Karasûngûr wê biba sembol. Lê belê di sala 2002 an de dema gundiyekî PDKê ku cenaze veşartibû, ev mijar anî rojeva PKKê.
Ocalan ji Rêbertiya netewî-Kurdistanî xilas bû
Komploya ku ji Şamê heta Qendîlê dirêj bûyî bi vî awayî gihişt armanca xwe. Ocalan: “Klîka ku li Lolanê digot “Em PKKe ne” ew çete ne. Ger ev grûp desthilatdariya we têk bibin û hûn nikaribin bi wan re mijûl bibin, di pevçûnek an şêwazek din wan tasfîyacîyan ji hole rakin û bûyerê wek qeza destnîşan bikin.”
Di cînayeta organîze ya li Qendîlê ya ku Karasûngûr hat qetilkirin de jî ev tişt pêk hat. Bi vî awayî Ocalan serê “çeteyê” Lolanê ya ku digot “PKKe em in” şikand û “Rêbertiya li Lolanê” ku di meşa Rêbertiyê de weke hevrikê xwe yê herî hêz dîtibû, ji nav bir.
Eniya Kurdistanî ya Karasûngûr hat tasfiyekirin û li şûna wê eniya çep a Tirk ya bi patenta Ocalan hate danîn. Ocalan zîhniyeta neteweperest a di nava PKKê de tasfiye kir û ew rêbaz weke “çetetî” bi nav kir. Heger xeta Kurdistanî ya Mehmet Karasûngûr di nava PKKê de serbiketa, wê PKKe weke îro nebûya hêzekî paramîlîter. Karasûngûr bi tevahî li ser tifaq û berjewendiyên netewî xwedî têgihiştina têkoşînê bû. Peymana “eniya netewî” ya ku di sala 1982-83an de bi PDKê re hat îmzekirin jî bi hewldana Karasûngûr bi xwe jî weke berhema vî fehmî pêk hat. PKKe ya Karasûngûr a ku hêza xwe ji yekîtiya neteweyî digire û PKKe ya Ocalan a ku hêza xwe ji tifaqên qirêj ên bi yekîneyên îstîxbarata dewletên kolonyalîst ên herêmê re digre, ne wek hev in. PKKe ya Ocalan xwedî hiş û piştgiriya dewletên dagirker bû, lê PKKe ya Karasûngûr nûnertiya daxwaza azadiya Kurdan dikir.
Karasûngûr xwe spartiye nirxên xwe yên netewî. Dema ku Ocalan xwedî hemû fen û fûtên Rojhilata Navîn bû, Karasûngûr tenê xwedî wê lehengiya Kurdan a windakirî bû. Heger xeta Karasûngûr bi ser ketibûya, wê îro PKKe ne di bû pêşengê dagirkirina Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin di vî şerê baskan de canbazîya Rojhilata Navîn serketî bû. Serkirdayetiya neteweperest a Zagrosê ji aliyê “serokatîya” çambaz a Şamê ve hat têkbirin û xeta netewî ya PKKê bi wê kuştinê Krasûngur ve hate têkbirin. Ew roj ev roj e hê jî PKKe ne ketîye ser xetekî rast.
Bêyî ku rastiya Karasûngûr were fêhmkirin, rewşa ku îro PKKe têde ye nayê fam kirin. Tasfîyekirina Karasûngûr pêşîya pêvajoya yekane serokbûna Ocalan vekir.