Şandeka Partîya Demokratîk a gelan HDP ê serdana zîndana Edîrneyê kir ji bo hevdîtna li gel hevserokê xwe yê berê Selahetîn Demîrtaş, şanda HDP ê ragihand, pêwîste biryara dadgeha mafên mirovan ya Ewropayê were bi cî kirin.
Peyvdara Meclîsa Jinan ya HDP ê Ayşe Acar Başaran û Cîgirê Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç, li Zîndana Edîrneyê çûn serdana Hevserokê Berê yê HDP ê Selahedîn Demîrtaş û parlamenterê berê Ebdula Zeydan.
Nivîsîngiha Rojnamevanî ya HDP ê da xuyakirin, di civînê de pêdiviya demokratîkbûna Tirkiyeyê û serdestiya mafnasiyê hatiye nirxandin û bang li aliyên demokratîk hatiye kirin ku helwestên xwe bikin yek.
Şanda HDP ê bang li desthilatê jî dike ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa cîbicî bike û Demîrtaş di zûtirîn dem de azad bike.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berî çend rojan aşkere kiribû, zindanîkirina Selahatin Demirtaş li dijî pênc madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.
Piştre Receb Teyb Ardogan daxuyanî da û ragihand ku Tirkiyê dadgehên xwe hene û dewleta wan bi tu awayî guh nade biryara dadgeha Ewropayê.