Veqetîn ji PKK ê îxanet yan niştimanperwerî?

Veqetîn ji PKK ê îxanet yan niştimanperwerî?

Beşa yekemîn

PKK e yek ji wan rêxistinên aydolojîk e ku li ser teorîyên narcissist Leninist li Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin, PKK e mîna partiyên din ên aydolojîk xwedî sîstemeke tund e di navxwe û derve ya rêxistina xwe de, piştî teslîm bûna Ocelan bi dewleta Tirkiyê li sala 1999an hin ji serkirdeyên vê partiyê ji ber daxuyanî û helwestên Ocelan di zindana îmraliyê de û guherîna stratejîya PKK ê ji ava kirina dewletek serbixwe ji boy biratiya gelan ji vê partiyê qut bûn ku pişt re PKK ê ev kesane bi xaîn û Mît dan nasandin û hejmarek herî zêde ji wan kuştin, yên mayî jî piraniya wan bi gef û givaşan hatin bêdeng kirin.

Pêgeha Darka Mazî bi pişt bestin li ser pirtûka “parta karkerên kurdistanê ji Ebdulla Ocelan heya Cemîl Bayik ” a nivîser “Hamîd Gewherî”, her weha axaftinên hinek kesên serkirde yên ji PKK ê qut bûyî wê hewl bide rastiya PKK ê û sedema qutbûna wan eşkere bike û ji gelê kurd re bide diyar kirin ya ku PKK e bi îxanet nav dike tev kurdayetî û niştimanperwerî bûye û ew kesên razî nebûy bikevin bin bandora fermanên şaş yên Ocelan di zindana îmraliyê de ku dewleta Tirkiyê bi wî didan derkirin ji PKK ê qut bûne.

Li destpêkê emê bi Nîzamedîn Taş anku “Botan” yek ji endamên serkirdatiya PKK ê dest pê bikîn û ji zardevê wî bas li sedemên veqetîn û rastiya PKK ê bikîn.

Nîzamedîn Taş “Botan” li sala 1961an li bajarê Mûşê ê ser bi qeza Warto ji dayik bûye. Ji bo mamostatiyê xwendiye, lê belê pêş ku bibe mamoste li sala 1976an tevlî refên grûpa aydolojîk a “PKK ê” bûye. Li sala 1984an heya sala 2004an fermandarê leşkirî yê PKK ê bûye. Li sala 1986an û kongreya sêyemîn bûye endamê serkirdatiya PKK ê û li kongreya şeşemîn de bûye endamê Konseya Serokatiya PKK ê. Botan bi vî awa bas li veqetîna xwe ji PKK ê dike û dibêje:

“Ocelan got armanca me ne avakirina dewletek serbixwe ye”

Piştî teslîm bûna Evdila Ocelan, li sala 2000an de qut bûn di nava refên PKK ê de dirust bûye, Apo hin pirtûk li derbara desteserkirina xwe de nivîsandin. PKK ê digot armanca me avakirina dewleta serbixwe û demokratîke û gerîla ji boy vê yekê şer dike, lê belê piştî teslîm bûna Apo, wî ragihand dewleta Tirkiyê demokratîke û pêwîst nake em bi wan re şer bikîn, rêya çareserkirina pirsgirêka kurdan li Tirkiyê rêya siyasî û demokratîke ne rêya leşkirî û şer. Her weha Ocelan got armanca me ne avakirina dewletek serbixwe ye, emê pirsgirêka kurdan di çarçova Tirkiyê de çareser bikin. Me jî got jiberku PKK ê dest li dewleta kurdî berdaye, divê stratejîya xwe li ser bingeha siyaset û demokratiyetê ava bike û divê di warên rêxistin, aydolojîk, felsefe, piraktîk û bi awayek giştî hemû sîstema xwe biguhere. Ji boy vê yekê jî pêwîste bernameyek nû dane û li gorî stratejîya nû rîformê bike.

“Me kongreya 8an pêk anî û navê PiKK ê ji boy “kongreya azadî û demokratî ya kurdistanê” KADEK guherand”

Me got ger ji boy careke din biryarê bidîn dewleta kurdî ava bikîn başe, ger na divê em şer bisekinîn. Ji boy wê armancê nabe kurd werin kuştin. Li ser van gotinên me bi awayek gelemperî axaftin hatin kirin û ev axaftin ji hêla her kesî ve, xwe Cemîl Bayik jî hat pejirandin. Me kongreya 8an pêk anî û navê PKK ê ji boy “kongreya azadî û demokratî ya kurdistanê” KADEK guherand. Bi piraniya dengan ev nav di kongreyê PKK ê de hat pejirandin, ji boy ku biryarên me bi fermî bên naskirin, me ji boy îmraliyê şandin da ku Apo îmze bike, Apo li dij ne sekinî û bi devkî qebûl kir, lê her hefteyekî guherînek di nûtên me de dikir û pirograma me vala derxist û em jî neçar man li gorî Ocelan wan nûtan biguherîn. Bo mînak nav ji boy “Encûmena civata Kurdistan bo konfedralîzma demokratîk” bo rojhilata navîn guherî.

“Ocelan 3 parêzerên xwe bi navên Mehmûd Şakar “zilamê Ergenekon”, ‘Îrfan Dondar “ku pişt re hat zanîn ser bi Mîtê ye” û Bekir Kaya Serokê niha yê şaredariya “Wan” ê şandin Qendîlê”

Pişt re hikûmeta AKP hinek gav ji boy demokrat kirina dewletê avêtin. Ev mijar bi dilê generalên Leşkirê Tirkiyê nebû, jiberku sekinandina şer desthelatên wan kêm kirbûn. Ji ber vê yekê ji Ocelan xwest PKK e careke din şer li dijî Leşkirê Tirkiyê bike daku rewşa Tirkiyê aloz bibe. Ocelan 3 parêzerên xwe bi navên Mehmûd Şakar “zilamê Ergenekon”, ‘Îrfan Dondar “ku pişt re hat zanîn ser bi Mîtê ye” û Bekir Kaya Serokê niha yê şaredariya “Wan” ê ku nameyek bi wan re bû û têde hatbû nivîsandin ev kesane wekîlên minin, şandin Qendîlê. Ev sê kese bo dema sê meha li Qendîlê man û hin caran civîn bi gerîlayan re pêk anîn û got bi biryara serok Apo divê kongireyeke awarte were pêkanîn û di wê kongreyê de biryara şer kirinê bidîn.

17 endamên serkirdatiya PKK ê li dijî xwasteka Ocelan sekinîn û li sala 2004an ji PKK ê qut bûyn

Parêzerên Ocelan hemû hefteyan vedigerîn Tirkiyê û bi generalên Tirkiyê re dicivîn û careke din vedigeran Qendîlê. Bi sedema van hatin û çûyîna careke din navê PKK ê li ser rêxistnê hat çespandin ku em ev 17 endamên serkirdatiya PKK ê li dijî vê xwastekê sekinîn û li sala 2004an ji PKK ê qut bûyn: Nîzamedîn Taş “Botan”, Xelîl Atac “Ebubekr”, Xidir Yalçîn “Serhat Xidir”, Sarî Qeya “Ekrem”, Dursin Elî Kûçik, ‘Usman Ocelan “Ferhad”, Feysel Dumlaycî “kanî Yilmaz”, Rehîme Yîldirim, Şapor Baduşîwe “Sîpan Rojhilat”, kurdê navçeya Selmas a Rojhilatê Kurdistanê, sal’ “Kemal Sor”, Kurdê Rojava Kurdistanê, Hesen Atmecat “Ferhan”, Silêman Qaydin “Celal Şirnexî” û…hwd.

Hêjayî gotnê ye ku ji van 17 kesa 8 kes ji hêla PKK ê ve hatin kuştin. Her wiha zêdetir ji 2000 gerîlayan bi me re ji PKK ê qut bûn.

Di beşa duyemîn ji vê nivîsê de emê bas li “Xelîl Atac” bi kod navê Ebubekr, yek din ji endamên serkirdatiya PKK ê kîn ku bi sedema guherîna sitratîcîya PKK ê paş teslîm bûna Ocelan bi dewleta Tirkiyê re ji vê partiyê qut bû.

Li benda me bin…

Pustên heman beş