Qetilkirina Sakîna Cansiz û têkilîyên MİT û PKK ê – Beşa 2

Qetilkirina Sakîna Cansiz û têkilîyên MİT û PKK ê-2

Beş 2: Tiştê Kuştina Sakine Cansiz tîne bîra mirov: Gelo Çiqas endamên MİT ê dinava PKK ê de ne

Kuştina Sakine Cansiz û hevalên wê li Parîsê eşkere dike ku divê têkiliyên PKK û MÎT ê carek din were berçav girtin. Ji ber ku endamê MÎT ê yê ku qetlîam kirî, sekreterê MÎT ê yê ku bi Ocelan ra ji bo kujerên vê qetlîamê ango Mît ê veşêrin peymanek çêkirî, heman dem yên gotiye PKK ê “eve kuştine endamên Mît ê yên tevlî hevdîtinên Oslo bûyî kirine” dîsa endamên Mît ê bûne. Rewşek ku hewqas li gel Mît ê têkildar heye.

Niha, emê bi cewherî û bi kurtasî li ser endamên Mît ê bisekinîn…

Ömer Güney wêneyê Ocalan li ser Birca Eiffel ê daleqandibû

Ömer Güney, di sala 1982 an de ji dayik bû, yekem car di Mijdara 2011 an de tevlî PKK bû, berî ku heval û hogirên xwe bikuje, kesî ew nas nedikir. Ango, ew di navbera 1 sal û du mehan de hewqas bilind bû ku bigihîje Sakine Cansiz. Gelo heger kesek 14 mehan de bikeve Navenda Enformasyona Kurdistanê, wê demê endamek Mît ê yê dinava PKK ê de pênc-şeş salan mayî dê xwe bigehijîne kîjan, pile û saziyên di nava rêxistinê de?

Di xwepêşandana ku ji bo “azadiya Ocelan” a di Gulana 2012 an Omer Guney wêneyê Ocelan li ser Birca Eiffel ê daliqand û ew hat binçav kirin. Ka em têbîniyekê bikin: hûn Kîjan êndamên radîkal yên PKK ê lêkolîn bikin hûn wê jê derxînin, an nezane an jî endamê îstixbaratê ye.

Tiştek din jî ev e ku xebatkarên jin, her gav di pêşketina Omer Guney ya de rol lîstine. Omer Guney zilamek xwedî rûyekî baş, xwedî pere, erebe, û bê guman, gava ku ew tirk be jî, ew ji bo pêşketinê hemû derfet têne dayîn. Omer Guney keseke ku bi kuştina Sakine Cansiz hatî eşkere kirin lê li Ewropa û Bakurê Kurdistanê bi dehan endamên Mît ê di nava rêxistinên PKK ê heya di nava rêxistina çiya jî hene.

Bi rastî, sedema ku endamên Mît ê di nav PKK ê de ew qas bi hêsanî xwe rêxistin kirin dibe ku ji têkiliya rêxistina di asta jorî de bi Mît ê re be?

Endamên Mît ê yên di Bendava Dukan de hatîn girtin

Di Hezîrana 2017an de, bi îdîaya du rêveberên Mît ê ji hêla PKK ê ve li nêzî bendava Dukan hatibûn girtin. Kadroyên dewletekê, wekî din, rêvebirên saziyeke weke Mît ê di derbarê kuştina Sakine Cansiz de agahdarî didin. Ew dibêjin: “Rêveberek Mît ku li ser navê heyeta dewletê beşdarî civînên Îmralî bû kuştina Cansiz, Dogan û Şaylemez di 9 ê Çileya 2013 de plan kir”. Ev agahdarî ew qas micit tê girtin ku Parlamentera HDP ê Feleknaz Uca di “Pêşniyara Lêpirsîna Komkujiya Parîsê” ya ku di 9 ê Çirîya Pêşîn a 2018 an de ji meclîsê re hatî şandin daxuyaniyên endamên Mît ê yên di destên PKK ê de wekî delîl bikar tîne.

Gotinên du rêveberên Mît ê mîna îtiraf kirin, Pir bi guman e ku wan di derheqê tevaya Mît ê de agahî dabin. Hemû rastî nîşan didin ku ev çîroka li ser girtina endamên Mît ê rastiyê nîşan nade. Bûyer cûda qewimî bû. Ji ber ku ew mijara gotarek din e, em ê tenê behsa çend xalên ku li vir têkildarin bikin.

Ji Komkujiya Parîsê heya Restoranta Hokkobaz

Li gorî çîroka ku ji hêla PKK ê ve derbarê vê girtinê de hatî pêşkêş kirin, ku ev her du rêveberên Mît ê dema ku dihêne civînê hatine girtin. Lê ji vê çîrokê bawer kirin şûxlê xişîma ye. Ev her du endamên Mît ê berê bi PKK ê re di têkiliyê de bûn. Ew endamên Mît ê yê tîma kevin bûn.  Mît ê ev grûpe di hundirê xwe de paqij kirin. ev endamên Mît ê li gel PKK ê nêzîkbûna girtîyan ji wan re nahê kirin PKK van kesan weke şêwirmed ji bo xwe dibine û pêşwazî dike. Dema ku pêwîstîya PKK ê bi belavkirina agahîyekê hebe ev kesene derdikevin ser ragehandina PKK ê û wê erke ji bo PKK ê cîbecîh dikin. Ango propagandeyên PKK ê teyîd dikin.

Em vê agahîya girîng jî bidîn we:  di 17 temoza 2019 dan de kuştina xebatkarê konsolxaneya Tirkîya li xwaringeha Hokkabaz Osman Kose têkilî bi van herdû endamên Mît ê re heye. Weke PKK qal dike Osman Kose ji ber kuştina Dîyar Xerîb hatîye armanc girtin. Lê ne wisa ye. Ev kese liser wan her dû endamên Mît ê yên mêvanê PKK ê dixebitî. Hinek rastî dan kifşbin. Pêwîstî bi rêgirtina vê kifşbûnê hebû. Ji ber vê yêkê, PKK ê û YNK Osman Kose kaşî xwaringeha Hokkabaz kir û kuştin. Ya ji bo wî ew agahîyên girînk anî ango Nerîman Osman a Silêmanî jî bûyerê de hate armanckirin û ew çante ya agahî têde jî li gel xwe birin. Bûyera Hokkabaz ji bo Anatomîya pêwendiyên di navbera Mît û PKK ê de pir bûyerekî giringe.

Destê kê di berîka kê da ye

Agahîyên di vê nivîsê de çi Kurgu nîne. Bi hemû bingehê xwe hatîne selmandin. Ji bo ku hêşta wextê wê ne hatîye em vê deşifre nakîn. Bi peyvekî popüler “rastî xwedî xisletekê ye ku, wê her rojekî aşkere bibin” ne tenê bi bûyera Sakine wê her roj pêwendî û hevaletî ya PKK-Mît ê derbikeve holê.

Ger em bi kurtasî bibêjîn Sakine Cansiz bû qurbanî pêwendiyên di navbera Mît ê û PKK ê de. Bi cewherî Sakine Cansiz bi fîşeka Mît ê hate kuştin. Fîdan Doxan “qûtîya reş” ya pêwendîyên di navbera Mît ê Û Sabrî Ok de bo û ewjî hate kuştin.  Yê ku li Îmralî yê ji Ocelan daxwaz dike ku vê bûyerê mezin nekin jî serokê Mît ê Hakan Fîdan e. Payre jî yê vê bûyerê îfşa dikin ew herdû endamên Mît ê yên mêvanê PKK ê ne. Lê rêzikan binerin tu cîya navê  Mît ê bi tenê nahê behskirin, Mît û PKK navhevda ne.

Pêşîya PKK ê Perînçek û dewrûberên ergenakon ê gotin ev bûyer Mît ê plan kirîye. Wê deme PKK ew kesên digotin ev bûyer Hakan Fîdan kirîye weke provakator binav dikir. Nûke jî ew bixe wê dibêjin. PKK ê helwestekî mebdeyî nîşanî Kuştina endama damezrinêr Sakine Cansiz neda.  Navê wê û cinazê wê ji bo xwe kirîye amûrek propagandeyê. Pêwîstî bi çi hêvîya nîne, Ev yêke ji PKK ê tê.

Tiştê xuya dike ewe ku di pêwendiyên PKK ê û Mît ê de destê kê di berîka kê de ye ne dîyare. Lê pirsekî jîyanî li pêşîya me ye ewjî eve: gelo di nava PKK ê de çend endamên Mît ê hene û çend endamên PKK ê jî dinava Mît ê hene?

Pustên heman beş