Qetilkirina Sakîna Cansiz û têkilîyên MİT û PKK ê – Beşa 1

Qetilkirina Sakîna Cansiz û têkilîyên MİT û PKK ê

Beşa 1: Ma Ocalan û PKK ji bo Komkujiya Parîsê bi Hakan Fidan re li hev hatin?

Perda nihêniya kuştina Sakîna Cansiz, yek ji damezrînerên PKK ê, digel Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hîn jî ne rabû ye. Piştî vê dîrokê jî, heqîqeta bûyerê tenê dema belgeyên îstixbaratê werin weşandin dê were fêhm kirin. Wekî din, berpirsiyarên vê qetlîamê bi pêvajoyên normal ên hiqûqî ve nahêne girtin. Ji ber ku ev kuştin kuştinek siyasî ye. Ew ne çalakiyek lokal ango serbixwe ye di encama pêvajoyekê derketîye.

Ji ber vê sedemê, bêyî zanîna têkilîyên PKK ê û rêxistina îstixbarata Tirkiyê Mît ê di navbera 1999 û 2013 an de, di derbarê vê bûyerê de daxuyaniyên têr nayê dayîn. Dema ku çîroka kuştina Cansiz û hevalên wê tê vekolîn, bi zelalî tê dîtin ku Mît û PKK çawa navêkra çûne ango tevlî hevdû bûne. Pirsa kî kuştina Cansiz plan kiriye mijarek cuda ye, lê li ber çav were girtin ka PKK û Mît çawa kuştina Cansiz di wextê xwe de ji rojevê derxist, têkiliya di navbera PKK û Mît ê de di danîna rojevek hevpar û hevrêzkirina civakê de dê baştir were fam kirin.

1-Gelo Armanc Sakîna Cansiz bû an jî Fîdan Doxan bo?

Navê Sakine Cansiz naveke ku yên bûyîne şahidê salên 1980 an qehremaniya Cansiz tê bîra wan . Weke endamek damezrînerê PKK ê, ew wekî sembolek siyasî tête hesibandin. Lê ya ku tê zanîn ewe ku dezgirê Sakine Cansiz, Mehmet Şener, ji ber ramanên xwe yên rexnedar di 1991 an de ji hêla PKK ê ve hate kuştin, û ew di nav PKK ê de xwediyê pozisyonek pir girîng nîne. Ango, Cansiz ne xwedî hêzek siyasî ya taybet bû. Tenê navê wê heye. Di nav rêxistina Ewropa de jî ne xwediyê erkekî siyasî ya taybete. Loma yekî wekî Umar Güney dikare wisa rehet bigihîje wê.

Lê wê rojê, li Nivîsgeha Enformasyona Kurdistanê ya ku ev cinayet lê hatîye kirin li nêzîkê îstasyona trênê Gare du Nord li Parîsê, kesek girîng hebû. Fidan Doğan.

Fidan Doğan bi nasnameya xweya siyasî nayê nas kirin. Lêbelê, tê texmîn kirin ku Dogan, ku di astek pir pêşketî de bi Fransî diaxive, beşdarî gelek civînên girîng bûye û bi gelek siyasetmedarên Fransî re hevdîtin çêkirî ye. Lê gumana ku Fidan Doğan armanca kirin, di derbarê Sebrî Ok de ye.

Têkiliya Sebrî Ok û Mît ê

Dîroka kesane ya Sebrî Ok, yê pêşengê PKK ê, ji bo vê  nivîsê mijarek dirêj e. Bi gelemperî tête pejirandin ku Sebrî Ok, hîn ku di girtîgehê de bû, ji PKK ê bêtir ekterek  dibin kontrola Mît ê de  bû. Wekî din, Sebrî Ok di 2005 an de di têkilîyên navbera PKK û MİT ê de yek ji aktorên sereke ye. Midûrê berê yê îstixbarata emnîyetê Sebrî Uzun jî di pirtûka xwe de dinivîse ku Sebrî Ok û endamên MİT ê li Enqere yê pir cara hevdu dîtîne. Di van civînan de, ne diyar e ka Sebrî Ok nûnerê Mît ê bû an jî yê PKK. Sebrî Ok kesek bi guman e.

Sebrî Ok piştî 2006 an diçe Ewropa. Di heman demê de tê zanîn ku Fidan Doxan ji roja ku çû ligel Sebrî Ok, wekî sekreter û alîkar dixebite, ew jî di danûstandinên Oslo de pir çalak bû. Tête fikirîn ku Doxan di têkilîyên Sebrî Ok û MİT de hin agahdariyên girîng bi dest xwe xistiye. Yanî, Fidan Doxan; kesek bû ku bi têkilîyên Ok-MİT, îstixbarata Fransî û têkilîyên PKK dizanibû. Ji ber vê sedemê, ew hate hedef girtin û bi vî rengî pêşî li ketina maskeyê Sebrî Ok hate girtin. Ji ber vê yekê rast nîşan bidin û çep lêdin. Pir îhtîmalek mezine ku Fidan Doxan, ku sembolek mîna Sakîna Cansiz e û lê ne xwedî yê erkekî  siyasî bû, were gullebaran kirin û yê ku bi rastî nayê zanîn lê xwedî agahdariya îstixbarata girîng e.

2-Ma Sakîna Cansiz kirin qurbanê tifaqa Evdila Ocelan û Hakan Fîdan ?

Dema ku Sakine Cansız hatiye kuştin têkiliya di navbera Evdila Ocelan-PKK û MİT de berdewam bû. Evdila Ocelan 3 ê Çile bi Ahmet Turk û Ayla Akat Ata re hevdîtin çêdike. Di 9 Çile de, kuştinên Parîsê pêk hatin. Di 11 Çile de, Evdila Ocelan bi rîya birayê xwe Mehmet Ocelan re ev peyam şand: “Ez bi Mît ê bawer dikim. Hêzên lêpirsîna Musteşarê MİT Hakan Fîdan kirî, heman hêzên ku kuştina sakîne Cansiz jî, kirî”.

Li aliyê din, PKK jî vê kuştinê ji raya giştî re wiha şîrove dike: “yên kuştin kirî Gladioya NATO û Ewropa ye, yê ku naxwazin di navbera dewlet û PKK ê de aştî çêbibe”. Peyva Gladiyo Evdila Ocelan ji bo ku Tirkan tewanbar neke, bikar tîne. Ocelan ji bo ev bûyer nebe malê tirkan ew peyva Gladîo dişûxilîne. Dixwaze dewleta tir pak bike. Evdila Ocelan ji bo ev bûyer nêzî Erdogan û Hakan Fîdan nebe heya sala 2015an, hewlek taybet dide nîşandan. Piştî 2015 navbera PKK-Mît û AKP têkçû vê carê PKK ê zimanê xwe guhert. Ji ber ku PKK ê dema pevçûna kemalîst û AKP ê, pevçûna AKP-Fethullah de pişta Erdogan û AKP ê girt.

Ji ber vê sedemê, Cemil Bayık di derbarê kuştina Parîsê di 28 Kanûna 2013 de ji ANF ê re got: “Şopên kesê ku ev qetlîam kiriye nîşan dide ku ew ligel cemaeta Gûlen re têkildar e. Nîşaneyên girîng hene, hetta delîlên têkiliya organîk a bi Partiya Yekîtiya Mezin re hene. Bala xwe bidinê ku têkiliya BBP û Fetullahcîya jî bûye têkiliyek kûr “ango Cemîl Bayik jî ev bûyer xiste ser Fethullah Gûlen ji bo ku dewleta Tirk bê sûç were dîtin.

Besê Hozat ê di daxuyaniya xwe ya 8ê Kanûna 2014an de van tiştan bibêje: “Hêza esasî ya dewleta Tirk birêve dibe hêza paralel a Fethulah Gulen e. Yê Tirkiye birêve dibe NATO ye. Di navenda Sazîya  NATO Gladyo de Cemaeta Gûlen heye. Van hêzan komkujiya Parîsê jî pêk anîn. Bi NATO yê ve girêdayî, Almanya û Fransa jî têkildarin.

Heval Hakan Fîdan

Ocelan û PKK ê, rasterast ne got ev qetlîam Tirkan kirîye.  Ji bo ku têkilîyên di navbera Ocelan û Mît ê de zirarê nebine. Ya rast eve: Ocelan bi Hakan Fîdan re li ser cenazeyê Sakîna Cansiz muzakere kir. Wê bi xwe îsbat kir ku ew dikare berê karmendek û burokrasiya Tirk-Kemalîst ji burokrasiya Tirk-AKP re xizmetek bike. Heya Ocelan pirr pesnê Hakan Fidan da ku endamên HDP yê dema ku di nav xwe de diaxivin zimanê wan tewş dibe ji Hakan Fîdan re dibêjin “Heval Hakan”. Hakan Fîdan bibo xweştivîyê Ocelan.

Li gorî PKK ê, heya 2015 an, dewleta Gladio û Paralel a Ewropayê li Sakîna Cansiz xistibû. Dûv re, di 2015an de, ev fikr guherî û PKK got, “Mît ê li Sakîna xist, Hakan Fîdan bi vê yekê dizanibû.” Di 2016 de, tê îdîa kirin ku Erdogan kuştina vana rasterast plan kiriye. Hin endamên MİT ê jî di çapemeniya PKK ê de derdikevin û dibêjin ku MİT ê kuştine.

Pustên heman beş