Raya giştî li Silêmaniyê di nêvbera hişyariya PKK ê û xewa xweşiya YNK ê de – Beşa 1

Raya giştî li Silêmaniyê di nêvbera hişyariya PKK ê û xewa YNK ê de

Di serdema me ya îro de tevî berifrehbûna çapemeniyê û zêdebûna asta xwendina xelkê, hêza raya giştî girîngî yek pêtir bi xwe ve dîtiye. Raya giştî bûye mijara lekolîn û xwendina bisporên bîyavên cuda ên weke abornasan, dîroknivîsan, rojnamevanan, pîskologa, civaknasan û sîyasetvanan. Beşdarbûna bi vî awa ya bisporên biyavên cuda xwandin û lekolînkrin li ser raya giştî de vê yekê dide xweya kirin ku ev mijare di çarçoveya ti yek ji van bîyavên taybet de nîne, belku bûye mijarek giştî û herî girîng.

Raya giştî li her welatekî de li wê deme dibe cihê xetereyê dema ku ji hêla dewletek yan rêxistinek yanjî grûpek dujmin ve bi rêya şerê nerm tê hedefkirin, her weke wê ya ku niha li başûrê kurdistanê bi giştî û li Silêmaniyê bi taybetî ji hêla Îranê û rêxistin û grûpên ser bi wê ve tê birêvebirin.

Şerê nerim ku bi piropagindayên çapemeniyê û Piskolojîk raya giştî armanc digre û bê ti pevçûn û bikaranîna hêza req civakê ber bi şikestinê û bertekan dibe dîrokek pir kevin heye. Tevî ku di sedsala 21an de şerê nerim girîngî yek herî zêde bi xwe ve dîtiye û hinek ji dewletan bêy mezaxtina ti pereyekî zêde bi tenê bi rêya şerê nerm digihin armancên xwe, lê belê hêjan jî hinek dewlet hene ku ji bo garantîkirina berjewendiyên xwe di siyaseta derve de ji şerê req jî îstîfade dikin daku pêtirîn destkeftan bi dest xwe bixin.

Di nihaya Kurdistanê de jî bi taybet li Başûrê Kurdistanê dewletên dujmin bi rêya bikaranîna şerê nerm li dijî statoya başûr dixwazin berjewendiyên xwe biparêzên û rê nedin kurd bigihîjin armanca xwe ya dîrokî, ev dewlet bi rêya bikaranîna propaganda û derewên mezin bi sedema hebûna kirîza abûrî li Başûrê Kurdistanê ku wan bi xwe dirust kiriye raya giştî a kurdan di berjewenda xwe de bikar bînin, ji bo vê yekê berheviyên baş jî kirîne û dixwazin bi rêya hinek partîyên kurdî yên xwe firoş vî karê qirêj encam bidin, weke hertim jî, ji bextê reşê kurdan partîyên ku wê bibin hevkar û rênîşanderên dujminan li başûr ne hindikin.

PKK e weke yek ji partîyên kurdî ku di niha de bi temamî ketiye bin bandora Îranê de û Îran çewa bixwaze dikare wê bi wî awa araste bke li başûr bi giştî û bajarê Silêmaniyê bi taybetî dest bikar bûye û dixwaze bi hinceta hebûna kirîzên abûrî ku dujminên Kurdistanê dirust kirîne raya giştî li başûr çewaşe bike, mixabin ku bi sedema ageh ji xwe nebûna YNK ê û hebûna çapemeniyek bi hêz heya astek mezin kariye bandorê li ser raya giştî li Silêmaniyê û Helebce û germiyan ê dirust bike.

PKK e bi 2 rêyan bandorê li raya giştî dike, ew rê jî evin:

Yekem: bi rêya rasterast û bikaranîna wan rêxistin û sazî û navendên civaka sivîl ku dirbirînê ji siyaseta PKK ê dikin û şanaziyê bi apocîtiyê dibin ji wan:

Tevgera Azadiya Kurdistanê, ku rêxistineke PKK ê ye û bi awayek eşkere çalakiyên siyasî encam dide û tevlî xwepêşandan û meşên girseyî li Silêmaniyê dibe. Her wiha hebûna hin baregeh û saziyên hîzbî ku ji bo çalakiyên hîzbî tên bikaranîn, weke: avahiya Fayeqî Motê, ku dikeve taxa Çiwarbax a Silêmaniyê.

Çapemenî, PKK e di vî warî de pir bispore, ew bi rêya hebûna çapemeniyek bi hêz weke hebûna çendîn kenalên telefizyonî ên weke “Roj Tv, Aryan Tv, Stêrk, Jin Tv …hwd, û hebûna hejmarek herî zêde a nûçegihana û civîna wan li avahiyek bazirganî ê mezin li Başûrê Silêmaniyê ku dikeve ser caddeya 60 metrî li beramberî Familî Molê, karek cidî li ser tesîrkirin li raya giştî li Silêmaniyê dikin.

Bi xerab sûd wergirtin ji yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn rêxistinên civaka sivîl li Silêmaniyê dirust kirîne, ji van rêxistna: “rêxistina bi navê Nawext ku Mensûr Teyforî yek ji rojnamevanên Rojhilatê Kurdistanê birêve dibe, ew li ser mejîkê xortan kar dike û dixwazin wan bikin Apoçî, rêxistina Çepik ku rêxistineke kiltûrî ye, vê rêxistinê piştî derketina vîrusa Korona semta karên xwe ji boy karên xêrxwazî guherandiye, rêxistina Nuwêger û çendîn rêxistinên din ku her hemû di semta berjewendiyên hîzbî yên PKK ê de tev digerin û di bandorê li raya giştî dikin.

Duyem: bi rêya ne raste rast, PKK ê û Tevgera Azadî çalakvanên xwe yên siyasî ên bi Apoçî tên naskirin derbasî nava saziyên hikûmî û hîzbî û medyayî li Silêmaniyê kirine, ji bo mînak, Peymangeha Kurdî ji bo Hilbijartinan ku Aram Cemal bi rêve dibe û ew bi xwe jî li bin bandora têzên Apo de ye bi awayek ne raste rast xizmeta berjewendiyên PKK ê dike.

Di vî çarçove de 56 rêxistinên civaka sivîl ku piraniya wan ser bi PKK ê ve bûn bi merema pirotestokirina şerê di nêvbera “PDK ê û PKK ê” de ku di esas de êrîşa PKK ê li ser Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ye, di dema rabûrî de daxuyanyek nivîskî parvekir, armanca van rêxistinan di daxuyaniya wan de bi zelalî hat dîtin, wan xwest  wisa bidin nîşandan ku ya rû dide şerê di nêvbera PKK ê û PDK ê de ye, ne wek ku êrîşa PKK ê ji boy ser statoya fermî ya herêma kurdistanê be. A herî balkêş di vê yekê de eve ku PKK e karîye bandorê li yek ji rêxistinên civaka sivîl ku ji hêla PDK ê bi xwe ve tê palpiştî kirin bi navê rêxistina “Şar” bike, vê rêxistinê jî daxuyaniya van rêxistinan îmze kiriye, ev yek di demekî de ye ku PDK e û mehane 1000 dolaran weke kirê ya ofîsa wan dide, her weha di dema 15 salên rabûrî de bi alîkariya PDK ê çendîn cihên bazirganî ji bo vê rêxistinê hatîne dirust kirin!

Ev rewşe jiber bê agehiya YNK ê û mijûlbûna rayedarên wê bi karên bazirganî û ne şehrezaîya wan ji PKK ê peyda bûye, YNK e bi awayekî tevdigere ku mirov dibêje ew niha di xeweke giran daye. Dibe sedemek din a bihêz bûna rêxistinên PKK ê li Silêmaniyê ji boy armanca wan a sereke ku xwe di dijatî kirina hemû karên PDK ê de dibîne vegere, her kes baş dizane ku PKK e û YNK e niha bi temamî ketîne bin bandora Îranê û her fermaneka ji Tehranê were, zû ji aliyê van du partîyan ve tê cîbicîkirin.

Dê wextek were ku YNK e ji vê xewa giran rabe û bibîne her tişt ji destê wê derketiye, lê belê li wê demê pûşmanî feyde nake, raste niha YNK e di xeweke xweş daye lê belê bi hişyarbûna wê ewê kabûseke pirr bi tiris bibîne, kabûseke weha ku ti caran ti kesekî nedîtibe û nexwastibe bibîne.

Niha PKK e tevî êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanî êrîşa çapemeniyê jî dike, êrîşa çapemeniyê û parvekirina piropagindeyan hevdem li gel êrîşa fîzîkî ne bi tenê wê pêkhateya civaka hatiye armanc kirin biguhere, belku wê bibe sedem ku bingeha siyasî û kiltûrî ya wê civakê bi temamî jinav biçe û bi vê yekê rewşek baş ji bo desthilatdariya kesê êrîşkar (PKK e-Îran) wê dirust bibe.

Dujmin di şerê nerim de zemîneyê ji boy qebûlkirina êrîşa bîyaniyan xweş dike, her weha zemîneyê ji boy dirustbûna kirîzan û pevçûnên navxwe jî dirust dike.

Ya me baskirî bi tenê dilopeke ji wê behra zanyariyan ku di destê me deye, mixabin heya niha ne YNK ê ne jî Kurdên Başûr bi giştî weke em gelê Bakur PKK ê nas dikîn, ew wisa PKK ê nas nakin, her dema PKK e weke xwe bihê naskirin ti kurdekê bi şeref li gor ecînda û siyaseta wê tevnagere, ji ber ku ew bi temamî teslîmî dewletên dujmin û saziyên wan yên îstixbaratî bûye, tişta ku ev dewlete nikarin li ti yek ji perçeyên Kurdistanê encam bidin bi rêya PKK ê encam didin.

Bi kurtî û ci Kurmancî çi qas Kemalîst û Besî û Besîcî yên Îranê ji boy Kurdistanê bi xeter bin, ew qas jî Apoçî xeterin û gereke YNK e pêş ji dest dana her tiştî, pêş ku xwe bi xwe jî ji dest bide ji xew rabe û hişên xwe bîne serê xwe û çidî rê bi van karên qirêj yên PKK ê nede, ger na wê her tişt bi her we biçe, ji bo naskirina PKK ê jî, YNK e ne pêdvî zehmetiyê ye, bi tenê guhdariya daxuyanî û vîdyoyên rehmeta xwedê lê be birêz Mam Celal ê rehmetî bikin wê baş bizanin PKK  kî ye çi dike û çi dixwaze bike.

Pustên heman beş