Raya giştî li Silêmaniyê di nêvbera hişyariya PKK ê û xewa xweşiya YNK ê de – Beşa 2

roja kurd û kurdistanê, ne li rojava ne li Bakur û ne jî li Rojhilat hil nayê belku roja tev kurd û Kurdistaniyan li Başûr hiltê

Roj li Başûr hil tê

Drustkirina kaosê, tirsê û belavkirina propagandaya, nakokî û cudahiyên Piskolojîk, berev pêş birina ruha bê omêdiyê û bê moraliyê li cihê umêdewarî û çalakiyan, giringî pênedan bi mijarên girîng yên Kurdistanê û normal dîtina êrîşên dujminan li ser Başûrê Kurdistanê bi behaneya dijatîkirina partiyek diyar kirî ji wan cure êrîşên çand û kiltûrî û şerê nerim ê sîstematîk e ku dewletên dujmin bi taybetî Îran û Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê encam dide.

Çarliz Lîndbilam yek ji alimên diyar ên emerîkayê dibêje, “arastekirin û neçarkirina mirovan bi encam dayîna karên berevajî heza wan a hundirîn bi sê rêya mumkîne: bi zorê, pevguhertin û qayîl kirin. Bi nerîna wî di sedsala bîst û yekan de ji aliyekê bikaranîna zorê û şêwazên neçarkirina eşkere, têçûnên herî giran hene û nayê qebûlkirin, ji aliyeke din hinek ji kesên amade ji boy  encamdayîna karekî berevajî heza xwe bi armanca destveanîna berjewendiyên abûrî nîne û îmkana bikaranîna alavên abûrî ji boy desthilatdariya li ser xelkê sînordare, lê belê berfirehbûna saziyên çapemeniyê û xebata wan a di warên cuda, cuda yên jiyanê de qayîlkirin kirîye baştirîn û bi bandortirîn alav ji boy arastekirina xelkê bo semt û cihê dilxwaz.

Şerê nerim li dijî Kurdistanê çewa tê meşandin?

Şerê nerim ku li pey jinavbirna hizir û raman û nirxên civaka hedefkirîye daku zincîra fikrî û çand û kiltûrî ya wan pûç bike û bi bombebarana nûçeyên ne rast û piropagindeyên siyasî, civakî û abûrî dixwaze bê baweryê di nava civakê de belav bike ji wan mijarane ku di demên pir kevin de, di dinyayê de hatîye hebûnê. Ev mijar li dijî Kurdistanê bi giştî û Başûrê Kurdistanê bi taybetî demek dirêje tê meşandin jiberku destên dujminên sûndxwariyên vî gel û wilatî ji çavkaniyên xwezayî yên vê perçeya Kurdistanê qut bûye û nikarin weke pêş niha van çavkaniyên xwezayî yên kurdan li dijî wan bi xwe bikarbînin û pereyê ji firotina van çavkaniyên xwezayî bi dest wan dikeve careke din bi tank û top û cibilxane bide û li dijî kurdan bikar bîne.

Dewletên dujmin hema bêje niha ji şerê req anku bikaranîna hêza leşkirî li dijî Başûrê Kurdistanê bê hêvî bûne, ji ber ku ev perçeya azad a Kurdistanê ji aliyekê xwedî bawermendiyek navnetewî ye û ji aliyeke din di niha de encamdayîna şerek leşkirî ji boy dewletên dujmin li dijî başûr wê têçûnên zêde li pey xwe bîne û ji hêla nav netewî û hûndirîn jî nayê qebûlikirin, loma ev dewletane bi taybetî Îran bi rêya hizbên li bin desthilata xwe de weke YNK ê û PKK ê niha bi bikaranîna şerê nerim dixwaze armanca xwe ya jinavbirna herêma Başûrê Kurdistanê li jêr nav û nîşanên cuda da pêk bîne.

PKK e li Silêmaniyê çi dike?

Di niha de PKK ê weke beşek ji ecindaya Îranê li başûrê kurdistanê bi taybetî li bajarê Silêmaniyê bi rêya dirustkirina çendîn rêxistinên civaka sivîl û dezgehên çapemeniyê û bikaranîna sosyal medyayê ji boy parvekirina piropagandayên li dijî herêmê bi behaneya dijatîkirina PDK ê şerekî nerim ê mezin li dijî başûr dimeşîne û kariye raya giştî li Silêmaniyê bi astekî mezin bêxe bin bandora xwe û ji bo wê semta ew dixwaze araste bike.

PKK ê bi rêya medya û rêxistinên xwe yên ku li jêr navê rêxistinên civaka sivîl ew avakirîne kariye hêzeka nerim dirust bike, û kariye bi vê yekê bandorê li ser raya giştî dirust bike û di berjewenda xwe de bikar bîne, ev hêza nerima PKK ê di esas de li dijî daxwazên netewî û niştimanî yên Başûrê Kurdistanê û di berjewenda dewletên dagirker de ye, PKK e bi rêya vê hêzê raya giştî berevajî dike û wiha dide nîşandan ku destdirêjîya PKK ê ji boy ser statoya Başûrê Kurdistanê ne destdirêjîya li ser herêmê ye belku şerê PKK ê li dijî PDK ê ye.

Xebat ji boy bê buhakirina ezmûna Hikumeta Herêma Kurdistanê û mezin kirin û girîng nîşandana ezmûna rêveberiya xweser a PKK ê li Rojava Kurdistanî yek ji Armancên Sereke yên PKK ê û dûvelankên wê ye

Xebat ji boy bê buhakirina ezmûna Hikumeta Herêma Kurdistanê û mezin kirin û girîng nîşandana ezmûna rêveberiya xweser a PKK ê li Rojava Kurdistanî yek ji Armancên Sereke yên PKK ê û dûvelankên wê ye, bo mînak PKK ê li sala 2019an de hijmarek nivîskar û rojnamenivîsên Başûr daxwazkirin rojava, ji wan: D. Faroq Refîq, Serokê Navenda Hikmet ji bo Lêkolînên Felsefî, Hawjîn Mela Emîn ku birayê Musena Emîn ê parlementerê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye, Hawjîn ku kesek ataîste û Serokê navenda Suhrewerdîye ji bo lêkolîna Ol û Efsaneyan, Mensûr Teyforî Serokê rêxistina nawext ku Qadroyeke diyar ê PKK ê ye li Başûrê Kurdistanê…hwd ji diyartirîn wan kesane ku PKK ê daxwaz kiriye Rojava Kurdistanê. Van kesan piştî vegerîn ji Rojava Kurdistanê hejmarek semînar li jêr navê “Roj li Rojava heltê” birêve birin ku hemû armanca wan kirêtkirin û lê xistina Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û ciwankirin û girîng nîşandan û mezinkirina Rêveberiya Xweser a Rojava Kurdistanê bûye.

Herçend ku ev kesane baş dizanin bi ti awa Rojava bi Başûr nayê himberkirin lê belê ji berku ji çendîn aliyan telîmat bi wan hatîne dayîn ew neçar dimînin bi vî awa tev bigerin. Li gor zanyariyên piştrastkirî hinek qadroyên PKK ê ku li Îranê tevlî perwerdehiya şerê nerim bûne niha bi awayekî sîstematîk li ser vê yekê kar dikin, wan bi sedan rûpelên Facebookê, bi dehan qanalên telefizyonî û rojname û malperên elîktronî bi wan pereyan dirust kirîne ku weke bac ji xelkê hejarê deverên sînorî distînin û hizrên xwe yên gemar pê parve dikin, hizrên weha ku li gor hez û xwasteka dujminan in û li dijî hez û daxwaza hemû niştîmanperwerên kurd.

Roja kurd û kurdistanê, ne li rojava ne li Bakur û ne jî li Rojhilat hil nayê belku roja tev kurd û Kurdistaniyan li Başûr hiltê

Bi vî awa tevgerîna PKK ê weke pêş niha me qal kirî ji encamê xewa kûr a rayedarên YNK ê û ne naskirina PKK ê ji aliyê wan tê, herçend ku pêş niha hinekê YNK hişyar bûye û guhê hinek ji van kesan kişandiye lê belê hêjan jî ev kesane kar dikin û ne bi tenê bûne xetere li ser başûr bi tenê belku di niha de bûne gefeke cidî li ser YNK ê bi xwe jî jiber vê yekê em dibêjin bera ku her tişt ji dest YNK ê bi xwe jî derkeve dem hatiye YNK e ji xewa xwe a giran rabe û çavên xwe veke, dem hatye YNK e weke partîyeke kurdî a Başûrê Kurdistanê rastîya PKK ê fêm bike û weke çewa rehmeta xwedê lê be Mam Celal ew naskirî, rêveberên niha yên YNK ê jî bi wî awa PKK ê û xetereya wê li ser başûr nas bikin.

Li dawîyê em bi PKK ê û hemû kirêgiritîyên wê ên xwe weke rewşenbîr, nivîskar, wilatparêz, rexnegir û dilsozên kurdistanê didin nîşandan dibêjin: roja kurd û kurdistanê, ne li rojava ne li Bakur û ne jî li Rojhilat hil nayê belku roja tev kurd û Kurdistaniyan li Başûr hiltê û wê rojek were rûniya vê rojê çavên hemû dujmin û neyarên vê axê kur bike.

Pustên heman beş