Amrullah Saleh, cîgirê yekemê Serok Komarê Afghanistan ê, vê yekşemê 17ê çile, li ser rûpela xweya fermî ya Facebookê nivîsî ku du keçên ku li Kabul cilên mankena li xwe dikirin û ji navdarên Kabulê pere distandin , ji hêla polîsa ve hatin girtin.
Amrullah Saleh wiha nivîsand: “li ser bingeha rêberiya rasterasta rûniştinên şeş û nîv polîs karîbû du keçên ku bi kincên mankenan ji zilamên navdar û xwedî rûmet bac bistînin desteser bike. Van her du xanimên bi navê Hasna û Şima gef li zilaman xwar ku ger hûn dirav nedin, emê li cem malbatên we û Saziyên Mafên mirovan gilî li we bikin ku we destdirêjîya namûsî li ser me kiriye. “Hejmarek mêr neçar man ku dirav bidin da ku rûmeta xwe biparêzin û ji gengeşîyan dûr bikevin.”
Wî nivîsand: “ev bi salane kar li ser vê pirsgirêkê nayê kirin yek ji wan pirsgirêkên mezin nebûna hejmareke zêde a jinan e di warê dadwerî û her weha di hêza polîsa de. Vê yekê hevsengî di warê lêpirsîn û danûstandina bi mijarên tawan û dadrêsî de û gihiştina hikûmetê ji nîvê civakê re bi sînor kiriye, û di pir rewşan de ew bi tevahî asteng dikir.”
Pêş niha jî polîsê Kabulê hinek keç bi sûça bac wergirtin û gefxwarina ji zilaman û dizî yê desteser kirbûn.