Sindoqên reş yên PKK ê bi tu awayî dihên armanc kirin?

Êrîşa dewleta Tirk li çîyayê Ezmer şêwazeke nûye

Asaiyşa herêma Kurdistanê û li pey wê re PKK ê, li ser bûyera kuştina dû endamên PKK ê “Demhat Egît” Seyîdxan Ayaz û “Cemîl Amed” Eser Irmak, daxweyanî belav kirin.

  • Gelo “Demhat Egît” û “Cemîl Amed” sindoqa reş a Cemîl Bayîk bûn?

  • Ev her du qadroyên li salên nutê tevlî PKK ê bûy kesatiyên nêzî Cemîl Bayîk bûn?

  • Cemîl Amed li salên nutê de li Sûrya weke destê rastê yê Ebdula Ocalan bû?

  • Di heman demê de peywendiyên Sûriyê yên digel Ebdulla Ocalan û jiyana wî ya şexsî pir bi baş dizanî?

  • Piştî girtina Ebdula Ocalan, Cemîl Amed li gel şexsê Cemîl Bayîk dest bi kar bû?

  • Peywendiyên Cemîl Bayîk digel îstixbarata Sûriyê paş sala 2000ê ji aliyê Cemîl Amed dihatin birêve birin?

Demhat Egît bi temenekê biçûk tevlî PKK ê bibû, demeke dirêj weke zêrevanê Cemîl Bayîk kar dikir û haydarî hemû peywendiyên kûr yên siyasî û şexsî yên Cemîl Bayîk bû, demek dirêj Demhat li Silêmanîyê dima û peywendiyên Cemîl Bayîk digel Yekêtîya Nîştîmanî a Kurdistanê û Îranê birêve di birin û berdewam haydarî ji bo Cemîl Bayîk rê di kirin.

Demhat raste rast peywendî digel dezgehê îstixbaratî yê YNK ê “Dezgeha Zanyarî” de hebû, îcazeya mayîna wî li Silêmaniyê heya ewlehiya wî û xaniya ew têde dima ji aliyê Lahor Şêx Cengî û Polat Şêx Cengî hatbû teimîn kirin, di heman demê de peywendiyên PKK ê yên digel hêzên navdewletî û herêmî li ser destê Demhat birêve diçûn.

Êrîşa Tirkan ya tund bo ser wan herdû kesan sedema sereke ew bû ku ev kes xwedî rolekî taybetê dîplomasî bûn. Û herdû kes weke “Sindoqa Reş” a Cemîl Bayîk bûn, bi kuştina van herdû kesên ku weke dest û lingên Cemîl Bayîk dihatin hejmartin, ew peywendiyên tarî û qirêj bê şahid hiştin.

Demhat û Cemîl bi sedema karên wan yên taybet hatin armanc kirin

demhat-cemil

Daxuyaniya PKK ê û KCK ê li derbara van herdû kadiroyên xwe da ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlimena Kurdistanê eve ku bûyerê bi zelalî diyar bikin, berevajî esil ewe ku PKK e bi xwe dizane ku bûyer çîye û kê agahî daye û kê ev kes Te’qîb kirine.

Daxuyaniya PKK ê tenê ji bo xapandina gelê Kurd e, di van salên dawiyê de PKK ê hemû bûyerên hatî jiyan kirin Hikûmeta herêmê weke berpris daye nîşandan, gelo PKK ê di xebata xwe ya Başûr de kengî êzin ji hikûmeta Herêmê wergirtiye, heya niha danpêdanê bi hikûmeta Herêmê nakin, PKK e hemû kêmasî û nebaşiyên xwe bi hikûmeta Herêmê diveşêre, esil kêmasiya sereke a PKK ê bi xwe ye, gereke PKK e bûyera Ezmer û yên bera wê jî li gel hevalbendên xwe û yên digel wan bizavê dikin gotubêj bikin.

Li ser hinek bûyerên bera niha rûyday û PKK ê hikûmeta Herêmê sûçdar kirî emê hinek rastiyan îfşa bikin, ew bûyera 15/8/2018an li gundê Koço yê ser bi Şengalê ve rûyday ku di encam de xortekê Şengalî hatî kuştin PKK ê bi lezgînî hikûmeta Herêmê sûçdar kir bû, lê belê li wê navçeyê tu hêzên Pêşmerge nîne û navçe li bin desthilata PKK ê û Heşda Şabî de ye.

Li gor televizyona Çira a ser bi PKK ê ve, bera balefirên Tirkiyê bihên erebeya “Zekî Şengalî” ji aliyê kopterên Îraqê hatbû Teqîb kirin, dema balefirên Tirkiyê swîqestê li ser erebeya “Zekî Şengalî” dikin dîmen hatbûn wêne kirin.

Em behis li bûyereke din a kuştina 3 endamên komîta dîplomasî a PKK ê bikîn ku li 21 Adara 2019an li nêzî navçedariya Qeladizê ya ser bi Silêmanîyê rûday, di vê bûyerê da 4 endamên komîta dîplomasî û hevdem berpirsê xebatên Başûr “Navdar Amed, Serhed Varto û Sînanê Sor” hatin kuştin û “Reza Alton” bi birîndarî derbas bû. Herçend cihê bûyer lê çêbûy li bin deshilata Yekîtiya Nîştîmanî a Kurdistanê de bû, lê belê dubare daxweyanîya PKK ê êrîş bû li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi tu awayekê behis li YNK ê nekir.

Bûyera kuştina endamê serkirdayetiya PKK ê “Diyar Xerîb” li 27/6/2019an çêbû, lê belê KCK ê li 5/7/2019an ev xeber eşkere kir, li gel vê êrîşê de 4 kesên medenî jî şehîd bibûn, “Diyar Xerîb” bi îzna YNK ê kombûn li Qeladizê û Raniyê saz kirbûn, piştre bi zanîna YNK ê ber bi Qendîlê diçe, lê dîsan PKK ê hikûmeta Herêmê bi kuştina “Diyar Xerîb” sûçdar kir û gefên Tolhildanê li Hikûmeta Başûr kirin.

Çima PKK ê di bûyera kuştina “Demhat Egît û Cemîl Amed” de navê YNK ê bi zelalî anî ziman

Ger PKK e dixwaze rastiya kuştina “Demhat Egîtû Cemîl Amed” fam bike bila vê pirsê ji hevalbendên xwe yên sitratejîk “Polat Şêx Cengî û Lahor Şêx Cengî” bike

di vê bûyera dawiyê de jî ya kuştina “Demhat Egît û Cemîl Amed” de PKK ê dijatiya xwe li hember hikûmeta Başûr nîşan da, lê belê bi cudahiyek biçûk, cudahî ev ku yekem care PKK e bi zelalî bas li hevalbenda xwe YNK ê dike û zelalî yê jêre dixwaze, gelo dibe sedem çibe ku ev car PKK ê navê YNK ê aniye û daxwaza zelal kirinê jê dike?

Ev bûyere hemû vê rastiyê diyar dikin ku peywendiyên PKK ê yên tarî digel îstixbarata Tirkiyê “MÎT” û îstixbarata Îranê “Îtîlaatê û ya YNK ê “Zanyarî” bingehê xwe digre, ji bo vê bûyerê jî PKK e baş fam dike ku desthilata hikûmeta Herêmê li ser asîmanê Herêmê de nîne, belku ev yek di desthilata hikûmeta navendî a Îraqê da ye, lê belê her êrîşeka asîmanî ya li ser PKK ê çêdibe û dibe egera kuştina endam û kadiroyên wê, PKK e raste rast hikûmeta Herêmê sûçdar dike, ji vê yekê jî PKK ê bi tenê yek armanc heye, ew armanc jî eve ku hikûmeta Herêma Kurdistanî li pêş çavên gel bêxe û reş bike.

Ger PKK e dixwaze rastiya kuştina “Demhat Egît û Cemîl Amed” fam bike bila vê pirsê ji hevalbendên xwe yên stratejîk “Polat Şêx Cengî û Lahor Şêx Cengî” bike, li heman demê de berisva herî rast li cem PKK ê û Cemîl Bayîk bi xwe heye.

16:45:44

Pustên heman beş