Arteşa Tirkiyê îro dest avêt operasyoneke berfireh li dijî rêxistina PKK ê û pêtirî 1600 eskeran li sînorên Mêrdîn û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê erkdar kirin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja sêşemî 26/1/2021an, 1620 esker, cendirme û hêzên ewlehiyê li sînorê he yêk ji parêzgehiyên Mûşê û Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, qûnaxên 4 û 5 yên operasyona bi navê Eren li dijî rêxistina PKK ê dest pê kir.
Ev operasyon arteşa Tirkiyê ji bo bîranîna zarokê bi navê Eren bulbul li serê vê salê dest pê kirîye ku hêla çekdarên PKK ê ve hatbû kuştin.
Hêja gotinê ye, qûnaxa yekemîn ya vê operasyonê li parêzgehîya Agirî, qûnaxa dûyemîn li Amedê, qûnaxa sêyemîn dîsa li Agiriyê, çar li Mûşê û qûnaxa pêncemîn jî li Mêrdînê hatine meşandin.