Yekitiya kurdan û partîyên kurdan ji hev cudaye

yên ku bi aydîyeta Kurdistanê dewletbûna netewa Kurd ji xwe re neke hedef û her dem behsa yekîtîya neteweyî dikin an xwe dixapînin an jî me dixapînin

Beşa yekemîn

Nivîskar, sosyolog û siyasetmedar Fuat Önen di repotajekî de bi manşetê “Yekitiya Kurdan û Partiyên kurdan ji hev cudane” bas li Yekitiya dinavbera kurdan û partiyên kurdî dike. Ev reportaj her çend sala 2017an hatiye çêkirin jî lê belê jiberku heya niha ew tehlîlên têde giringin me bi fer dît vê nivîsê ji we re tercume bikin. Emê vê nivîsê di çend beşan de belav bikin.

Fuat Önen kîye?

Fuat Önen weke nivîskar, sosyolog û çavdêrek siyasî tev digere. Ew li Bakurê Kurdistanê, li Mêrdînê ji dayk bûye. Salên 1970an virde di nav sîyasetên Kurdistanî de rolek ektîv gêraye. Salên dirêj li girtîgehan maye. Lê belê li ser “pirsgirêka dewletbûna kurda” da gavek paş ve ne avêtîye. Xwedîyê gelek pirtûk û meqalaye. Nivîsên wî bi kurdî û bi Tirkî jî hene. Heya niha jî wek şirovekar û çavdêrek siyasî xabatên xwe berdewam dike. Em dikarin bibêjin Fuat Önen bi fikir û ramanên xwe ji boy ronesansek siyasî ya kurdan xizmatek gelek mezin kiriye. Ser netewebûn, dîrok û pirsgirêkên rojane yên siyaseta kurdan da şiroveyên gelek giring berçav kirîne.

Yekitiya kurdan û partîyên kurdan ji hev cudaye

Beşa 1: alternatîva PKK ê ya li hember dewletan ne bê dewletî ye, lê jêr-dewleteke partîyî ye.”

“Hebûna gelek hizbên cuda xwezayî ye. Kurdistan welatekî berifreh û neteweya Kurd neteweyeke qedîme. Ev netewe di hundir hizbekê de hilnayê. Ji xwe hizb, partî tê wateya li ser hin cudatîyan xwe bi rêxistinkirinê.”

“Mijara Yekîtîya Kurdan û Yekîtîya Partîyên heyî du tiştên cuda ne. Di nav girseyan de hêvî û daxwaza Yekîtîya Partîyan jî Yekîtîya Kurdan jî xwezayî ye û nîşaneya nirxên neteweyî ye.”

“Ger li vir em neteweyên Otokton û Alakton ji hev cuda bikin em dikarin bêjin ku di neteweyên Alakton de avakerî, di yên Otokton de avabûyîn tayînkere.”

“Sîstemeke ku mirov daxwaz bike sîstema Kurdistana serbixwe û yekgirtî ye. Lê niha em ji wê hedefa xwe ya sitratîjî dûrin. Heta em bigihêjin wê hedefê emê gelek sîstemên rêveberiyê li parçeyan bibînin û em dibînin jî.”

“Gelek xwendeyên me li tunebûna dewleteke navendî dinêrin û we hizir dikin ku mîrateke me ya xwe bi xwe rêvebirinê tuneye û di warê xwe birêvebirinê de jî xwe mahkûmê ji sifrê de destpêkirinê dibînin. Ev nerîneke oryantalîst e.”

“Ji niha de ji bo sîstema rêvebirina Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî em nikarbin şîmayekê sîyasetê ferz bikin jî, em dikarin çarçoveyekê jê re dahînin.”

“Kurdistana serbixwe û yekgirtî divê ne Unîter be û di hundir xwe de gelek teşeyên xwe bi xwe rêvebirinê bihewîne. Li gor şert û mercên damezrandinê û pêvajoya têkoşînê di nav parçeyan de formên federal, konfederal, herêmên xweger (Otonom) dikare bibe parçeyek ji modela rêvebirina me.”

“Di nav tevgerên rizgariya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgariya neteweyî ya kurdan nîqaşên teorîk nekiriye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Xandî, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an neteweperwerîyê nayên. Li goreyî wan ew netewene û mafê wan heye ku neteweyên wan bi dewlet bin.”

“Rabêjeke PKK ê ya bi hedarî tuneye ku em bikaribin pênase bikin. Di van 20 salên dawîn de PKK ê 4-5 rabêj guherîne û ev ne mijareke teorîke. PKK bi teorîyê piraktîka xwe saz nake. Berevajî wê ji bo piraktîkên xwe yên Konjonkturî hin teorîyan saz dike.”

“Di mijara dewletbûn û dij-dewletbûnê de, rabêja PKK û piraktîka PKK heman tiştî nabêje. Di cîyên ku kontrola PKK ê ya leşkerî tê de heye, piraktîka PKK ê piraktîka jêr dewleteke otorter û totalîtere, ne ku piraktîkeke dije dewlet e.”

“PKK bi terza rêxistinên xwe, bi têkilîyên li gel dewlatan datîne û cîyên lê serwer, bi fehmê dewletan tevdigere. Daxwaz ne dewleteke navendîye, lê di bin serweriya dewletên navendî de jêr-dewlete. Alternatfa pkkê ya li hember dewletan ne bê dewletîye, lê jêr-dewleteke partîyî ye.”

1- Di nava kurdan de fikrên gelek cuda, hizbên dijberî hev hene, lê tu ji kê re behsa meselaya kurdî bikî, teqez hemî gazinan ji cudatiyan dikin û hêviya yekîtiya kurdan dikin. Hewqas kes hem behsa yekîtiyê dikin lê çima ev perçebûn ev dijberîtî çima?

Derbarê “yekîtî”yê cenabê te dikare çi bêje?

Hebûna gelek hizbên cuda xwezayî ye. Kurdistan welatekî berifreh û netewa kurd neteweyek qedîme. Ev netewe di hundirî hizbekê de hilnayê. Ji xwe hizb, partî bi wateya li ser hin cudatîyan xwe bi rêxistinkirin tê. Partî ango parçeyek, qismek ji civatê. Partî bera partî be wê hemberîyeke wê di nav civatê de hebe û cudatîya partîyê ji yên din zelal be. Li Bakurê Kurdistanê pirsgirêk ne di hebûna gelek partîyan deye. Heta hûn ji min bipirsin hejmara partîyên me hindikin jî. Ji bo neteweyekî ku serjimara wê 15-20 milyon be hebûna 7-8 partîyan çima zêde be? Di mijara hebûna gelek partîyan de pirsgirêka me ya herî mezin li Bakûrê Kurdistanê hebûn û xurtbûna partîyên Tirkiyeyê ye ku piştgiriya van partîyên dagirker di nav girseyan de ne kêmî partîyên me ye. Ev karesateke sîyasî ye. Pirsgirêka partîyên me jî ne hejmara wane. 4-5 partîyên me bi heman peyvan xîtabî heman girseyan dike û di civatê de hemberîyeke civakî peyda nekirine. Ji qabîlîyeta temsîl kirina civakî bêpar û di rojeva sîyasî de bê bandorin.

“Di nav girseyan de hêvî û daxwaza yekîtîya partîyan û yekîtîya kurdan jî xwezayî ye û nîşaneya nirxên neteweyî ye”

Mijara yekîtîya kurdan û yekîtîya partîyên heyî du tiştên cuda ne. Di nav girseyan de hêvî û daxwaza yekîtîya partîyan û yekîtîya kurdan jî xwezayî ye û nîşaneya nirxên neteweyî ye. Lê heman tiştî ji bo banga yekîtîya partîyan ji rêveberên van partîyan re nikarim bêjim. Bi sedema ku çend kadro bi alîgirên xwe re partîyek nû ava dkin û dibe sibê banga yekîtîya partîyan dikin. Ev nabe û ne samîmîye. Ger partîyeke din ku hûn dikarin pê re yekîtiyê çê bikin hebû we ji bo çi partîyeke nû ava kir? Avakirina partîyeke nû tê wateya ku hûn ji partîyên heyî ne razîne û hûn îdîa dikin ku partîya we ava kiriye dê valahiya sîyasî dagire û bi bernameya xwe bi kar û barên xwe wê ji partîyên din cudatir tevbigere û xwe bispêre zemîneke civakî ya cuda. Başe li paş îdîaya xwe bisekinin û bera bibin partî. Ev ne pozbilindîye ku partîyek bibêje ez ji yê din cudatir û sîyasetên min rasttirim. Berevajî wê ger ev îdîa te nebe pêwîstî bi te nîne ku tu partîyeke nû ava bikî. Her dem nîqaş û banga yek kirina partîyan xapandine, hewildana veşartina bêkêrîya sinfa siyaseta me ye. Ger bira partî bin divê li ser bernameyeke sîyasî bi hev re kar kirin bê nîqaş kirin. Lê bernameyeke kar li holê ne xuyaye.

“yên ku bi aydîyeta Kurdistanê dewletbûna netewa Kurd ji xwe re neke hedef û her dem behsa yekîtîya neteweyî dikin an xwe dixapînin an jî me dixapînin”

Yekîtîya kurdan an yekîtîya neteweyî têgîneke moderne û pêkanîna wê li ser aydîyetên modern pêkane. Di serdema modernîtê de ev aydîyet aydîyeta welat û netewê ye û dewletbûnê ji xwe re dike hedef. Ango yên ku bi aydîyeta Kurdistanê dewletbûna netewa Kurd ji xwe re neke hedef û her dem behsa yekîtîya neteweyî dikin an xwe dixapînin an jî me dixapînin. Aydîyeta partîyan di hundir van aydîyetên blind de watedare û dikare kêrî bi cîh anîna yekîtîya neteweyî bê.

Dikarim bêjim ku sedema pêknehatina yekîtîya neteweyî ya esasî lawaz mana aydîyeta welat û netewê ye. Berevajî vê ya xurt mana aydîyetên jêrîn (ku aydîyeta partîyan jî yek ji wane) astenge li ber yekîtîya neteweyî. Sedema din jî ewe ku dewletbûn ango taleba desthilatdariya navendî lawaze.

Pustên heman beş