Fuat Önen
Beşa 3: Pratîka PKKê pratîka jêrdewleteke Otoriter û Totalîter
3.Gelo di nav kurdan de fikra neteweperweriyê hatiye teorîzekirin? Di warê netewepeweriyê de di nav kurdan de bêserûberiyek (complexity, confusion) tuneye gelo? Li gor cenabê te çi pirsgirêk hene di vî warî de?
Teorîya netewe bi xwe nîqaşbar e, teorîyeke standart ya ji alîyê akademîyan de heta ji alîyê ekolên fikrî de jî tê pejirandin tuneye. Heman tişt ji bo teorîya netewepeweriyê jî derbasbar e. Bi qasî ku ez dizanim, di dema şerê cîhanê yê yekemîn de gengeşîyek xurt li ser teorîya netewe û netewepeweriyê çêbûye (nîqaşên li ser mafê çarenûsî, aforzîzmayên Lenin, pirensîbên Wilson…). Di dema şerê cîhanê yê duyemîn de ev nîqaş di ser nîjadperestîyê de meşîyaye. Û ji têkçûna sîstema Sovietê û vir de ango di dema şerê cîhanê yê sêyemîn de nîqaş li ser teorîya netewe û netewepeweriyê ji nuh ve xurt bûye. Ya balkêş ew e ku di demeke ku tê gotin dawî li neteweyan û netewe-dewletan hatiye de ev nîqaş ji nuh de gûr dibe. Ji vê jî dîyar e ku ev nîqaşeke sîyasî ye û her aliyek dixwaze sîyaseta dewletan bi hin teorîyan bixemilînin.
“Di tevgera rizgariya neteweyî ya me de serxwebûnxwazî bûye helwesteke awarte”
Di nav tevgerên rizgariya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiriye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an netewepeweriyê nayên. Li goreyî wan ew netewe ne û mafê wan heye ku neteweyên wan bi dewlet bin û xwe bi xwe birêve biBin. Û ez bawer nakim ku ev ji eşqa me ya teorîyê tê. Li vir bêserûberîyek heye. Lê ev bêserûberî ne teorîk e lê sîyasî ye. Di tevgerên rizgariya neteweyî de li her derê cîhanê serxwebûnxwazî asayî ye. Di tevgera rizgariya neteweyî ya me de serxwebûnxwazî bûye helwesteke awarte. Bêserûberî ji vir tê. Îjar hin alî ji bo vê helwesta awarte biparêzin teorîyên nedîtî bi lêv dikin. Tu divê di pênasekirina netewe de alîgirê teorîya primordial, an konstruktuvist be an jî xwedî ramanek derî wan alîgirê teorîyeke din be. Ji van teorîyan tu jî nabêjin bila Kurd nebin dewlet li ser axa xwe.
Bi ya min pirsgirêka esasî ewe ku, xwenedeyên Kurdistanê û bi taybetî sinifa sîyaseta me aîdîyetên modern yên bilind (aîdîyeta welat û netewe) dane hundirandine û li ser van aîdîyetan desthilatîyek navendî nakin hedefa sîyaseta xwe ya esasî. Di helwesta sîyasî de tunebûna hişmendîya dewletê rê li sergêjîyên teorîk vedike.
Rabêja (discourse) PKK a dijî netewe-dewletbûn û sîstema ku hewl dide li Rojavayê Kurdistanê ava bike, dikare wek post-neteweyî (post-nationalistic) bê pênasekirin?




