Yekitiya kurdan û partîyên kurdan ji hev cudaye

Yekitiya kurdan û partîyên kurdan ji hev cudaye
  • Fuat Önen

Beşa2: Rojavayê Kurdistanê di hundir Bakurê Sûrîyê de veşartin.

  1. Kurdistan di nav çar dewletan de parçe bûye. Her parçeyek xwediyêî çand û zaraveyekî cuda û sîstemeke cuda ya siyasî ye. Li gor cenabê te ji bo hemû Kurdistanê sîstemeke ku mirov daxwaz bike heye, an li gor te Kurdistan divê çawa were rêvebirin bi kîjan sîstem û dezgehan?

Sîstemên rêvebirinê li gorî rasteqînîyên neteweyan û mercên cîhanî teşe digirin. Netewe jî di pêvajoyeke dûr û dirêj de ji alîyekê de ava dibin û ji alîyê din de tên ava kirin. Ango di tevaya neteweyan de taybetmendiyên avabûyî û yên avakirî hene. Sîstemên rêvebirinê xwe disipêrin wan rasteqînên avabûyî û îradeya avakeran. Ger li vir em neteweyên otokton û alakton ji hev cuda bikin em dikarin bêjin ku di neteweyên alakton de avakerî, di yên otokton de avabûyînî tayînker e. Heman tişt di sîstemên rêvebirina neteweyan de jî heye. Ji ber vê yekê ye ku sîstema rêvebirinê ya DYA yekane ye û sedema wê alaktonîya “neteweyê” Amerika ye. Dewleteke yekgirtî ku ji 51 jêrdewletan pêk tê xwe disipêre pêvajoya avakirina vî neteweyî. Heman tişt ji bo Sistema Serweriya Tirkan jî dikare bê gotin. Ev sîstem jî di pêvajoya avakirina neteweyekî alokton de teşe girtiye. Di erdnîgarîyeke pir netewe û pir welat de avakirina neteweyekî alokton bi sistemeke jenosidal pêkan e. Lewma Sîstema Serweriya Tirkan (SST) li dinê sîstemeke aşkere jenosidal e.

Aloktonên Africa Başûr jî li ser otoktonên wê derê sîstemeke jenosidal ava kiribûn. Lê dikarim bêjim ku SST ji sîstema apartheid ya Africa Başûr jî jenosidaltir e. Weke encam em li kîjan sîstema rêvebirinê binêrin emê bibînin ku dîroka li pişt wan û îradeya avakeran di teşeyên sisteman de tayînker e.

Em werin ser sîstemeke rêvebirinê ya li tevaya Kurdistanê:

A- Sîstemeke ku mirov daxwaz bike sîstema Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî ye. Lê niha em ji wê hedefa xwe ya stratejîk dûr in. Heta em bigihêjin wê hedefê emê gelek sîstemên rêveberiyê li parçeyan bibînin û em dibînin jî. Li Başûr sîstema rêveberiyê ya fifti-fifti yek ji wan bû. Sîstemeke ne asayî û ne neteweyî be jî di avakirina Başûr de wê sîstemê roleke erênî jî girt. Ne dîyare ku ew sîstem dê ber bi çi ve biherike. Bi sedem ku ne dewleteke serbixwe lê di şikil de federal, di piraktîkê de weke konfederal xweya dike em nikarin vê sîstemê weke model binirxînin. Lê aşkera ye ku ev teşe bi sosyolojîya Kurdistanê û balansa hêzên hundir û derve re û bi îradeya avakeran re girêdayî ye û demkî ye.

Li Rojavayê Kurdistanê sîstema rêvebirinê ya Kantonan jî nimûneyeke nedîtî ye. Sistema kantonan bi argumentên dije netewe hatibe avakirin jî di ser kantonan re sînorên rojavayê Kurdistanê dîyar bûbû. Lê piştî vê dîyarbûyinê îradeya avakeran ji nuh de sînor nedîyar kirin û rojavayê Kurdistanê di Hundir Bakurê Sûrîyê de veşartin. Divê mirov di teşeyên sîstemên rêveberiyê de ne dogmatîk be. Di avakirina her dewletê de teşeyên nuh dikare derkeve.

B- Li Kurdistanê zêdeyî du hezar salan in ku dewleteke navendî ava ne bûye. Lê Kurdistan tu caran ji dewletan xalî jî nebûye. Ji alîyekî de her cure dewletên dagirker ketine Kurdistanê. Lê serweriya van dewletên dagirker serwerîyeke derveîn e. Heta bi sedsala 19mîn jî dagirkerî fenomeneke derveîn mayî ye. Ji ber vê yekê ji alîyê din li Kurdistanê gelek formên jêrdewletî hikum kirine ku vana teşeyên rêvebirinê yên xwemalî ne. Gelek xwendeyên me li tunebûna dewleteke navendî dinêrin û we hizir dikin ku mîrateke me ya xwe bi xwe rêvebirinê tuneye û di warê xwe birêvebirinê de jî xwe mehkûmî ji sifirê de destpêkirinê dibînin. Ev nerîneke orientalist e. Têra xwe mîrateke me ya sîyasî û xwe birêvebirinê heye. Eşîretî, mîrnişînî, konfederasyonê eşîran, mîrêmîranî, kenfederasyonên mîran û gelek teşeyên din yên herêmî di warê xwe bi rêvebirinê de mîrateke dewlemend e.

C- Ji niha de ji bo sîstema rêvebirinê ya Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî em nikaribin şemayekê sîyasetan ferz bikin jî, em dikarin çarçoveyekê jê re dahînin.

– Ev sîstem divê bi rasteqînîya netewe û welêt re li hev be. Divê îradeya avaker van rasteqînîyan bin pê neke. Em ji nih de neteweyekî naafirînin. Îradeya avaker ne afirînerê netewe ye. Îradeya avaker ji bo neteweyekî heyî rêya xwe birêvebirinê vedike ango rizgarker e.

– Em neteweyekî dereng mayî ne di dewletbûyinê de. Ev ji bo me rewşeke negative. Neteweyên din di ser dewletên xwe re li ser dika dîrokê nin. Em hîna bi hezaran xortên xwe feda dikin ji bo ku karibin derkevin ser dika dîrokê. Lê di her negativîyê de pozîtîf yek jî he ye. Bi giştî dewletên heyî bi teşeyên otoriter, totaliter hatine ava kirin. Piştî şerên navxweyî bi dehan sal gihiştin teşeyên pirdeng û pirreng. Sistema rêvebirîya Kurdistanê divê di serî de pirreng û pirdeng be. Weke nimûne ev dewletên heyî ji bo ku zimanekî fermî saz bikin gelek ziman û zarava ji holê rakirine. Em dikarin rêz li gişa zaravayên xwe û zimanên kêmarên Kurdistanê bigirin ku sîstema xwe li ser pir zimanî û pir zaravayî ava bikin.

– Kurdistana serbixwe û yekgirtî divê ne unîter be û di hundir xwe de gelek teşeyên xwe bi xwe rêvebirinê bihewîne. Li gor şert û mercên damezrandinê û pêvajoya têkoşînê di nav parçeyan de formên federal, konfederal, herêmên xweger (otonom) dikare bibe perçakî modela rêvebirina me.

-Kongreya Neteweyî divê valatîya bêdewletîyê dagire û weke dewleta sibê ji îro de bê programkirin. Kongreya Neteweyî divê bibe navnîşan ji bo gengeşî û çareserkirina van kêşeyan.

Pustên heman beş