NY: 27 hezar zarok di Kampa Holê de bi metirsiya radîkalbûnê re rûbirû ne

NY: 27 hezar zarok di Kampa Holê de bi metirsiya radîkalbûnê re rûbirû ne

Neteweyên Yekgirtî radigihîne, nêzî 27 hezar zarokên DAIŞê li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê di rewşeke xirap de dijîn û bang li welatan dike ta ku wan zarokan vegerînin welatên xwe.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî di pirsên dijî terorê de Vladimir Ivanovich Voronkov di civînene nefermî ya Encûmena Asayişa Navdewletî de ku duhî bi awayekî online hatibû girêdan got: “Rewş ji bo zarokên ku di kampa Holê de dijîn tirsnak e, ev yek ji dozên herî pêwîst e ku divê kar li ser were kirin.”

Voronkov diyar kir, nêzîkî 27 hezar zarokên DAIŞê di kampê de asê man û di wê çarenivîsê de hiştin ku metirsî heye di nava kampê de bikevin bin bandora tundrewiyê.

Wî berpirsê Netewên Yekgirtî diyar kir, zarokên 60 welatan di kampên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de asê man e û got ku welatên wan zarokan di ber çarenivîsa wan de berpirsyar in.

Kampa Holê li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ye ku yek ji mezintirîn kampên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye û niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Pustên heman beş