Di 28 ê Şubatê de li Stêrk TV de hevpeyivîneka rêveberê PKK ê Cemîl Bayik hate weşandin. Hevpeyivîn li ser azadiya jinan, şoreşa mirovahî, jîyana Evdila Ocelan li îmralî û hwd hatibû şêlandin lê Her çend hevpeyvîn bi van mijaran hatibe xemilandin jî, bingeh û cewherê mijarê dijminatiya Cemîl Bayik ya li dijî Kurdan, dijminatiya Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî dijminatiya PDK ê mijara esas bû. Ya rast, Cemîl Bayik ew axaftina dirêj tenê ji bo ku PDK wekî ajan dîyar bike, kiribû.
Bi rastî, Cemîl Bayik ew axaftin kir da ku hevkariya xwe û rêxistina xwe bi dagirkerên herêmî re li dijî Kurdistanê biveşêre. Loma jî êrîşî çep-ras dikir.
Dîroknasê Amerîkî Howard Zinn wiha dibêje: “Heke hûn dîrokê nizanin, diyare ku hûn duh çêbûne. Ger hûn duh xuliqîbin, her serok dikare çîrokekê ku ew dixwaze ji we re vehîne!” Cemîl Bayik di hevpeyvînê de tam çîrok gotiye, lê em rastîya dîrokê pirr baş dizanîn.
Yên ku rastî ya dîrokê dizanin bila rabin ser xwe û biaxifin. Ji ber ku di raboriya dîroka Cemîl Bayik de gelek cînayet, pêwendiyên rêxistinên îstixbaratî û kuştina hevalên xwe hene ku Cemîl Bayik keseke ku divê qed û qed behsa Kurdistanê neke. Cemîl Bayik ne ew kese ku bang li partîyeke mîna PDK bike ku va 100 sale tekoşîn dike û bi sed hezaran şehîd ji boy kurdistanê dane, Cemîl Bayik nikare vê partîyê wekî ajan binav bike. Di şert û mercên normal de, kesê ku bi qasî Cemîl Bayik îxanet li miletê xwe kirî, divê li dadgeha netewî de were darizandin. Her weha Cemîl Bayik, berpirsiyarê cînayet û kuştinên navneteweyî ye, divê li dadgehên navneteweyî were darizandin. gelo çima?
Gelo dezgehên îstixbarata Rojhilata navîn di nava Kurdan de herî zêde navê kê tercih dikin?
Di nav rêxistinên Kurda de, rêxistina ku bi îstîxbaratên dewletên dagirker re têkilîyan datîne, bi wan re tevdigere û ajandayek hevpar saz dike PKK ye. PKK, li Tirkiyê Mît , li Sûriye Muxabarat, Îranê îtîlaat; Ji dema Seddam heya nûke li Iraqê li gel hêza Emindewlî, li Rûsî KGB, li Romania Securitate, li Yewnanîstanê EYP re din ava têkilîyan daye. Ango dîplomasîya Pkk ê li gel rêxistinên emînî û îstixbaratîye, ne li gel baskê sîyasî. Berê, têkilîyên bi vî rengî yên PKK nediyar bûn, her kesî digot PKK tenê gerîla, berxwedan, stran û dilan e. Lêbelê, li ser rûyê çîyayê qeşayê yê neberçav, nasnama vê rêxistinê bûye têkilya li gel rêxistinên îstîxbaratê, darvekirin, cezakirin, bazirganiya madeyên hişber, bac standin û hewldanên zordarîyê. Ji berku zirufên berê neman êdî PKK vî rûyê xwe nikare veşêre. Mînak; PKK nikare veşêre ku li Şingalê kincên Heşda Şebî li xwe dikin. Ew nikare êdî veşêre ku PKK zarokên Kurd wekî kirêgirtî di nava Heşda Şebî de li dijî Kurda bikar tîne. Bi rengekî her tişt deşîfre dibe. Lê tiştên berê hatîn veşartin hene ku kes pê nizane. Bi taybetî dîroka kesane ya Cemîl Bayik dîrokek reş û veşartî ye.
Mînak, dema ku Mezlûm Doxan hatiye girtin çawa çêdibe ku ereba Cemîl Bayik eynî cîhê ku kontrola leşkerên Tirkra lê hebûye re derbas dibe, girtina Mezlûm Doxan hîn jî bo gomane. Dema ku bi dehan kes li Elezîzê di Gulana 1979 an de hatin girtin, nayê nizane ku çawa Cemîl Bayik hate berdan. Dîsa kes nizane ku mala Hayri Durmuş û Ferhat Kurtay lê diman ji alîyê birayê Cemîl Bayik ve anku Mistefa ve hatîye îxbarkirin û ew herdu endamên pêşeng bi vê îxaneta birayê Bayik hatine desteser kirin.
Cemîl Bayik 41 sala di bin parastina Muxabarat-Îtlaatê de jîyaye û ji bin menzîla wan derneketîye
Têkiliya Cemîl Bayik bi rêxistinên din ên îstîxbaratê re jî, hertim cihê şik û gomanê ne. Cemîl Bayik di salên 1980 û vir de li gel rêxistinên îstixbaretên herêmî mil bi milê hevdu bûn.
Cemîl Bayik piştî sala 1980 ya li sînorê Tirkiya derbas bûyî cara duyem jî sala 1988 an li ser herêma Botanê derbasî Sûrî dibe. dîsa sala 1992 dema ku PKK ê êrîşî PDK-YNK kirî, cîhê şer berdide û derbasî Quleban – Cûdî dibe. li wir du sê heyva dimîne û dîsa derbasî Sûrî dibe. Derveyî van derbas bûna Bayik tu carî li bakûr nemaye. Cemîl Bayik 41 sala di bin parastina Muxabarat-Îtlaatê de jîyaye û ji bin menzîla wan derneketîye. Cemîl Bayik bi erebeyên Îtllatê di çû balefirgeha Tehranê û li wir di çû Şamê. li wir jî erebeyên Mûxabiratê ew ji balefirgehê wergirt û dibir mala wî. Cemîl hevqas bi Îstixbaretên herêmî re dinava têkilî û dostanî de bû.
Kurdkujekî weke Cemîl Bayik cîhê wî ne li ser kursîkên Sîyasetê ye belku cîhê wî li ser kursîkê dadgehê ye
Cemîl Bayik li ser ferman û xwasteka Îstixbarata Îranê, serkirde kî weke Sîpan Rojhilat yê xwedî şayîn û erk ji bo şoreşa Rojhilat (Şapur badoşîva) di 5-10-2004 ê nêzî kempa Mexmûrê da revandin û demekî nêz de jî ew da înfaz kirin. ji bo Şoreşa Rojhilat bikeve bin wesayeta Îran û PKK ê, Sîpan Rojhilat hate qetilkirin. Cemîl Bayik di sala 2000an de Endama hezên taybet Gûlan Garzan ya ku di navbera PKK ê MÎT ê de qasidî dikir ji bo ku ne axive, 7ê xizîrana 2002 de bi şêwazê xendiqandinê da kûştin. Ango Cemîl Bayik endamên rêxistina xwe jî bi pilangêriya îstixbaretên dagirkeran dikuştin. Bayik di salên 1984 heya 1997 bi sedan qîz û xortên ji bo şoreşê tevlî Pkk ê bûyîn bi hinceta “ez xeta partîyê diparêzim” kuştin û berze kirin. Cemîl Bayik palpêştê bi sedan cînayetên sîyasî ye. Tiştê ecêp û balkêş Cemîl Bayik heya nûke yek gulle bernedaye leşker û karmendên dijminî. Hertim Kurd kuştine. Kesekî weke Cemîl Bayik çawa dê bikare ji PDK ê re bibêje “soz bide û dev ji ajantî yê berde” ev kese vê ciretê ji kê û kîve digire. Kurdkujekî weke Cemîl Bayik cîhê wî ne li ser kursîkên Sîyasetê ye belku cîhê wî li ser kursîkê dadgehê ye.
Li dinyayê de du hêz tu carî nabêjin Hikûmeta Herêma Kurdistan yêk Tirkîye ya dî jî PKK ye. Her dû jî ava yêk kanîyê ne
Kesekî weke Cemîl Bayik xwedî dîrokek tarî û reş van axiftinan dike. Bayik di wê axiftina xwe de tenê peyam daye PDK ê. heman dem Bayik di axiftina xwe de girêdana xwe ya bi hevpeymanî ya li gel Îran û Iraqê jî deklere kirî ye. Cemîl Bayik ji Îran û Iraqê re dibêje ger hûn êrîşî Kurdistanê bikin emê pêşîya we bikevîn êrîşê. Dîsa Bayik hemû axiftina xwe de dibêje Başûr, ew qed behsa Hikûmeta Kurdistanê nake. Tenê dibêje PDK. Bi zane bûn vê peyvê bikar tîne. Hikûmeta Kurdistanê weke PDK destnîşan dike. Ev jî berevejîkirina rastîya desthilata fermî ya Kurdistanê ye. Li dinyayê de du hêz tu carî nabêjin Hikûmeta Herêma Kurdistan yêk Tirkîye ya dî jî PKK ye. Her dû jî ava yêk kanîyê ne. Her du hêz jî armanc dikin ku statûya Herêma Kurdistanê jinav biçe.
Jîyana Cemîl Bayik a 45 salî, bêwujdanî, tarîtî û peymanên pişt dergehên veşartî derbas bûye
Nûke zilamê yekê yê PKK ê Cemîl Bayik e. Li ser şûpa Iraq,Tirkîye û Îranê dimeşe û ligel wan dijî Hikûmeta herêma Kurdistanê di cephê dije-Kurda de cî digire. Ew ji bo xwe û partîya xwe liser esasê firutina Kurdistanê, cî digere. Jîyana Cemîl Bayik a 45 salî, bêwujdanî, tarîtî û peymanên pişt dergehên veşartî derbas bûye. Mil bi mile rêxistinên îstixbaratê nêçîra ciwan û destkeftên Kurda dike. Keseke weke Cemîl Bayik ne bes tenê mafê wî tuneye pîvanên yekîtîya Netewî dayne belku xwe mafê wî tuneye ku behs jî bike.
Cemîl Bayik keseke metirsîdare. Di vê pêvajoya dîrokî de ya ku ji bo gelê me derfetên mezin peyda bûyî, kesên weke Cemîl Bayik zirarê didin qezîya Kurd. Pêwîste ronakbîr û rêberên netewa Kurd yên rast derkevin pêş û pêşî yê li kesên weke Cemîl Bayik bigirin.