Tirkiyê fermandarekî PKKê kuşt

Tirkiyê fermandarekî PKKê kuşt

Fermandarekî rêxistina PKKê ku di lîsta reng sor ya dewleta Tirkiyê de lêgerîn ji boy dihat kirin, di êrîşekê de hat hedef kirin.

Li gor agahiyên di destê me de, arteşa Tirkiyê fermandarekî PKKê bi navê Bedredîn Bedirxan bi kod navê Îbrahîm Şengul, li Xetayê hedef kirîye û ew kuştiye.

Navbûrî di lîsta reng sor ya dewleta Tirkiyê de lêgerîn ji boy dihat kirin û îro wezareta karên navxwe ya Tirkiyê hedef kirina wî îlan kir.

Li gor agahiyên pêgeha Darka Mazî, Bedredîn Bedirxan li sala 1995an li nêzî gundê Reşave li devera Nihêlê a girêdayî qeza Amêdîyê li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkirî û rêxistinê dîtîye, hemwext li gelek navçeyên Bakur û Başûrê welat erkên rêxistinê wergirtine.

Ev fermandarê PKKê bi eslê xwe tirke û ji çepên Tirkan e û li salên notan tevlî refên PKKê bûye.

Pustên heman beş