15 Sibatê komployek navnetewî bû yan ji xwasteka Ocelan û Tirkiyê bû?!

Di ser hatina Evdila Ocelan ji bo Tirkiyê di 15 Sibat 1999 de 23 sal ders bûn. Berîya hatina Ocelan ji bo tirkiyê û piştî hatina wî jî, pirr tişt hene hêj ron nebûne. Bûyerên berî Sibatê û piştî 15 ê Sibatê qewimîn, ji hêla Ocelan û PKK ve wekî berxwedankî mezin ku li dijî zalimkara tê kirin tê nîşandan. Dewleta Tirk jî vê yekê wekî operasyonke serkeftî dide destnîşan kirin. Lêbelê, di navendê de ne berxwedankî Ocelan ya lehehengî heye û ne jî hêza serkeftina mezin a artêşa Tirk heye. Ev Bûyer bi danûstandinên Ocelan-Tirkiyê yên di navbera salên 1996-1998 de pêkhatî girêdayî ye.

Yek wate ji boy komploya 15ê Sibatê heye

Dewleta Tirkiyê mîsyonekî nû da Ebdulla Ocalan

Tenê yek Wateya komploya 15 ê Sibatê heye, ew jî ev e: hêzên di nav dewleta Tirkiyê de ên kûr, mîsyonekî nû dane Evdila Ocelan. Di navbera Evdila Ocelan û dewleta Tirk de peymanek nû hatibû çêkirin.

Beriya cûntaya 12 ê eylüle 1980 an, Evdila Ocelan di sala 1979 an de ji sînorê Pirsûs û Kobanî derbasî Sûriyê bû. Her çend Evdila Ocelan derbasbûna xwe ya Sûriyê wekî “encama pêşbînî û zîrekiya xwe ya mezin” binirxîne jî, lê komek mezin a mirovên pispor heye ku ew difikirin Ocelan bi destê dewleta kûr a Tirkan li Sûriyê hatîye bicîh kirin.

Komara Tirkiyeyê kevneşopiyek dewletî û hişmendiyek dewletparêzî, ji qedîm da heye. Dewlet dibîne ku pirsgirêka Kurd ji bo wî pirsgirêkek pirr ciddî û xetere.  Tirkiyê ji 1960 an û virde dosyayek taybetî a Kurd heye. Dema ku mirov agahî û bûyeran tîne bahev bi zelalî tê dîtin ku aqilê dewleta kûr ya tirk Evdila Ocelan şandiye Sûriyê.

Evdila Ocelan ji sala1979 heya 1998 an 19 salan ji xeta Sûriye-Şam ê PKK birêve birîye. Ocelan hebûna xwe ya li Şamê venaşêrtî ye. Ewî dikarî bi tenê erebeyek û şofêrekî li ser xeta Beyrût, Beka, Şam, Heleb û Laziqiyê bi serbestî bigere. Ji çar aliyên Tirkiye û cîhanê mirov dihatin ziyareta wî.

Li dadgeha Ergenekon de xweya bû ku Ocalan di bin parastina baskekê dewleta kûr da dijît

Ocelan, di sala 1980 de, li xaniye kî 10 qatda dima. Heman dem li wî xanî de ataşê leşkerî yê Tirkiyê jî dijiya. Piştî sala 1992 ê, Ocelan li qesrekê du tebeq û têde hewizek jî heyî dima. Hemî endamên berê yên PKK ê diyar kirin ku li vi xaniyê li derveyî Şamê Ocelan 8 salan lê dijiya û parastinekî teybet tune bû. Ji ber vê yekê jî, wî ji Tirkiyeyê êrişek hêvî nedikir.

Li dijî Ocelan 6 ê Gulana 1996 de teqandina wesayîteke bombebarkirî li nêzîkî dibistana perwerdehiya PKKê ya li Şamê çêbû. Di 2009 de, Yalçin Kuçuk ê, ku ev kese mirovê dewleta kûr a Tirkiyê ye, got ku wî Evdila ocelan li ser vê teqînê hişyar kirî ye. Yalçin Kuçuk diyar dike ku wî bi fermana serokwezîrê wê deme yê Tirkiyê hişyarî daye Ocelan. Ango çeqekî yê dewleta tirk ne dixwest Apo were kuştin û ew hişhar kirî ye. Li dadgeha Ergenekonê de derket ku Ocelan di bîn parastina baskekî dewleta kûr de dijit.

Lê rojên ku Ocelan ji Şamê barbike nêzîk bibûn.

Gelo, çi çêbû ku Tirkiyê ji nişkêve xwest Ocelan ji Sûrîyê derbikeve.

Hêzên kûr ên ku di 1997-98 an de Tirkiye birêve dibir mijara pirsgirêka Kurd de stratejîya xwe diguherînin. Ji ber ku pergala cîhanê di nava gurankarîyekê de bû. Di vê pergala cîhana ku diguhere Kurd xwedî cihekî girîng bûn. Êrîşa Seddam a li ser Kuweytê serdema nû ya Kurdan dide destpê kirin. Başurê Kurdistanê di navenda pêvajoya siyasî de rûnişti bû. Ji Tîrmeha 1991 an ve, herêma başûrê Kurdistanê dinava paralela 36 de hate parastin û îlankirin. Herêma Kurdistanê ji hêla Hêza Çakûçî ve, bi hêzên Brîtanya, Emerîka, Frensa ve di hate parastin. Dewleta Tirkiyê ev yêk ji bo xwe weke kiryarekî neyarî dît û bi navkir. Tirkiyê, ji livîna Kurdan li herêmê de dilteng bû. Pêvajoya raperîna li başûrê Kurdistanê nexşeya Kurdistanê xist rojeva cîhanê. Seddam mufetîşên çekên kîmyewî yên Neteweyên Yekbûyî ji Iraqê qewitandi bûn. Êdî Emrîka ji bo dawî anîna desthilatdariya Saddam Husên ketibû nava xebatekî lezûbez.

Tirkan xwest ku “kurdên xwe” biafirîne

Ew zilamê li Şam ê razayî tê şiyar kirin û planekî nû didin pêşîya wî

Di 24 ê Çirîya Paşiyê ya 1997 an de, li başûrê Kurdistanê di navbera hêzên siyasî de agirbest çêbû. Emerîka ji bo yekbûna Kurdan hewlek taybet da meşandin. Tirkiyê dît ku dê Kurd bibin hêzkî sereke li herêmêde, û ev rewş wê Tirkiyê têk bibe. Geşedanên li başûrê Kurdistanê, netewe perwerîya kurd xurt kir û ji bo kurdan bû xaleke balkêş. Tirkiyê xwest ku vê rewşê bide sekinandin. Ji bo vê yekê, tirkan xwest ku “kurdên xwe” biafirîne û bêxe nava liv û tevgerê. Ji bo vê yekê, em dizanin ku di 15 ê Sibatê de komployek heye, ew jî ji bo ku şînbûna netewa Kurdistanê li başur bixeniqîne .li hember baskê netewe perwerên Kurd, baskê ku biser Tirkiyê ve derxistin pêş. Ew zilamê li Şam ê razayî tê şiyar kirin û planekî nû didin pêşîya wî.

Dema ku Emerîka li Waşinton hewlên yekîtîya Kurdan dimeşîne, heman dem de Tirkiye jî di xwaze karta Kurd derxe pêş û di keve nava guherîna planên xwe li Hemberî Nexşeya hêzên navneteweyî yên ji bo Kurdistanê ; Tirkiye jî plana “Kurdên Tirkiyeyê” derdixe pêş .

Gava yekem:

Danustandin di navbera Evdila Ocelan-Yalicîn Kuçuk-Dogu Perînçek de dimeşîyan, lê êdî rasterast danustandin ligel Artêşa Tirk hate despêkirin.

Trafîka hevdîtina despê dike. Gotûbêjên yekem di sala 1997 an de ji bo “ewlehiya borîya Petrolê ya Bakû-Ceyhan ê”, di navbera PKK û dewleta Tirk de li London ê hate kirin. Kani Yılmaz û dîplomatên din ên PKK beşdarî gotûbêjan dibin.

Navnîşana hevdîtinên din ên sala 1997 de hatî meşandin, li Hollanda ye. Amirhêzek ji Sererkaniya Giştî, li ser navê dewleta Tirk beşdarî hevdîtina dibe. Li ser navê PKK jî Kanî Yılmaz û Şahîn Cîlo beşdarî hevdîtinan dibin. Di van civînan de sirên pir mezin veşartî hene. PKK ji bo ku ev sir îfşa nebin û dixwaze Kanî Yılmaz bikuje. Heman dem Kanî Yilmaz sala 2004 an ji PKK ê cûda dibe û hinek rexneya li Evdila Ocelan dike.

Dema ku gotûbêj li Ewropa berdewam dikin li Tirkiyê jî wêneyek din tê çêkirin

Di Tebaxa 1998 de di kombûna serokerkanê Tirkiyê de Rûyê dewletê xweya dibe û biryara pêvajoyeke nû dide. Destpêk ji Serokê Sererkaniya Giştî a Tirkîya Hüseyin Kıvrıkoğlu tê. Kıvrıkoğlu di Tebaxê de dibêje ku “divê Evdila Ocelan ji Şamê derbikeve”.

Evdila Ocelan di 28 ê Tebaxê de beşdarî MedTV bû û dibêje em weke PKK, ji 1 ê eylül ê ve agirbest îlan dikîn. Nêzîkî 20 rojnamegerên Tirk beşdarî bernameyê dibin. Di heman demê de bername ji aliyê rojnamegerê tirkiyê yê nasyar Tayfun Talipoğlu tê pêşkêş kirin. Ev rojnamevan hemî, ji hêla fermandarîya serokerkanîya giştî ya tirk ve hatine şandin.

Dûvre, di 15ê Eylûl ê 1998 an de, Fermandarê Hêzên Bejayî General Atilla Ateş  bajarê hatay reyhanli yê ku dikeve ser sînorê Sûriyê, gefên tûnd li Sûrîyê kirin û got” bila sebrame ne fûrê” hişyarî da Şamê.

 Ya duyemîn:

Li 1 çirîyê 1998 an serok komarê Tirkîya Silêman Demîrel hişyarî da û got “êdî sebra me nema”. Tiştê livir Balkêş ewe ku ti berpirsênTirk ji Sûrîyêre nabêje “Evdila Ocelan radestî me bikin”. Lêbelê Tirkiye tenê daxwaz dike “Evdila Ocalan li Sûriyê” were derxistin. Êdî pêwîste Ocelan biçe cîhek din.

Dê Ocelan biçe ku derê?

Di 9 çîrîya pêşî de Evdila Ocelan bi pasaportekî sexte ya binavê Abdullah Sarıkurt ji Şamê derdikeve. Balafir di çe Etîna balefirgeha Helikon. Bi vî rengî, Ocelan dikeve nava hatin û çûyîna welatên bîyanî, 130 roja rêvîngîya wî bi balafirê dest pê dike.

Balafira dawî ya Ocelan lê siwar bûyî, ji welatê Kenya yê hat Stenbolê. Ji destpêkê ve dawiya vê gerê diyar bû. Pêwîste derketina Ocelan ji sûrî bi hûrgilyên wekî trafîka navbera welatan, bûyer û mirovan de û hwd neyête şûlîkirin. Hinek di xwazin bi vî şêwazî ser bûyerê bigirin.

Piştî girtina Ocelan ji xeynî Tirkiyê hema bêje her kes tê tawanbar kirin. Li gorî Ocelan; Emerîka, lsraîl, Rûsya, Brîtanya, Yewnanîstan û tevahiya pergala cîhanê li dijî wî komplo pêk anîn, wan hewl da ku wî bikujin û PKK biqedînin. Lêbelê, di rastiyê de hêzek ku dixwaze PKK ê biqedîne û Apo bikuje tune bû. jixwe PKK ne hêzek e ku bi dawî bibe. Ger ku Emerîka û hêzên cîhanî bixwasta, ewa dikarîbûn Ocelan li Şamê bikujin. Hêzek ku dikare li Bexdayê Qasim Suleymanî bikuje, çima nikaribe li Şamê Ocelan bikuje? Bê guman, kesê hewcehî bi mirina Ocelan tinebû.

Ocalan: “divê ez bijîm da rêyê li şerê mezinê Kurd û Tirkan bigrim”

Lê şerê Tirkan yê qirkirina kurdan rexmî ku Apo yê dijît jî, bi tundî berdewame

Her weha, ew jî direwe ya ku dibêjin ger Ocelan hatiba kuştin da biba sedemê şerekî bêdawî di navbera Tirk û Kurdan de. Ocelan nemir, nehat darve kirin jî, lê şerê dewleta Tirk li dijî Kurdan her tim berdewam kir. Li Serêkaniyê li Efrînê hêjî qirkirinek Kurd heye. Ocelan teslîmbûna xwe bi vê hincetê dîyar dike”Ez neçar mam ku min jiyan kiriba da ku pêşî li şerê mezin ê Kurd û Tirk bigirim”. Lê şerê tirkan yê qirkirina Kurda bi rexmê ku Apo dijît jî bi tundî berdewam e.

Çima dema ku Ocelan ji Şamê derketî neçû Kurdistanê?

Cihê yekem ê ku Ocelan bixwesta biçûyê pêwîste Kurdistan ba. Wî ne hilbijart ku were çiyayên Kurdistanê, ku wî bi hezaran xortên Kurd şandibû ku biçin xwe û welêt li wan çîya azad bikin. Lêbelê, gelek serokên rêxistinên Kurda bi salan li wan çiyan mabûn.

Wekî din, rêveberiya başûrê Kurdistanê di wê demê de (PDK û YNK) peyam ji Ocelan re rêkir û got, were Kurdistanê emê te biparêzîn. Iranê jî daxwaz ji Ocelan kir ku ew li tehranê bi cîh bibe. Lê Ocelan hemû derî li van peyaman girtin.

Her çend Rûsyayê mafê rûniştinê dabê jî, lê ew li wir nema. Heman dem welatê Îtalîya jêre got em te teslîmî Tirkiyê nakîn lê dîsa li wir jî nema. Deh roj berî ku Ocelan were girtin, ji Rozerin re dibêje “Ez difikirim ku wextê çûyîna malê hatî ye”. Ocelan çûyîna çiyayên Kurdistanê ji bo xwe xeter dibîne, lê gerîna li dora welêt ji xwere xeter nabîne.

Helwesta Ocelan ya dema girtinê da û karên dûvra kirî ew mija liser hatina wî ya tirkiyê radike.

Ocalan û PKK qala berxwedan û têkoşînek mezin dikin. Lêbelê, helwesta Ocalan ya li dadgehên Tirkîyê de dayî nîşandan û ya Zekî ango Şemdin Sakin yeke, ti cûdahî di navbera wan de tîne. Şemdin Sakik di sala 1998 ji PKK qutbû û çû Tirkîyê. Di dadgehên tirkiyê de bû “şahide nedîyar” û gelek îtiraf kirin. lê helwesta Ocelan ya beramber dewelta Tirk bêtir zirar da destkeftên Kurdan.

Dema ku Ocelan li balafirê bû, weke îtirafcîyekî adî digot, “Diya min Tirk e, heke xizmetek were xwestin, ez ê wiya bikim”. Ocelan ji hemû kadir û endamên xwe re bi sala behsa lehengîya berxwdanvanên zîndanê dikir, lê dema dora wî ya berxwedanê hatî, wî ew axaftinên xwe yên bere jibîr kirin û bû Îtirafçîyê sedsalê.

Pirsgirêk esas ewe ku Ocelan erkekî nû ya dijî Kurd wergirtî ye. Ocelan dema ku 12ê Çiriya paşîn ji Rûsyayê diçû Italia, hevpeyvînek da rojnameya Ozgur Politika, ew dibêje: “Em ji Enqereyê derketîn bûn partî, em çûn rojhilata navîn bûn artêş, em çûn Ewropa em ê bibin dewlet” lê 3 meh şûnda, dema ku Ocelan li balafira Tirkan de bû van tiştan dibêje: Ez ji Tirkiyê û ji gelê Tirk pirr hez dikim, ji gelê Kurd jî hez dikim. Heke dewlet derfet bide min ezê xizmeteke mezin ji Tirkiyê re bikim.

Apo li Îmraliyê ne êxsîre

Ew kesê digot bi çûna xwe ya Ewropa emê bibin dewlet di nava rojekî de hemû fikra xwe guhert û got ger dewleteke kurdan çêbibe ew dewlet wê bibe Îsraîla duyemîn

Ew kesê digot bi çûna xwe ya ewropare emê bibin dewlet di nava rojekî de hemû fikra xwe gûhert û got ger dewletekî Kurdan çêbibe ewê bi be Israîla duyem. Ev jî dê bibe sebeb ku rojhilata navîn bibe gera xwînê.

Ocelan û dewleta Tirk li ser yek xetê gehiştine hev û bi hevra dimeşin, ew jî dîjî bûna dewleta Kurdistanê ye. Apo êdî bûye berdevk, şêwirmend û rêzanê “doza Tirkîya mezin” ya Rojhilata Navîn.

Helwesta Ocelan bi her awayî li ser plansasîya dewleta Tirk ya sedsala 21 ne. Ji bo Berjewendiyên Tirkiyê li herêmê û Kurdistanê projeyên sîyasî çêdike. Jiber vê yekê Apo li Îmralî ne êsîrê. Rewşa li Îmralî heyî Ocelan li ser stratejîya Tirkiyê xwedî erkekî girînge. Dixwaze Tirkiye li Kurdistanê û Rojhilata Navînde bibe hêzêekî sereke. Li ser vê armancê Apo bizavê dike.

Pustên heman beş