Veqetîn ji PKK ê îxanet yan niştimanperwerî?
Yek din ji wan kesên ku ji PKKê qut bûyî Zubêr Îsa ye, ew li sala 1969an li gundê Êdlibê li devera Mizûrî Bala li Başûrê Kurdistanê hatiye dinê. Weke ew bi xwe dibêje ew hêjan xort bûye ku li pey baştirîn çareser ji boy pirsgirêkên Kurd geriya ye.
Ji boy vê yekê paş Enfalên sala 1988an li Başûrê Kurdistanê, li dûv rêyekê geriya ku bizava Kurdan li Başûrê Kurdistanê berdewam be, ew dibêje: “li wê demê PKKê bi silogana sosyalîzm û dadperweriya civakî û silogana azadî û serxwebûn ji boy hemû Kurdistanê li ser sînorên Başûr û Bakurê Kurdistanê bû. Ev silogane ji boy me hejmarek xortan ku li Îranê penaber bûyn, bi temamî yên taze bûn û bi lez bandora xwe li me kir.
Li wê demê xortên Kurd berê xwe dida Ewropayê û me jî nexwest meydanê çûl bikin, me wusa fêm kir PKKe hêzeke sereke ye ji boy çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê, ji ber vê yekê em 14 xortên alîgirên Partiya Demokrat ku li Îranê aware bûyn, li roja 20/10/1989an çûyn cem PKKê daku perwerdehiyê bibînîn û vegerîn Başûrê Kurdistanê û şerê çekdarî berdewam bikîn.
Navê wan 13 kesan ku ez bi wan re çûy evin:
Mistefa Şefîq “Arî”.
Ezîz Weysî.
Elî Teter.
Esed Îsa.
Mîkaîl Mecîd.
Husên Yasîn.
Seîd Îbrahîm.
Hadî Elî.
Qadir Mûsa.
Şewket Remezan.
Medenî Ebdulla.
Sebah Melhem.
Newzad Gelyar.
Me fikir nedikir rojekê PKKe wê ji bo Başûrê Kurdistanê û parçeyên din bibe asteng û pirsgirêk
Em tev Pêşmerge û endamên Partiya Demokrata Kurdistanê bûyn, bera tevlîbûna me di nava refên PKKê de, me wusa fikir nedikir ku rojek wê were PKKe ji bo Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê wê bibe asteng û pirsgirêk.
Bera ku hizir di çûna cem PKKê de bikim, sala 1984an min pirs ji “Mesûm Korkumaz” endamê serkirdatiya PKKê kirbû, ku ger hûn partîyeke mezin, wê mîna partiyên din ên mezin şerê birakujiyê bikin? Go na ti caran tiştek wusa naqewime, ji ber ku me biryar daye şerê birakujî di nava Kurdan de bi dawî bînin. Di go ger partiyên Kurdistanê Gerîlayên me bikujin jî, em berê çekên xwe nadîn wan. Em hatîne pirsgirêka Kurdan careser bikîn.
Lê belê hemû axaftinên wî serubin derçûn, ne bi tenê pirsgirêk careser nekirin, belku bûn pirsgirêk ji boy 3 perçeyên din ên Kurdistanê jî. Li wê demê Egît û endamên PKKê pir basî pêkanîna bereyek Kurdistanî û supayek netewî dikir ku her partiyek nûneratiya perçeya xwe bike. Bo mînak Cemîl Baiyk û endamên din yê serkirdatîya PKKê di çûn nava gel de û wusa duda xweyakurin ku ew nûnerên pirolîtara xizmetkarên Gel n. Van karan mejîkê xortên Kurd ji bo aliyê PKKê radkêşa û hemaseta nîştîmanperweriyê di nava wan de bihêz dikir.
Bi van propagandaya em çûyn ji bo ku cem wan perwerdehiyê bibînin û sûdê ji ezmûna wan wergirîn û vegerîn Başûrê Kurdistanê, lê her ewlî rastî pirsgirêka hatîn. Li destpêka çûîyna me, li bin navê çalakîya serbazî de li gundê “Satê” li navceya Geverê 24 kes kuştibûn û 700 biznên xelkê anîbûn. Ji wan 24 kesan, 6 jê jin û 8 jê zarok bûn û 8 jê şivan bûn û 2 kesên din jî xelkek din bûn. Aliyekê gundê Satê çekê rejêmê pê bû û aliyek din bê çek bûn, ev karesat bi serê aliyê bê çek anîbû.
Dema ku me ev karesat mîze kirî, bi temamî em tevlîhev bûyn, di wê demê de Hogir em desteser kirin û got hûn ajanên PDKê ne û hukmê bidarvekirina me da.
6 mehan li bin koneyekê de em zindanî kirin, heya ku Ebdula Ocelan ji Hogir aciz bû, ew revîya, destpkê çû aliyê rejêma Îraqê û li dawiyê li Ewropayê ew kuşt û em li zindanê derxistin û bi fermana Ocalan çûyn Bîqa’ê.
Piştî girtina Ocalan di nava PKKê de lerzînek bihêz çêbû û di nava PKKê de bi sedan derez çêbûn. Destpêkê Osman Ocelan û piştre Murat Karayilan cîhê wî girt, lê belê di piraktîk de Cemîl Bayik PKKe di meşand, niha jî ew bi xwe kesî yekê ye.
Hemû kuştin û tasfiye bi fermana Bayik hatîne encam dayîn
Bayik di nava PKKê de rêxistinên teybet bi xwe hene. Hemû kuştin û tasfiye bi fermana Bayik hatîne encam dayîn, ji boy pêkanîna vê yekê sûça xaîn bûn ajan bûnê dida pal wan û ew dikuştin.
A seyr eve piştî çend sala weke şehîdên PKKê dihatin nasandin û digo ev şehîdên PKKê ne. Di vê derbarê de mînak pirin, Nasir endamê serkirdatiya ku li salên 91-93yan de dirbên herî bihêz li rejêma Tirkiyê xistbûn, PKKê bi xwe kuşt û piştre bi şehîd da nasandin, yan jî Haronê Sermezin kurê Ebdurehman dure yek ji wan kesane ku PKKê kuştî û piştre bi şehîd da nasandin. Li ser van karên PKKê pêwîst dike lekolînên deqîqtir li ser rabûriyê PKKê were kirin”.