Di operasyona Gare de plansazî, nakokî û agahî – Beşa 2

Di operasyona Gare de plansazî, nakokî û agahî

Beşa 2: Çima em hewil didin ku operasyona Gare fam bikîn?

Du pirsên girîng

Dewleta kûr a li Tirkiyê ji bihêz bûna Cemîl Bayik ku ji Evdila Ocelan Derbas bibe, acize. Wekî din, dewleta kûr a Tirk difikire ku PKK ev 5 sale di bin serokatiya Cemîl Bayik de mihwerê xwe guhertîye. PKK li şûna xizmetê ji Tirkiyê re bike, bêtir ketîye bin xizmeta Îran ê de. Ji ber vê yekê, dewlet dixwaze vê rewşê sererast bike. Em da, demek nêz de dîsa dengê Evdila Ocelan bibihîzin. Lê ev ji ber operasyona Gare pêk nehat.

Em dikarin du pirsên wiha bikîn:

1: Dewletê li van hevdîtinan de got ku heke hûn lingê xwe bipîvan ne avêjin, dê dawiya we jî wekî ya Ali Haydar Kaytan lêwere. Li ser vê yekê, gelo endamên serkirdatiya îdarî, şikefta ku wan guman kir deşîfre bûye guhertin û girtîyên leşker û Cotyar Muhsin xistin wir û ew weke tûnk avêtin ber dijminî?

Gelo Ma baskê di nava dewletê de, berî ku operasyonek wisa destpêbike agahî daye PKK? Ma baskê din ê dewleta Tirk ku wekî Ergenekon tê zanîn ji bo ku serketinek bi vî rengî negihîne AKP ê, di be ku PKK agahdar kiri be? Ma baskên din ên dewletê, yê ku “AKP dibêje me ew qedandine” di be ku nava plangerîyekî derbe kirinê da be?

Bê guman, ev tenê pirs in, û bersiva van pirsan tenê di vê nivîsêda nayê bersivdan. Lê di nava vê salê de, emê van pirsan pirr nîqaş bikin.

2: Armanca operasyona Gare çi bû?

Şîroveyên girîng ên Duran Kalkan

Rêveberê PKK Duran Kalkan yekem kes bû ku piştî operasyona Gare nirxandin kirî. Kalkan di hevpeyvîna xwe de, ya ku 16 ê Sibatê de di Medya Haber de hatibû weşandin, wiha got: Operasyona Gare em matmayî nehiştîn jiberku em li bendê bûn û dihate zanîn.

Wekî din, Duran Kalkan di derbarê armanca operasyonê de ev tişt got: “Armanca sereke ya operasyona Gare bê bandor kirina navenda fermangeha HPG bû. Di vê operasyonê de armanca bingehîn bê bandor kirin û tunekirina navenda fermandariya hêzên gerîla bû.

Kalkan bi tundî îdîaya ku dibêje “operasyon ji bo leşkerên dîl hatî girtin çêbûye” redkir û wiha got: “Hinek rojevê berevajî dikin. Gotina Operasyon ji bo girtîyan hatiy kirin bi temamî berevajî kirina rojevê ye. Ev dereweke ku ji hêla saziya şerê taybet ve hatî beralîkirin. Ev derew e, armanc konseya fermandariyê bû. Ew niha ji bo ku binkeftina xwe biveşêrin dibejin em çû bûn leşkerên êsîr rizgar bikin. Lêbelê, leşkerên dîl ji 5-6 armanca tenê yek ji wan bû. “

Şîroveya Duran Kalkan ya herî nêzîkê rastiyê ye. Li Gare, hedef Konseya Fermandariya HPG bû. Di roja yekem a operasyonê de, HPG ê ji bo armanca Operasyonê şaş bike weke tektîk got ku li deverê leşkerên girtî hene.

Jixwe Wezîrê Parastina Neteweyî ya Tirkiyê Hulusî Akar di roja yekem a operasyonê de wiha got: “Me civîna rêxistinê ya li Gare şopand. Me dîtin ku bi taybetî di 5 mehên dawî de li vê herêmê kom dibûn “. Gelo ew kom bûn ji bo çi bû?

Civîna Konseya fermandariya HPG li ku derê hate çêkirin?

Piştî dawî bûna Operasyonê, Meclîsa Fermandariya HPG daxuyaniyek da û got, “Weke Konseya Fermandariya HPG, me civîna xwe ya salane di navbera 18-26 Çile yê sala 2021an de li dar xist.” Bi taybet weke ku peyamekê bixwazin bidin, hate gotin ku 40 endamên me beşdar bûn. Ew gotina Hulusî Akar “endamên rêveber li Gare kom dibin” baldikêşa ser vê kom bûnê. Bi Îhtîmaleke mezin jî rast bû.

Ger em hemî parçeyan bînin berhev, encam eve ku operasyona Gare operasyonek bi armanca lêdana Civîna Konseya Fermandariya HPG ê bû. Civîna Konseya Fermandariyê di destpêka operasyonê de hê jî berdewam dikir. Hemî nîşanan operasyonek diyar kir. Sekreterê berê yê Mît ê Cevat Öneş li ser vê mijarê ev di got: ”Berê dihat gotin ku wê operasyona çêbe û heman dem serok komarî bi xwe di got ‘roja çarşembê dê mizgînî yekê bi we dim’. Piştî van gotegotka, 10 ê mehê de operasyona Gare dest pê dike. Bi harîkarîya hêza hewayî Operasyonek bejayî hate destpêkirin. Ango, rojevek hatiye afirandin ku PKK dikare agahî li operasyonê bigire, bikeve nava hişyarîyekê û ewlehîya xwe xûrt bike.

Heta dibe ku mirov bibêje ku PKK ne tenê nîşanên operasyonê şîrove kirine, belku di heman demê de hin agahîya ji nava dewletê de jî wergirtine.

Ev amûrên agahîya hemî têne nirxandin û hêz ji nû ve têne tanzim kirin. Şikefta ku Qerayilan berê bikar dianî hate vala kirin û komek girtîyan anîn wê şikefta ku zêdeyî hedê wan girtîyan a mezin bû. Civîna Konseya fermandariya HPG ê li şikeftek din a ewle hat dest pê kir. Ez meraq dikim gelo şikefta ku ji berê deşîfre bûyê hatî vala kirin çima ji girtîyan re hat dayîn? Wekî din, anîna wan girtîyan 25 roj berî operasyonê ji bo wê şikeftê. Çi wateya xwe ya cûda nîne.

Tenê bi plansaziyek teknîkî ya dewleta Tirk, encamek weke ku Erdogan jî got “mixabin em têkçûn” derket holê. Di helwesta PKK ê de jî serkeftinek leşkerî çênebû. Ji ber ku arteşa Tirk piştî 36 saeta hemî gir, girtibû û daketibû geliyan. her çend ku HPG bibêje me nehiştîye tirk leşkerê xwe daxin herêma operasyonê, lê wî bi xwe jî di dawiyê de qebûl kir ku di 12 ê Sibatê de, leşkerên Tirk heya ber deriyê şikeftê, daketine. Cara yekem bû ku her du alî bi operasyonek wisa re rû bi rû diman. Ew ji bo her du aliyan weke ceribandinekî tetbîqatê bû. Lê mijar ji bo me ne leşkerî ye belku siyasî ye.

Nakokîyên di bûyera Gare de çima ji me re girîng in?

Generalê Prûsî Clousewitz, nivîskarê pirtûka navdar ya ‘Hunera Leşkerî’, dibêje: “şer domandina siyasetê ye bi amûrên din.” Bê guman, Operasyona Gare di heman demê de berdewamiya rewşek siyasî ye, her çend operasyona Gare di navbera PKK û Artêşa Tirk de şerekî çekdarî xuya dike jî, ew di cewher de diyardeya hin bûyerên siyasî yên giran e.

Di navbera operasyona li Gare û mûşekên ku avêtine Hewlêrê têkiliyek heye. Ev jî encamên gengeşe ya li ser herêma Kurdistanê a dinavbera Îran û Tirkiyê de. Ev rewşa nakok, ya ku bi salaye dîyar nebibû, êdî derket pêşberî me. Êdî şerê ku dinavbera Tirkiyê û Îranê ji bo “Hewlêr dê ya kê be” derketîye holê. Hêzekê operasyon li ser Gare kir hêza din jî mûşek avêtin Hewlêrê.

Tam di vê xalê de, baskê Tirkiyeyê Evdila Ocelan û baskê Îran-Heşda şabî ango yê Cemîl Bayik weke pirsgirêk derdikeve pêş. Ev di beşa yekem a me gotibû Tirkiye helwest hemberî “PKK a şîe” distîne û Ev ne tenê helwesta AKP ê ye. Ev di heman demê de helwesta hikûmeta Tirkiyeyê ye. Hin nivîskarên Tirk pesnê PKK ê didin û behsa Aştiyê dikin û hwd. Ew dixwazin PKK ê ji bin bandora Îranê de derxin û baskê PKK ê ya Tirkîyetîyê diparêze derxin pêş.

Ma dê HDP were girtin, ferlekeyên parlementerên HDP xistina rojeva meclîsê û gûrbûna mijarên derbarê Kurdan de cewherê xwe ji bilind bûna nakokîyên di navbera Tirkiye û Îranê de bingeh digire. Girîng e ku mirov rastîya operasyona Gare û wan bûyerên diqewimin baş fam bike, ji bo ku em bizanîn, kî ji kê re îstixbarat dide û kê bi kere di nava hevkarîyêda ye.

Pustên heman beş