Cîhangîr Hazir ê bi kod navê “Sarî Baran” yek din ji wan qadroyên Rêveber e ku ji PKKê qut bûyî, ew li sala 1956an li Dêrsimê ji dayîk dibe. Bo dema 7 salan li bajarên Samson û Dêrsimê mamosteyê matmatîkê bûye. Sala 1975-1978an endamê Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur bûye, lê weke ew bi xwe dibêje bi sedema hebûna pirsgirêkên navxwe di vê Partiyê de, Partiya Demokrata Kurdistanê bi cî hiştiye û tevlî grûpa aydolocîya Ocelan bûye û yek bûye ji beşdarbûyên kongireya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê li roja 27/11/1978an de.
Heya sala 1980an endamê lijneya Xarpot a PKKê bû û sala 1981an çûye Libnanê û li kampa bereya demokratîk a Felistînê li Bêtkaya Sûriyê perwerdehiya leşkirî dîtîye û dîroka siyasî ya cîhanê xwedîye. Sala 1982an nêzî 6 mehan paş konferansa yekem a PKKê hatiye şandin ji boy Başûrê Kurdistanê. Sala 1986an bê ku beşdarî Kongireya Sêyemîn bibe, weke Endamê Komîteya Navendî ya PKKê hatiye hilbijartin.
Bi sîstema seroktiyê her tişt ket destê Ocelan de û li virr dest bi kuştin û tesfîyekirina qadro û gerîlayên PKKê û xelkê sivîl hat kirin.
Ew dibêje: “di vê kongreyê de 4 biryarên herî xeter hatine pejirandin ku pêk tên ji; qanûna leşkir kirina bi zorê. Divê hemû kesek ji dahatê xwe beşekî bide PKKê. “Rêjeya vî pere wê li gor dahatê were diyarkirin”. Di PKKê de wê îstixbarata hîzbî were avakirin. Bi van biryara PKKe weke Olekî lêhat û ti kesek nedikarî li dijî seroktiyê bi axive û fikarên xwe beyan bike. Bi sîstema seroktiyê her tişt ket destê Ocelan de û li virr dest bi kuştin û tesfîyekirina qadro û gerîlayên PKKê û xelkê sivîl hat kirin.”
me got hemû kesên ku çek hilgirtî ji ber siyaseta şaş a PKKê çûne pal dewletê
Sarî Baran yek bû ji beşdarbûyên kongreya duyemîn û çaremîn ên PKKê ku li Heftenînê hatbûn lidarxistin di vê derbarê de ew dibêje: “Mihemed Şener, Şiyar û min beşdarî konferansa didu a PKK nekir. Di vê konferensê de pirr nîqaş hatin kirin. Mijara leşker kirina bi zorê me nepejirand û me got bûne gerîla bi zorê nabe. Îstixbarata ser bi Apo me hilweşand û me got îstîxbarat ji boy dujmin dibe ne ji boy Qadro û endamên partiyê. Siyaseta dijî cehşên Kurdistanê me guherand û me got hemû kesên ku çek hilgirtî ji ber siyaseta şaş a PKKê çûne pal dewletê, ger na Eşîretên Gerdî, Herkî, Eşor, Jîrkî, Mam Xora….hwd cehiş nebûn. Pêş cîbicîkirina siyaseta şaş a PKKê û kuştina xelkê bê dadgehkirin û lêkolînê, ev hemû bi me re bûn û alîkariya me dikirin.
Me xwest bi alîkariya hin rêxistinên çep ên Tirkiyê, ku nêzî PKKê bûn, şer ji kurdistanê veguhêzin nava bajarên mezin ên weke Ezmîrê, Stenbolê û Enqere yê daku Tirk jî tam kin şerê.
Di konferansa duyemîn de biryar li ser van hemû mijaran hat dayîn, me biryar da daxwaza xelkê ji boy hevkariyê, yekîtiya netewî pêk bînîn. Me xwest bi alîkariya hin rêxistinên çep ên Tirkiyê, ku nêzî PKKê bûn, şer ji kurdistanê veguhêzin nava bajarên mezin ên weke Ezmîrê, Stenbolê û Enqere yê daku Tirk jî tam kin şerê. Her weha di kongreya 4an de me daxwaza lekolînê li ser kesên hatî kuştin, çalakiyên PKKê li wilatê Sûriyê û cîbicîkirina biryarên konferansa duyemîn kir ku bi tevahiya denga hat qebûl kirin. Di vê kongreyê de ez û Mihemed Şener weke endamên komîteya navendî hatin hilbijartin.
Ocelan hêzeke nû di partiyê de ava kirbû ku navê wê hêza parastina partiyê bû
Tevî endambûna min di komîteya navendî de, ez berpirsê leşkirî yê PKKê bûm û Şener berpirsê siyasî bû. Paş kongreyê, her yek ji me vegeriya cihê xwe ê kar kirinê. Biryarên kongreyê ji boy Apo şandibûn ku wan bi pejrîne, lê wî qebûl nekirin û ragihand van kesa partî kiriye di destên xwe de. Derbara min û Şener de biryar hat dayîn lêkolînê li ser me bikin. Ez bang kirim û çûm Heftenînê, li wir min pêzanî Şener hatiye girtin.
Ocelan hêzeke nû di partiyê de ava kirbû ku navê wê hêza parastina partiyê bû. ‘Ebdulrehman Qayçqçî “Fayeq” berpirsê vê hêzê li Sûriyê hatbû lêkolînê li ser min û Şener bike. ‘Ebdulrehman çend caran bi me re civîya û got me: “Ocelan gotiye divê di dema 15 rojan de lêkolîn li ser we were kirin û Şener bê kuştin”.
Fayeq kesekî wilatparêz bû
Fayeq ku kesekî wilatparêz bû, ev nihênî ji boy me eşkere kir û di encam de Fayeq û ez û Şener li sala 1991an ji PKKê qut bûyn. Demekê li Başûrê Kurdistanê bicî bûyn û rêxistinek bi navê “Vejîn” me avakir û hejmarek zêde a xelkê li dora me kom bûn. Şener çû Qamişloyê ku pêwendiyê bi Sakîna Cansiz û Selîmî Çirok kaya bike. Ev du Qadro pêş niha bi Şener re di zindanên Tirkiyê de bûn û ew jî li dijî siyaseta Ocelan bûn, lê PKKê û dewleta sûryê bi hatina Şener ji boy Qamişloyê zanî û li wir ew qetil kir.”