Portreya 8 jinên Kurd di 8 ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de

PKK ji bilî xwe, hemî pêkhateyên siyasî weke xayîn, ajan, hevkarê mîtingera, totalîter, hiyerarşîk û bê wijdan tawanbar dike

Beşa 1: Rastiya Jinê û PKKê

Hemû îdeolojî destdavêjin pirsgirêka jinan û pirsgirêka azadiya jinan û hemû hêz dixwazin vê pirsgirêkê biken bingehê berevajî kirina vê mijarê. Hemû îdeolojî îdîa dikin ku wan jin azadkirîye. Ji îslamîya bigire heya ateîstan, ji rastgira bigire heya çepgira, ji kevneperesta bigire heya anarşîsta, her kes dibêje jina herî azad û baş a mine. Heya di nav Kurdan de, ev beza “jinên min ên herî azad in” ji hêla PKK serkêşî jêre tê kirin. Li gorî PKK; PKK ne tenê jinên Kurd di heman demê de jinên Rojhilata Navîn û heta jinên hemû cîhanê azad dike. PKK e dibêje, Jinên di nava Artêşa Emerîka de jî hesûdîyê bi jinên YPG dibin, û ji bo wan pêkhateyên siyasî yên cîhanî ku cîh didin jinan jî dibêje “ew ji me fêr bûn”.

Li vir Pirsa ku em bikin gelo PKK jinên Kurd azad dike an jî dixwaze jinên Kurd ji nasnameya Kurdayetîyê dûr bixe û jineke gorî pîvanên xwe biafirîne. Yek ji pirsên herî bi nakok e. Ji bo vê, hewce ye ku em pêşî li pirsgirêka jinên nava PKK ê de, binêrîn. PKK ji bilî xwe, hemî pêkhateyên siyasî weke xayîn, ajan, hevkarê mîtingera, totalîter, hiyerarşîk û bê wijdan tawanbar dike. PKK hemî pîrozîyên pêkhateyên din reş dike û wan bê nav û deng dike. Dibêje; Ji min pêve kes welatparêz nîne, kesê çek ranekirî ye û kesê şehîd nedane. Bi vî şêwazî PKK dixwaze hemî pêkhateyan bêhêz bike. Ew vê yekê piranî di derbarê jinan de dike. Ew wisa diyar dike ku tekoşîna jinan a azadiyê û rakirina çekan li Kurdistanê tenê bi PKK ê hatîye destpêkirin. Lêbelê, jina Kurd di nav serhildanên Kurdan ên di sed salên 19an û 20an de xwedî cihekî dîyarker e. Di serhildana Koçgiriyê, di serhildana Çiyayê Araratê, li Mahabadê jina Kurd hebû. Di nav pêkhateyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ango di kevneşopî ya PDK ê de her dem jin hebû ye û çeka azadiyê jî rakirîye. PKK kevneşopiya jina Kurd a têkoşer dagîr dike û wisa dide xuyakirin ku di nav PKK de tenê jin hene.

Wêneyên jinan li her derê têne bikar anîn, welê tê nîşandan ku jin li her qadê hene û li ser her tiştî serdestin. Ev berojê çîyayê ku nîşa me tê kirin ne, ger em nizarê çîya binêrîn, rastiya jinekî heye ku tenê ji bo xizmeta partîya xwe heye, neçar e ku azadiya takekesî înkar bike, mafên wê yên kesane tune, û li derveyî PKK qedexe ye ku jin, jiyan bike. Ango mirîdên ber derazînka partîyê ne.

Tevgera jinan di nav PKK de û nivîna Procrustes

Di Mîtolojiya Yewnanî de, behsa zilamekî bi navê Procrustes ku li ser rêya Atîna dijiya, tê kirin. Procrustes bi zimanê xwe yê şirîn rêwiyan vedixwîne mala xwe. Armanca Procrustes bi rastî guhertina her kesî û afirandina kesek yek reng e. Li mala wî du nivîn hene, yek dirêj û yek kurt. Ew, her kesê ku tîne malê li ser nivînan girê dide û yên dirêj kurt dike, yên kurt jî dirêj dike. Ji ber vê yekê xelasî tune ye, her kesê wê di nava wê nivînê re derbas bike û dê bibe yekreng. Di nava PKK de jî, astek wisa heye ku li ser azadiya takekesî û azadiya jinê tê ferz kirin. Dê her kes yek reng be. Partî çi bibêje dê wê bike, wê jê nepirse ka xelete an ne, û dê bê pirs û bê şik berevanê PKK be. Modêla partiya Marksîst a kilasîk,  dubarekirina têkiliya şêx û mirîdatî ya kilasîk a Rojhilata Navîn e. PKK  îdîa dike li cîhanê tevgera jinan a herî azad ew e , lê di eslê xwe de wekî mezhebekî hatîye rêxistinkirin. Endam û dilsozên wê hemû mirîdin. Şêxê gewre Evdila Ocelan e û payre jî Rêveberên PKK ê yên mîna Cemîl Bayik tên. Weke ku tê pesindayîn “jina azad” di bin serokatîya şêxên zilam da dijîn. Di eslê xwe de, PKK rêxistinek kilasîk a terîqatên Rojhilata Navîn e. Divê her kes li gorî pîvanên PKK be. Kesên ku ne li gorî pîvanên PKK ê bin, dê bikevin ber zordarîya metodên wekî rêbazên Procrustes. Bi têgînên wekî “veguherîna kesayetiyê, xwekujiya kesayetiyê, radestkirina îrada xwe ji partiyê re, intihara çînî”, dê însan ji hebûna xwe were dûrxistin û bibe didanê zincîrêra xebata partiyê.

Hewcedariya zimanê Tirkî

Di nav PKK de, pêdivî ye ku mirov xwe radestî rêxistinê bike. Ev ji bo jinan rêgezek pir girane. Pêwîste pêşî jin Evdila Ocelan pîroz bikin. Li gorî PKK, jina ku Evdila Ocelan pîroz nabîne tê wateya ku ew jin koletiyê qebûl dike. Ew jina ku Evdila Ocelan rexne bike anjî hinek şikan li wî bike ew jin weke tasfiyekar tê sizadan. Pêşî pabendî bi Ocelan, dûv re jî pabendiya bi Partî yê re. Bi kurtî, şertê yekem ji bo ku, tu azad werî pejirandin, teslîm bûna PKK ê ye. Kesên ku her dijwar Parêzvanîyê ji Ocelan dikin dibin endamên herî berbiçav. Ocelan tenê taybetmendiyekê ji jinan hêvî dike, ew jî eve ku “Ocelan wekî zilamek azad pîroz mêze bikin” û giradanekî bê dawî, jê re hebe. Di nava PKK ê de sûça herî giran ewe ku tu ji pîrozîya Apo şika bikî û lêpirsînekî nefsî jê bikî. Ev tawan bê efû ye û sizayê wê mirin e.

Darbeya herî mezin a ku PKK li azadiya jinê xist, dûrxistina Jina kurd ji taybetmendiyên Kurdistanî bû. Jinên ku bi tirkî baş diaxivin, ku ji hêla fîzîkî û bajarî ve baş in, bûne bijareya Ocelan Jinên bedew û yên ku bi Tirkî diaxivin otomatîkî avantaj in. Jinên Gundî yên ku fîzîka wan têra xwe ne balkêş e, û yên ku bi tirkî nizanin wekî cermreşa tên destgirtin. Hetanî ku Jinên Rojava, Rojhilat û Başûr jî ger tirkî biaxivin dikarin bibin xwedî erkên pêş. Ev pîvane piştî Evdila Ocelan jî berdewam dike.

Yê ku herî zêde jinan wekî amûr bikar tîne PKK ye

PKK di her derfetê de qala bazirganîkirina bi jinan û weke milk mêze kirina jinan dike. Lêbelê, PKK jinên takekesî û têkoşîna azadiya jinan wekî milkê partîya xwe dibîne. Ji bo PKK, tekoşîna azadiya jinan qada sempatî, propogandayê û qazanca rêxistinê ye. Wêneyên gerîlayên jin ên ciwan, devken û girnijî bûye kamuflaja pêkanînên dijî jinan, di nav PKK de. Di rastî de, jin di nav PKK ê de weke her deverên din li Rojhilata Navîn rastî cûdakarîyeke herî mezin tên. Qasî ew ji, jinbûna xwe û kesayetiya xwe bedel bide ew bi qîmet e.

Beriya her tiştî, mafê Milîtanên jin nîne ku ji PKK ê derkeve. Jina ku tevlî PKK ê bû dişibe ku nikaha katolîka kirî ye. Kî bixwaze ji ol, terîqatê bi navê moderin ango partîyê derbikeve ew xayîn e. Mafê wê yê jiyanê tenê di nav PKKê de heye. Li Ewropa, li çiya, li ku derê be jî, PKK destûr nade ku jin jiyana xwe bi rêxistin bike, her çend bi salan xizmet kiribe jî. Ger ew pîr bibe, seqet be, çawa be bila bibe, ew ê mîna mirîdekê bijî. Ew nabe xwedîyê jiyanek kesane. Heke 40 salan xizmet kiribe jî, ger got ez westîyam an jî nikarim dê ew weke xayîn were tawanbar kirin. ji bo PKK û pirsgirêka jinan helkolînek arkeolojîk a dirêj hewce dike. Ango, pêwîste tebeqe bi tebeqe were kolandin, û peyra were şîrove kirin. Divê kesayetî ya Ocelan, ji jina destpêkê heya îro pîvan û rênima ên heyî yek bi yek bêne lêkolîn kirin.

Em dixwazin li ser vê mijarê bi kurtasî basî biyografiyên 8 jinan, ji bo bîranîna 8 ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bikin. Zehmetiyên ku 8 jin têde derbas bûyî û awayê jiyana xwe ji dest danê  û hwd. Di nava PKK de rastiya jinê, radixîn pêş çavan we.

Sibê: Saime Aşkin (Filiz Yerlikaya)

Pustên heman beş