Çîroka yekem: Dema Rosa Luxenberg a Kurdistanê Saime “Aşkin” hatiye îdam kirin çi got?

Çîroka yekem: Dema Rosa Luxenberg a Kurdistanê Saime “Aşkin” hatiye îdam kirin çi got?

Saime Aşkin; ji malbatekê ye ku di serhildana Dêrsimê de pir bi bandor bû. Li Dêrsimê dibistana mamosteyê qedandi bû. Di sala 1975 an de li Riha yê wekî mamoste xebitî. Di 1976 an de, berî ku PKK were damezrandin, ew tevlî grûpa pêşeng bû. Ew ji yekem endamên PKK ê ye. Ew li Riha yê tevlî karên tanzîma gel dibe û pirr bi bandor xebat dike. Loma jî ew wekî Rosa Luxenberg, pêşenga jin a şoreşa Allman tê bi nav kirin. Ne tenê Saime Aşkin heman demê tevahî malbata wê jî di nav rêxistina PKK ê de cih digre. Heta Evdila Ocelan bi xwe jî gelek caran li mala Saime dimîne. Saime jî, li Amedê li mala Evdila Ocelan û jina wî Kesîre Yildirim (Fatma) bi hev re dimînin. Saime ji her kesê bêhtir pêwendiyên di navbera Ocelan û Fatma yê de dizane.

Saime Aşkin di nava xebata çapemeniya PKK ê de jî dişoxile. Saime Aşkin di nivîsandina belgeyên kongreya PKK ê ya yekemîn de erkdare, ango di nivîsandina bername û rêziknameya PKK de wazîfedare.

“Saîme; ji nêzîkatiya Evdila Ocelan li kampa Libnanê ya ji bo jinên din dike jî, nerehet dibe”

Ew di 1980 de tê Libnanê. Di Kongreya duyemîn a PKK de, ji bo endama komîta navendî tê hilbijartin. Li Libnan û Lolan ê dimîne. Lê rexneyên Saime li ser Evdila Ocelan hene. Saime difikire ku Evdila Ocelan ew kesên ku wî rexne dikin hemûyan ji holê radike û ew dixwaze PKK ê mîna malbata xwe bi rêve bibe. Di heman demê de Saîme; ji nêzîkatiya Evdila Ocelan li kampa Libnanê ya ji bo jinên din dike jî, nerehet dibe. Ocelan jinên kampê ji bo Fatma yê çavnebar bike bikar tîne. Ocelan jinan îstîsmar dike. Saime heman demê de ji têkilîya Ocelan û Fatma yê jî nerehet dibe. Bi rastî, bi awayek cidî endamên PKK ê ji vê rewşê aciz dibin. Lê Ocelan van kesa yek bi yek paqij dike.

“Ez ê biçim bi hevalên Libnanê re nîqaş bikim, rêvebirina PKK ne rast e.”

Saime Aşkin piştî Kongreya 2 mîn ji bo Ewropa tê şandin. Bi rastî jî firsenda Saime hebû ku li Ewropa ji PKK ê qut bibe. Lê ew vê yekê nake û ji hevalên dora xwe re dibêje, “Ez ê biçim bi hevalên Libnanê re nîqaş bikim, rêvebirina PKK ne rast e.” Di encam de, Saime Aşkin di sala 83 an de ji Ewropa vedigere Libnanê. Wê rexneyên xwe bi eşkere gihandin Ocelan. Ocelan bi awayekê ew şand kampa Lolanê a li herêma Xwakurkê-Xinere ya li Başûrê Kurdistanê.

Kampa Lolan wargeha mirinê ye. Lolan qutiya qirêj a PKK ê ye. Her pêkanîna li dijî maf û azadiyên mirovî ku PKK li Libnanê ne dikirî bike, li geliyên kûr ên Lolanê ên ji ber çavan dûr dikir. Beşek ji endamên PKK ê li wargeha Lolanê dihatin îşkencedan beşa din jî li zindana Diyarbekir ê dihatin îşkence kirin.

“Dema ku Saime tê îdam kirin, ew diqîre û dibêje: “Bijî PKK a Hayri, Mezlûm û Kemal Pîr. Bimre Faşîzma 12 ê Îlonê, bimire PKK a Evdila Ocelan.”

Saime ji ber ku rexneya dike di zivistanê sala 84an de hate girtin. Ew piştî îşkenceyek giran, di sala 85an de hate înfaz kirin. Jina ku malbata wê dihat naskirin, ew bi xwe jî pirr dihat nas kirin, jina ku jê re tê gotin Rosa Luxenberg, ji nişkê ve bi ajantî û tasfiyekarî tê tewanbar kirin. Sûça yekane ya Saime Aşkin ewe ku rêveberiya Evdila Ocelan rexne dike, Apo di nava PKK de kesên ku ji bo xwe weke alternatif dibine bi tometa mixalifî yê tasfiye kirin. Saime jinek serbixwe bû, bi xwe bawer bû, hemberî kesê serî neditewand, şoreşgerekî rast bû, desthilatîya yek kesî û sîstema axatî qebûl nedikir. Wekî din, wê pir tişt dizanîn. Wê têkiliya di navbera Evdila Ocelan û Kesîre Ocelan (Yildirim) de dizanibû, wê nêzîkatiya Ocalan a li hember jinan dizanî. Pêwîst bû ku ew nejiya bûya. Gava ku ew tê birin ji boy cihê ku wê li wir ew were kuştin, gazî yek ji rêveberan dike û dibêje “Were, were û binêre ka şoreşger çawa li ber xwe didin. Dema ku Saime tê îdam kirin, ew diqîre û dibêje: “Bijî PKK a Hayri, Mezlûm û Kemal Pîr. Bimre Faşîzma 12 ê Îlonê, bimire PKK a Evdila Ocelan ”.

“Li geliyê Lolanê PKKê ew ber sir û seqemê ji derve dihêla heya ku tilîyên wê Qeşayê girtî”

Çîroka Saime destnîşan dike ku Ocelan çiqas zalime. Ji bo parastina desthilata xwe ya takekesî ew çiqas bê rehime li dijî hevalên xwe. Saima ji helwesta PKK ê aciz bû, ew ne kesek sivik bû ku biçe teslîmî Tirkan bibe. Heyanî dawîyê li ber xwe da û teslîm ne bû. Dikarî bûn bêjin, here lê ji wê re gotin tu tasfîyekarî, ajanî. Li ser vê tewanê pirr îşkence lê hate kirin. Li geliyê Lolanê PKKê ew ber sir û seqemê ji derve dihêla heya ku tilîyên wê Qeşayê girtî.

Saime 24 salî bû, 20 sal piştî ku laşê wê yê ciwantiyê bi gulleyan hatiye kun kirin, di sala 2004an de Ocelan di pirtûkekê de qala Saime Aşkin dike û dibêje ku kuştina wê çewt e, mîna ku haya wî jê tune behsa Saime yê dike. Lêbelê, yê ku fermana kuştina Saime yê day Evdila Ocelan bi xwe bû. Ew 20 salan bêdeng ma û dûv re wekî dixwaze berpirsyarîya vê bûyerê bike stoyê kesên ji PKK ê veqetîya yî qala wê jinê dike. lê ev taktîkeka kilasîk bûyî tu carî pê nahetîye bawerkirin.

Înfazkirina Saime Aşkin tê wateya kuştina jina ku di nava PKK ê de sere xwe ji kesê re netewîne. Ew jinek Dêrsimî ye ku dema serê xwe hember Apo ne tewandî, serê wê ha jêkirin.

Çîrok 2: Ew bi nepenîyên xwe ve hate binaxkirin; Gulan Garzan

Di 32 saliya xwe de, Gulan li geliyek Qendîlê, ku tijî têde endamên PKK bûn, li geliyekê ku 300 jin têde hebûn hate kuştin. PKK ragihand ku Gulan bi komployekê hate kuştin. Gulan bi rastî bû qurbana komployekê.

“Gulan di navbera PKK û Dewletê de şahida hin têkiliyan e”

Gulan Garzan, navê wî yê rastîn Filiz Yerlikaya ye, di sala 1970an de li Adilcevaz a Bedlîsê ji dayik bû, li Enqereyê mezin bû û li wir çû zanîngehê. Demek di girtîgehê de dimîne û piştre diçe Şamê gel Evdila Ocelan. Ji wir jî diçe eyaleta Amed û Garzan. Dema ku Ocelan tê girtin, ew xwe pêşniyar dike ku çalakiyek fedaî bike. Ewê di rêveberiya “tugayên tolhildanê” de cîh digirt. Ew ji bo çalekîya Întiharî diçe Enqere yê. Lê ji ber ku Ocelan çalekî rawastandibûn ew çalakî ya xwe nake. Lê Gulan di navbera PKK û Dewletê de şahida hin têkiliyan e. Ew mîna navbenkar dixebite û beşdarî danûstandinên bi saziyên dewletê re dibe. Ew di zivistana 2001-2002 an de di beje pêwendîyên ligel dewletê ne di xizmeta gele Kurd da ye û ji derdora xwe re dibêje, ”Tiştên ku niha min pir aciz dikin hene, heke mecal guncaw be, ez ê her tiştî bipeyivim û eşkere bikim. Tiştên ku Gulan dixwest bigota tiştên girîng bûn ku dê têkiliyên Evdila Ocelan-grûpa Enqereyê, bi dewletê re eşkere bikira. Gulan şahida van têkilîyên çewt bû.

“Kê dikare jina 1.78 dirêj, xwedî zanîna şerê nêzîk weke qerete, bixeniqîne?”

Cemîl Bayik û rêveberiyek kêm ya PKK ê biryara tasfiyekirina Gulan ê da. Lê ti sedem tunebû ku Gulan pê were girtin. Ew rêvebera hêzên teybet ango hêza Fedaî yên PKK ê bû. PKK li şûna rasterast bigire û payre bikuje, tercîh kir ku bi komployê were kuştin.

Gulan dema ku di civînek jinan de ye, ji nişka ve nexweş dibe û naçe civînê. Gulan di jûra xwe de xeniqandî tê dîtin. Kê dikare jina 1.78 dirêj, xwedî zanîna şerê nêzîk weke qerete, bixeniqîne? Li geliyê ku 300 kes tê de dijîn yek şahidê vê cînayetê tune. Çi kes nikare ji derve bikeve gelîyê Ş. Harûn. Navçe rasterast di bin kontrola PKK ê de ye.

“PKK ê hem ew kuşt û heman dem jî ew wekî qehreman îlan kir.”

Gava Gulan difikirî ku ew ji PKKê re karen pirr girîng dike û ji dil û can xebitî, rêveberiya PKK ê ew xeniqand da ku tiştên Gulan pêdizane hemû bi Gulan ve were binax kirin.

Aliyê xemgîn ê bûyera Gulan ê ev e ku PKK piştî ku Gulan kuştin ew wke “Şehîda Mezin” hate îlan kir. PKK ê hew qas Gulan bilind kir û pesnê wê da ji bo ku kujerê Gulanê ji hêla rêveberiya kûr a PKK ê ve hatibu wezîfedarkirin, were jibîr kirin. Aliyê herî dramatîk ê kuştina Gulan ev e ku kuşerê wê ango PKK ê hem ew kuşt û heman dem jî ew wekî qehreman îlan kir.

Pustên heman beş