Beşa 2: Di temenekî biçûk de çi bo sedem ku jîyana xwe bidawî bînin

Beşa 2: Di temenekî biçûk de çi bo sedem ku jîyana xwe bidawî bînin

Çîroka sêyemîn: Çîroka Dewran a Çavderyayî

Dewran Serhat anku Nazime Aktürk keçek e ku por zer û çavên wê şîn mîna rojê dibiriqe. Nazime, ku malbata wê jê re dibêjin Kejê, di temenê 16 salî de anku li sala 1991an de ji Stenbolê beşdarî PKK bû. Xalê wê, Turgut Yildiz gerîlayek nasyar yê Çiyayê Ararat ê bû û canê xwe ji dest da bo. Dewran jî ji bo çeka xalê xwe rake berê xwe da bû çîya.

“Ew mirina, birçîbûn û sirûserma yê dibîne, lê tu car gav paşve na avêje”

Ew ji Stenbolê dikeve rê û diçe çiyayên Serhedê. Heya ku di sala 2001 an de xwe kuştî jî, ew li rêyên Çiyayê Ararat, Zagros, Şam, Amed û Erzurum rêwîtîyê dike. Ew jineke bedew û wêrek bû, bi dehan cara ew ji mirinê vedigere. Ew di wê demê de Endama Rêveberiya Desteya Navendî ya YAJK ê, şaxa jinan a PKK ê bû. Ew mirina, birçîbûn û sirûserma yê dibîne, lê tu car gav paşve na avêje, bi temenê xwe yê ciwanî rêberiyê û fermandarî yê di qadên şer de, dike.

“Ez her dem gulleya xwe ya paşîn ji xwe re dihêlim, ger hewce be wê ez ji xwe re bikar bînin, da ku bi saxî nekevim deste dijminî de.”

Girtina Evdila Ocelan sala 1999, ji bo Dewranê dibe saleke pirr dijwar. Dewran şahida lehengîya bû; di nava şer de, hevalên wê ji bo ku bi saxî nekevin deste artêşa Tirk a dijmin de bombeya dawîyê bi bedenê xwe ve diteqandin. Ew kesek e ku, di her operasyonê de dibêje, “Ez her dem gulleya xwe ya paşîn ji xwe re dihêlim, ger hewce be wê ez ji xwe re bikar bînin, da ku bi saxî nekevim deste dijminî de.” Dewran helwest û gotinên Evdila Ocelan yên wekî “Ez dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim, dayîka min jî Tirk e” li dadgeha Tirka de wekî xiyanet û teslîmkarî dibîne. Ev ne tenê fikra Dewranê ye, komek mezin a kadroyan di vê demê de difikirin ku Evdila Ocelan bûye îtîrafkar û neraste ku kesekî dinava destên dijminî de û wisa bi nerînên çewt rêxistinê bimeşîne. Ev yêk pirr metirsîdare ji bo xebatên rêxistinê ji ber ku dewlet ji Apo talep dike ew weke ferman ji rêxistinê re rê dike. Dewran û komek heval (Şehîd Dr. Silêman Saît Çûrûkkaya) biryarê didin ku ji rêxistinê derkevin. Lê Mixabin, ji bo ku ew ne cihê girûpê bû, wê şeva 19 ê Golanê nekarî xwe bigihîne hevalên xwe û ew hatin girtin.

“Ew Ocelan weke xayîn dibîne”

Dewran li kûrahiya Dola Kokê demekî dirêj girtî dimîne. Ji wê tê xwestin ku teslîm bibe, û navên hevalên xwe, bide. Di bin îşkencekî giran de tê girtin. Hem ji hêla laşî û hem jî ji hêla derûnî ve tê îşkence kirin. PKK heval û malbata wê yên ku berê jiyana xwe ji dest dane ji bo ku derûnîya wê têk bidin her gav tînin pêşberî wê. Dema ku Dewran hate binçavkirin di mehekê de 12 kg winda kir. Pora wê ya zerîn kef, kef diweriya. Dewran bersiva çi pirsên pê hatiye tawanbar kirin nade. Dewran eşkere dibêje ku “ew Ocelan weke xayîn dibîne”. Dewran kesek e ku PKK ê baş nas dike. Ew dizane ku ew bi rexne û fikrên xwe nikare bi PKK ê re bimîne. Rêyek heye ku PKK pêşkêşî mirovên ku cûda difikirin dike ew jî eve: an dê teslîm bî an jî wê xwe bikujî. Dewran nikaribû bireve. Bi tenê yêk rê jêre dimîne ew jî eve ku xwe bikuje.

Hêj temen 26 salî bû, mîna kulîlkek biharê, xifşe xezalekê di vî temenê ciwanîya xwe de hemû êş û azar jîyan kirin. Wê lûlîya wê tivingêa Ji bo ku heyfa xalê pê helîne rakiribû, xist sere xwe û ew teqand. Dema ku ew tetîka tivingê dikişîne her weke wê demê bû ku wê tetîka tivingê ji boy gullebaran kirina dijmin di kişand, ew bê tirs û bi biryar bû.

Çîrok 4: Kê Stêrk Amed gulebaran kir?

Sûmbûll Perîşan bi kodê Stêrk Amed keça malbatek naskirî ji licê bû. Ji ber ku endama malbateke welatparêz û Kurdperwer bo wê di temenê biçûk de berê xwe da çîya. Di malbata wê de sîyaseta neteweyî pirr tê niqaşkirin û malbat dinava hemû partîyên Kurdistanî de belav bûye, heman dem nava PKK ê de jî malbat cih digire û ew di 1992 an de dema ku temen 17 salî bû, tevlî PKK ê bû, mîna ku çarenûsa wê berê hatibe nivîsandin. Cihê yekem ku çûyê Şam bû cihê ku Evdila Ocelan lê dima. Dûv re jî ew rêkirin çiyayên Kurdistanê. Stêrk Amed kesek e ku xwe wekî zarokê PKK ê didît. Stêrk ne dikarî xeyal bike ku PKK wê xeletiyan bike. Ew xwe perwerde dike ku bi hemû hêza xwe şerê dijmin bike. Bi coş û wêrekî tevlî şer dibe û paşê dibe mamoste ya leşkerî. Di mijarên leşkerî de gerîlayek serketî ye. Ew evîndara çiyayan e, ew mîna ku ji bilî jiyana çiyayan çi jiyan nemaye dijî. Lê Stêrk jî hêdî hêdî mezin dibe. helwesta Ocelan li dadgehê Tirkiyê wê bi nebaşî bandor dike. Stêrk her ku diçe dibîne ku PKK ya di serê xwede avakirî ne ev PKK ye. Lê belê, hewesa wê ya çiya, heval, şer û bîranîn wê hertim zindî dihêle.

“Rojek ji nişka ve ji hêla Navenda Giştî ya HPG ve tê gazîkirin”

Dema ku PKK di sala 1999 an de gerîlayên xwe bi talîmatên Ocelan şûnda vedikşê başûr, lê pey re dîsa biryar digire ku hinek hêzan rêke Bakurê Kurdistanê, Stêrk jî vê weke fersend dibîne û pêşniyaz dike ku biçin Bakûr. Êdî ew berê xwe dide Botanê. Her çiyayekê û her çemekê dibîne. Ji hemû kanîyên welat avê vedxwe. Lê rojek ji nişka ve ji hêla Navenda Giştî ya HPG ve tê gazîkirin. Ew ji Bakur vegeriya, sînor derbas kir, wê we xeyal dikir ku heval dê pêşwaziyê lê bikin lê mixabin du şervanên Stêrkê hatin ba wê destên wê girêdan û birin zîndanê. Partîya ku Stêrkê ji bo xwe malbat didît li wê bibû neyar. Sûça Stêrk evîn û evîndarî bû.

“Rêya mirinê ji Stêrk re tê vekirin”

Rêvebirîya jinan a PKK ê Stêrk Amed bi hinceta ku bi kesekî re têkiliyek hestyarî hebû û wê tasfiyekarî kirîye, girtin. Stêrk di jiyana xweya ya 17 sala nava PKK ê de derbaskî de, cara yekê bi kesekê re eleqedar dibe. Ew kesê ku jê hez dike jî di pevçûnek li Botanê de jîyana xwe ji dest dide. Stêrk ji xwe di bin bandora vê şehadetê de hate pelçiqandin. Komîsyona lêpirsînê ya li çiyayê Gare, kesayetiya Stêrkê dişkîne û wê weke kujerê hevalê xwe tawanbar dike . Her roj jêre dibêjin tu xayînî, tasfiyekarî, îxanetê li şehîdan dikî, tu kesayetekî ketîyî û hwd. rêya mirinê ji Stêrk re tê vekirin. Stêrk ji komîsyona lêpirsînê re dibêje “Ez ê qet na peyivim, ez tenê dixwazim bimirim.”

“Ez tenê dixwazim bimirim”

Û rojekê, kadroyên PKK dibihîzin ku Stêrk Amed xwe kuştiye. Ji malbata wê vedişêrin piştî malbat pêdihese, jêre tê gotin di pevçûnekê de jîyana xwe ji dest daye. Lê malbat ji PKK ê bawer nake û tên herêmê dizanin ku keça wan hatîye eşkencedan û ew kaşî mirinê kirîye. PKK jî di vê derewa xwe de gevizî.  Ev rewşa nakok gelek mirovan dixapîne. Çima çek li tenişta kesê ku dibêje “ez tenê dixwazim bimirim” bê hiştin? Kesên girtî doxîn jî jê tê sitandin çawa dibe çek li gel wê datînin. PKK ê Biryara kuştina Stêrk sitandîye lê şêwazê pêkanîna kuştina wê pêwsîte bandorê li ser malbat û kesûkarên wê çêneke. Loma jî PKK ji bo Stêrk xwe bikuje bû alîkar? Encam de got wê întihar kir. Emê li ser van pirsan bêtir nîqaş bikin. Lê ya girîng di vir de ev e ku “jinek 34 salî ku xwe wekî zarokek PKK ê dibine” çawa ber bi mirinê ve hate kêşandin.

“Çîroka pêncemîn: Çîçek ê bi rengek din întîhar kir”

Çîçek Botan-Hacer Kaya di sala 1979 an de ji dayik bûye û di 1990 an de tevlî PKK bû. Hêj temenê wê ne bûyî 12 sal ew diçe çiya. Hacer Kaya dema ku di nav PKKê de bû, tenê karê leşkerî dimeşîne. Ew Jinên bê xwendin û yên ku bi tirkî baş nizanin na têkevin xebata siyasî de. Ji ber vê sedemê, para Hacer ê jî dikeve ser lêkolînên leşkerî. 29 salan li çiyayan dimîne. Ew her dem wekî kesek bê pirsgirêk tê zanîn. Zarokî û ciwanîya xwe li çîya derbas dike.

“Dema ku Çîçek li wargeha Mexmûr bû, wê bi hevalê xwe yê xort re pêwendî danî û biryar da ku ji PKK ê derkevin”

Lê rojekê, bûyerek çêdibe ku dê jiyana Çîçek ê biguheze. Dema ku Çîçek li qada HPG ye, bi hevalek xort re pêwendiyên hestîyarî çêdike. Dema ku danûstandinên di navbera wan de eşkere dibin Çîçek ji bo Rojava tê şandin. Di dawiya perwerdehiyê de, tê gotin ku ewê niha biçe Bakûr. Çîçek piştî perwerdehiyê ji ber nexweşiyan tê Kampa Mexmûr. Ji wê re tê gotin ku di nav mehekê de here doktor û xwe derman bike. Ji ber ku ew ê paşê biçe Dêrsimê. Dema ku Çîçek li wargeha Mexmûr bû, wê bi hevalê xwe yê xort re pêwendî danî û biryar da ku ji PKK ê derkevin. Lê ew gav bi gav dibin çavdêrîya rêxistinê da bûn. Dema ku ew ji bo bijîşîkî çû bû hewlêr dixwest wir ji rêxistinê veqete. Lê wê girtin û paşde birin wargeha Mexmûr.

“Çîçek ku di temenê zarokatî de tevlî rêxistinê bû, çi ji rastîyên jiyanê nedizanî”

Rêveberiya PKK ê di derbarê wê de dudil bûn. Çîçek kesayetiyek navdar e û ji hêla gelek gerîlayên temen ciwan ve pirr tê nas kirin. Belavbûna bûyerek wiha dê bandorek neyînî li gerîlayên ciwan bike. Pêvajoya dadgehê, girtin û hwd da gelek pirsgirêkan bi xwe re çêbike. Rêveberên PKK û PAJK li şûna wê bigrin, rêbazek din hildibijêrin. Çîçek ji Wargeha Mexmûr girtî şandin Çiyayê Qendîl. Li vir di ezmûnên wê de qelsiyek heye, jê tê xwestin ku çend mehan xwe kom bike, rapora xwe ya rexnedayînê binivîse, û dûv re here Dêrsimê. Çîçek hilweşiyaye, ji kesê ku jê hez dike çi agahîyan nastîne. Çîçek ku di temenê zarokatî de tevlî rêxistinê bû, çi ji rastîyên jiyanê nedizanî. Ew we bawer dike ku ya ku ya wê kirî pirr şerm e. Ew çû Dêrsimê û di mijdar a 2019 an de li Dêrsimê di pevçûnekê de jîyana xwe ji dest da. Dema xwatir xastina rêwîtîyê de ji hevalekê xwe re dibêje “ez qet navegerim” piştî demekî kurt li Dêrsimê borandî wê wesyata xwe pêk anî.

Çîroka Çîçek ê bi rastî şêwazekî veşartî ê xwekujiyê ye. Ji wê re tê gotin; an dê bihêy girtin, an jî dê tu biçî şer tu dikarî wir xwe îspat bikî. Çîçek ji ber çûna rêyek nû ne amade bi rengekî ew ber bi mirinê vê hate rêkirin.

Pustên heman beş