Rastîya bûyera Mehsûm Korkmaz (Egîd)

Rastîya bûyera Mehsûm Korkmaz (Egîd)

Îro 35emîn salvegera mirina naveke sembolî yê PKK ê Mehsûm Korkmaz (eğit) e. Mehsûm Korkmaz weke welatparêz û kesayetîyek Kurdistanî ji bakûrê Kurdistanê bû. Em dixwazîn ew mija liser mirina wî rabikîn û hinek rastîyên vê bûyerê li gel raya giştî parvebikîn.

Mehsûm Korkmaz kî ye?

Mehsûm Korkmaz di sala 1956an de li Amedê, li Fariqînê ji dayik bûye. Malbat wî koçberî Batman Elihê dibe. Dilsozîya Korkmaz li vir ji bo bizavên Kurdî çêdibe. Jixwe kevneşopiyek malbatê ya welatparêzî heye, sala 1978 tevlî PKK ê dibe. Di rastî de gava tevlî bûy çi erken payabilin na wergire. Ew di 1980 de diçe Libnanê. Piştî ku ji Libnanê zivirî sala 1982de derbasî Lolan û Zapê li Başûrê Kurdistanê dibe. 1983 diçe Bakur herêma Botanê. PKK ê biryar girtiye ku têkoşîna şerê çekdarî bike, ev karê Duran Kalkan’e lê belê Kalkan nikarîbû vî karî ser bixe û Egîd ev erke girt ser milên xwe.  1984 dixwaze ku vê biryarê bi çend çalakiyên mezin bide dîyar kirin. Di rojekê de sê çalakî bi hevre têne plankirin.   Evdila Ekîncî (gêzlûklu  Elî) li Şemzînan çalakî darxist lê çalakiya wan sernakeve.  Çalakiya Çatak (Şax) zaten hîç çênabe. Plansazîya sê çalakiya hatibû çêkirin lê tenê çalakiya di bin fermandarîya Mehsûm Korkmaz ango çalakiya Dihê (Erûh) serkeftî derbaz dibe. dîyardeyî û pêşketina Mehsûm Korkmaz di nava PKK ê de bi vê çalakiyê dest pê dike.

Kî ji pêşketina Mehsûm Korkmaz nerihet bû ?

Lêbelê, ev pêşketina Mehsûm Korkmaz di nava rêxistinê de bû egera acizî ya. Ji ber ku Korkmaz piştî çalakiya Dihê (Eruh) rexneyên mezin li PKK û asta fermandariya wê dike. Li gorî Mehsûm Korkmaz, divê tevahiya navenda PKK ê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Ew qadroyên PKK ê yên ku li baregehên başûrê Kurdistanê yên wekî Heftenîn, Zap, Mêros û Lolan dimînin rexne dike. Li gorî Mehsûm Korkmaz, di heman demê de çewt e ku kampên PKK ê li Geliyê Bekaa ya Libnanê hebin. Mehsûm Korkmaz hebûna PKK ê bi hevalbendiya dewleta Sûrî û Iranî li ser xeta sînor, weke newêrekî binav dike. Dewlet Tirk hîna li çiyayên Bakurê Kurdistanê bicîh nebûye, heke PKK çalakiyên xwe di hundir bakur de meşandiba, gerîla dê karibe gundên bakurê Kurdistanê kontrol bike berî ku artêşa Tirk li wir bicîh bibe. Mehsûm Korkmaz bi raporên ku bilind dike fermandê vê rewşê pirr bi tundî rexne dike. Korkmaz heya kûrahiya Botanê diçe, erazî û gelê herêmê nas dike. Ji xeynî vî, di nav PKK ê de kesê ku di vê mijarê de pêşengtî bike nîne, hemû berpirsyariya digire ser xwe. Mehsûm Korkmaz di demekî kêm de pirr tê naskirin nav û dengê wî li deverê belavdibe. Hêz li dora wî kom dibe. Ew xwedan hêzekî cewherî a xurt e. Cara yekem ji gundên Botanê (Omyanis, Deşta Lala) şervan tevlî vê rêxistinê dibin. Ev pêşkeftine gişt bûn sedem ku Mehsûm Korkmaz di temenê ciwan de bibe qurbanê komployekê.

Mehsûm Korkmaz ne bi gulleya dijmin, lê bi komplo ya hundir jîyana xwe ji dest dide

Dema ku bi komek ji 25 kesan re bi şev li Çiyayê Gabar nêzî gundê Deşta Lala  di 28 ê Adarê de dimeşiyan, di kevin kemîna artêşa Tirk. Di kemînê de tenê yek kes bi sivikî birîndar dibe, lê Mehsûm Korkmaz gulleyekê ji enîya sere xwe dixwe û jîyana xwe ji dest dide. Grûp ji bûyerê bi guman, şik dibe û dest bi lêpirsînê dike. Di nav grûpa ketî kemînê de gerîlayek PKK ê bi navê Feyzi Aslan, navê kod Selîm heye. Tebanca vî kesî 30 Metra dûrî cihê ku Mehsûm Korkmaz lê hatî qetil kirin e. Bi gotinek din, dema ku ketîn kemînê, wî gulle berda Mehsûm Korkmaz û tebance avêt cihê bûyerê. Ev rewş ji hêla grûpê ve ji ji bo Evdila Ocelan hete ragihandin. Lê Ocelan li derbarê bûyerê de tiştek nake. Feyzi Aslan ji hêla Ocelan ve tê erkdar kirin û dûv re ew diçe Libnanê û ji wir jî wî dişînin Iranê.

Çima qetilkirina Mehsûm Korkmaz avêtin ser Sakik Sakik?

Ango, Mehsûm Korkmaz ne ji hêla dewletê ve, ji hêla PKK ê ve hate kuştin û liser bûyerê hate nixaftin. Dewlet Tirk cenazê Mehsûm Korkmaz digire, li dûv xwe re radikêjin, li her derê digêrîne, û dûv re jî cenazê vî lehengê Kurd diavêjin Nevala Qesaba ser cihê gilêşê Sêrt ê. Mehsûm Korkmaz êdî bibû milkê gelê Kurd. Di rastiyê de, Mehsûm Korkmaz ne ji hêla PKK ê ve ji hêla Gel ve weke qehreman hate îlan kirin. ew deverên Mehsûm Korkmaz lê xebitî ango Amed, Batman, Sêrt, Botanê wî wekî qehreman îlan dike. PKK jî bûyerê vedişêre. Her çend eşkere ye ku bûyer çawa pêk hatiye, rapor û delîl hene, Ocalan û PKK vê cînayeta der heq Mehsûm Kormaz vedişêrin. Pey wê ra Ocelan, Feyzi Aslan erkdar dike û wî dişîne Rûsyayê û veşartina bûyerê delîlên girîng in ku Ocelan plansazê vê bûyerê bû ye. Ji ber ku Feyzi Yıldırım tenê 5 meh berî ku Egîd gulle baran bike li cem Evdila Ocelan hatibû. Heman dem ew kesek e ku di pasewanê evdila Ocelan bo li lûbnanê.  Ger Evdila Ocalan tawanbar nebûya, wî da çi hewceyî bi sergirtina vê bûyerê bidîta?

PKKê bi salan bûyera Mehsûm Korkmaz veşartiye. Piştî salên 93 an, Ocelan cara yekem got ku dibe Egîd bi komployekê hatibe şehîd kirin. Lê bi giştî PKK, ji 1986 an ve, dema ku Mehsûm Korkmaz hatiye gulle baran kirin, heya sala 1998 an, yanî mawê 12 salan, bi tu awa çawaniya kuştina Mehsûm Korkmaz nexist rojevê. Li ser navê Mehsûm Korkmaz rant hate çêkirin, lê sedemê kuştina wî nayên pirsîn. Gava ku Şemdin Sakik, endamê Komîteya Navendî ya PKK ê, di Adar 1998 de ji PKK veqetiya, hingê PKK li ser pirsgirêka Mehsûm Korkmaz dest bi şîrovê kir. PKKê îdîa kir ku Şemdin Sakik Mehsûm Korkmaz kuştiye. Lêbelê, 12 sal di ser bûyera fermandar Egîd re derbas bû, û di vê demê de, Şemdin Sakik gelek caran hate cem Evdila Ocelan û her carê Apo Şemdîn bi erkên herî jor wezîfedar dikir û rêdikir welat. Şemdîn Sakik weke cêgirê Ocelan li ser hemû qada Bakûr hate wezîfedar kirin. Heya dema ku Şemdîn Sakik ji PKK ê veqetiya jî, rojek bi tenê jî derbarê Bûyera Mehsûm Korkmaz de lêkolîn bi Şemdîn re nehat kirin û ew nahet tawanbar kirin.

Kê bûyer veşartîye kujer ewe

Dema ku hemî perçe têne ba hev, ev wêne derdikeve holê. Feyzi Aslan yek ji kesên nêzî Ocelan e, Mehsûm Korkmaz Ocelan û PKK ê rexne dike û ew li qada şer pir xurt bûye. Ew ji holê hatiye rakirin. Piştî Şemdîn Sakik ku çû Tirkiyê sûç avêtin ser wî. Heke ev îdîa PKK ê rast be gelo ew çi wijdan û exlaqe li gel Ocelan heyî ku bi sala ye kujerê Egîd weke Fermandarê giştî wezîfedar dike. Heger talimata kuştina Mehsûm Korkmaz Ocalan nedabe çima kujer eşkere nekir, eşkere kirina kujerî bidin alî kî, çima ev hemû xelat kirin. PKK hîç hewil ne da ku kujerê Mehsûm Korkmaz eşkere bika, kî kujer veşartî kujer ewe.

Bûyera Mehsûm Korkmaz rastîyek girîng a PKK ê nîşanî me dide: PKK bi mirina tu xebatkarên xwe re eleqedar nabe. Ji bo PKK tiştî girîng ewe ku ka dê bikare liser mirina wî kesî propagande bike an jî na. Mehsûm Korkmaz kesek Kurd bû, neteweperwer û Welatparêz bû, gel jê hez dikir, bi salan zarokên vî gelî wekî Egîd dihatin çiyê û ew wekî îdol didîtin. PKK ji vê mifa werdigire. Lê bûyera Mehsûm Korkmaz hertim berevajîkirî nîşanî gelê Kurd da.

Pustên heman beş