Amerîka amade ye alîkariyê ji bo destpêkirina diyaloga Kurdî bike

Amerîka amade ye alîkariyê ji bo destpêkirina diyaloga kurdî bike

Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê David Brownstein radigihîne, ji bo destpêkirina danûstandinan di navbera partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, ew amade ne alîkariyê bikin.

Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê David Brownstein di hevpeyvînekê ligel malpera K24ê beşa Îngilîzî de ragihand, ji bo destpêkirina danûstandinên diyaloga kurdî di navbera partiyên kurdî de, ew pabend in bi alîkariya xwe ji bo dîtina çareyeke dadwerane.

Diyar kir jî, ew piştevaniya wan danûstandinan dikin, ji bo aliyên kurdî li ser desthilat, aborî, geşepêdan û aramiya li wê navçeyê bigihin rêkeftinekê.

Wî berpirsê Amerîkî da zanîn, heta niha wan gelek civînên yekalî bi her du aliyên kurdî re kirine û ew kar dikin ji bo her du alî (ENKS û PYNK) vegerin li maseya danûstandinan rûnin.

Cîgirê Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê got jî, divê aliyên kurdî pirsgirêk û dosyeyên xwe li ser maseya danûstandinan gotûbêj bikin, ne li ser medya û bi riya daxuyaniyan.

Brownstein di Mijdara 2020an de cihê Balyoz William Roebuck girt û niha dîplomatê herî payebilind ê Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ye.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) ji Mijdara 2019’an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) danûstendinên yekrêziya kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya rojavayê Kurdistanê de dikin, lê danûstandin ji hilbijartina Amerîka ve rawestiyane.

Pustên heman beş