Li Şengalê çi diqewime?

Li Şengalê çi diqewime? (Mijara Şengalê kirina dergehê rantê xiyanet e) (Şengal ne cihê peşbirka PKK’ye)

Hewldanên hêzên girêdayî PKK ê yên Şengalê ji bo pêşîgirtina peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de berdewam dikin. Di herî dawiyê de, piştî wextê ku ji wan re hatî dayîn 1ê Nîsanê temam bûyî, hêzên PKK ê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê li herêma Çilmêra ya li Çiyayê Şengalê nobetê bigirin. Ji ber vê yekê kaos ji bo Şengalê didome. Bi rastî li Şengalê çi qewimî?

Yên li dijî lihevkirina Şengalê derdikevin: Iran, Tirkiye û PKK ne

Her çend pirsgirêka Şengal di çapemeniyê de neyê xuya kirin jî, lê ew bi rastî pirsgirêkeke ku hemî hêzên bi Rojhilata Navîn ve têkildar in li ser nîqaş dikin. Ya ku niha li Şengalê diqewime ne têkildarî weke ku PKK dibêşe “xwesteka Êzdîyan ew e ku xwe bi xwe bi rêve bibin”. Peymana Şengal ji bo “Xeta Heyva Şîa ya Iran ê û xeta Tirkîyê ya Tile Afer” pêşî lê bigire hate îmze kirin. Sedema encam dayîna vê peymanên ewe ku pêşî li hewldanên parvekirina Kurdistanê di navbera Îran û Tirkiyê de bihêt girtin. Ango, pêşî girtine li proja Îran û Tirkiyê ya ji nûve dîyarkirina sînorên Kurdistanê. Yên li dijî vê peymanê derdikevin ev hêzin: Iran, Tirkiye û PKK.

Ger ez vekirîtir bibêjim, pirsgirêka Şengalê niha beşek ji şerê herêmî ye, qadeke ku her kes dixwaze bi dest xwe bixe. Helwesta siyasî ya PKK li Şengal di şerekî herêmî de ji bo talankirina Şengalê pêşî li dagirkeran vedike û kêşê kûrtir dike. Ji ber hemî taybetmendiyên xwe, pirsgirêka Şengal ji bo Kurdan bûye mijarekî pir nazik û şikestok.

Daxuyaniya PKK û HPG ku digotin ew di 1ê nîsana 2018 de hêzên me ji Şengalê derketin jî xapandinek bû. PKK ji Şengalê derneket. Armanca PKK ê ne ewe ku Şengalî “xwe bi xwe bi rêve bibin”. Şengal raste rast  ji hêla Sozdar Avesta, endamê Konseya Serokatiya Giştî ya PKK, û  komîteyek taybet ve tê rêvebirin. Saziya ku biryara li ser Şengalê digire KCK û PKK ye. Yên ku li serqedera Şengalê bi Bexda û Ittlaata Îranê re hevdîtin çêkirîn ne xelkê Şengalê ne. Yên ku bi serokên Heşda şabî re jî hevdîtin kirin ne ji Şengalê bûn. PKK di bin ferzkirina ku ez xwedîyê Şengalê me û ezê birêve bibim. Ew di vî warî de jî pir çav sorî tevdigere. Rastiya ku çend malbatên ku li Şengalê li dora PKK ê kom bûne li devera Çilmêra ya çiyayê Şengalê bicîh bûne tenê ji bo provakasyonek nû ava bikine. PKK ji vê rûniştinê çi hêvî dike? Bê guman, PKK li bendê ye ku xwîn were rijandin û di nava pevçûnê de çend êzdî bimirin, û ew cîhanê re  bibêje “binêrin êzdîyên belengaz dikujin” û li ser vê rant a sîyasî  bike. Bi kurtasî, ew hêvî dike ku ji êş û mirina Êzdîyan ranta siyasî biafirîne.

Di civînên veşartî yên ku Şengalê tên nîqaş kirin de, Şengalî tûne ne

Her çend dirûşma “Me Şengal xilas kir, em ê birêve bibin, me li ber xwe da em ê bimeşînîn” dirûşmek xweş were guhê mirov jî, lê ew di cewherê xwe de jehre. Ji ber ku kes li dijî desthilatdariya Şengalê ku di destê Şengalîyan da be, nîne. Dijberî ev e ku PKK Şengalê bi hebûna xwe dixwaze bike qada şer. PKK Şengalê weke wargeha xwe dixebitîne û heman dem, weke darkekê dest xwe da digire.

Ev rastîyek diyar e ku tenê sedama mayîna PKK li Şengal rantê herêmê dest xwe xistine. Piştî êrîşên Daîş ê di 2014 an de, PKK ê xwe wekî alternatîfek Başûrê Kurdistanê danî pêş û hewl da ku bi Iraqê re têkiliyên stratejîk pêşve bibe. Armanca PKKê ji şandina hêzên leşkerî ji bo deverên wekî Kerkûkê ev bû ku heger valahî çêbûn xwe li herêmê bicîh bike. PKK ê ev yek heya radeyekê bi hevkariya bi Iran û dewleta Iraqê re kir. Lêbelê, armanca dawîn a PKKê ew bû ku bi fermî beşdarî operasyona Mûsilê bibe û pişkek ji fermîbûnê ji pêvajoyê bistîne, û bêtir derfetên siyasî û leşkerî dest xwe bixe. Hêviya PKK ê ew bû ku ne bi navê HPG ê be jî, lê bi navê hêzên YŞB ê tevlî vê operasyonê bibe. Ev yek çênebû. Lêbelê, tekoşîna PKKê, ku li Iraqê bibe fermî û bi pêlkirin û daxistina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xwe re cîhekê çêbike, neqediyaye. Ango, PKK bi xebata xwe ya li Iraqê armanc dike ku Hikumeta Herêma Kurdistanê şûnde bixe û xwe dayne şûna wê. Tiştê li Şengal diqewime jî ev e.

Di civîna Ebû Fedek û nûnerên KCK ê de çi biryar hat girtin?

PKK nabêje bila artêşa Iraqê neyê Şengal. PKK dibêje bila Pêşmerge neyê Şengalê. Ji bo Şengalê, PKK ti carî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge re pêwendî çênekiri ye. Gotina rêveberê PKK Besê Hozat di 27 ê Tîrmeha 2019 de dema gotî: “Şengal perçeyek ji Iraqê ye”, berê vê rewşê bi zelalî eşkere kiribû. Ger PKK ê gotiba “Bila Şengal parêzgehek bi ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be û divê ew otonom be”. Nûke Pirsgirêka Şengalê çareser bibûya. Ger PKK li şûna Iran û Heşda Şabî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin kiriba, Kurd da vê pirsgirêk di nav xwe de çareser kin. Lêbelê, PKKê tevahiya pêvajoyê bi hevalbendiya Heşda Şabî plansaz kir. Em dizanin ku Di 13 ê Sibatê de, Sererkanê Haşdî Şabî, Abdulaziz Abu Fedek, li Şengalê bi sê kesên ji komîteya dîplomasiya PKK-KCK ê re civîn sazkirin. Iranê ji bo Şengalê destûr da sê rêxistina: Serokê Esayibi el-Haq Qays Gazalî, Rêxistina Bedr û Rêvberê PKK ê Cemîl Bayik. Ev sê kes pêvajoya Şengal bi hevre birêve dibin.

Mirina sivîlan li Şengalê dibe materyalê propagandaya PKK

Ev hevahengî hewl dide ku bi berdewamî zextê li ser dewleta Iraqê û hêzên biyanî yên ku ne di bin kontrola Iranê de ne, cih bigire. Li Şengalê, jinên ku panqart bilind kirî û kulmek layengirên PKK ê tenê wekî dîkor têne bikar anîn. Rûniştina Çilmêra jî karta dawîn a di destê PKKê de ye. PKK baş dizane ku tu kes li Şengalê pevçûna naxwaze. PKK dixwaze tewîza wergire. Di van tawîzan de armanca PKK ê ne ewe ku, ji bo Êzdîyan rê, av û xwendin û vegeryana li ser malûmilkê xwe. Ji bo PKK ê, zêde kirina mûçe, dest xistina çek a, hêsaniya çûn û hatinê û mayîna gumrikan armanca sereke ye. Lê, metirsiya ku PKK li quntara çiyayê Şengalê şer bike jî hertim zindî ye. Lê ji ber ku nekarin nişkav de şer îlan bikin, pêdivî bi çîrokek gelêrî ya bi êş û hestîyar heye. Weke ku carekê Hakan Fidan digot: “emê ji Sûriyê çend moşekan avêjin Tirkiyê û dê hinceta şer ava be “PKK jî bi dil û can dixwaze çend sivîlên Êzîdî di pevçûnekê de werin kuştin an birîndar kirin da ku ji bo PKK hinceta mayîna Şengalê çêbibe û bi sala li ser vê propagandaya reş dijî hêzên yasayî yên herêma Kurdistanê, bike.

Karta PKK ê ji bo Şengalê YPG

Li vir, gava herî xeter û xirab a PKK e ji bo pirsgirêka Şengalê tevlîkirina rêveberiya Rojava û YPG ê ye. PKK dizane ku li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq şer kirin ji boy wê pir xerab e. PKK dixwaze di nav civaka navneteweyî de navûdengên YPG ê bikar bîne, bi YPG re gavekê li Şengalê bavêjin. Ev yek ji wan sedemên sereke ye ku PKK dixwaze pêşî li yekîtiya ENKS û PYND jî bigire. Ji ber ku PKK plan dike ku di dem û mercê guncaw de YPG ê di pevçûnek li dijî Herêma Kurdistanê de bikar bîne.

Di vê nuqteyê de, hewce ye ku mirov pirsgirêka yekîtiya neteweyî, ku hesreta mezin a Kurdan e, çareser bike.  Axiftina Cemîl Bayık li ser ekranên Stêrk TV û di navbeynkariya hin dostan danûstandinên di navbera KDP û PKK deşîfre kirin weke sabotekirina pêvajoya dîyalogê tê dîtin. Tu eleqeya PKK ê bi yekîtiya netewî tune. Ji hêla PKK ê ve naskirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê wateya bidawîbûna xewna PKK ya bicîhbûna li Iraqê. Heman dem tê Wateya bi dawî bûna tewîzên ku bi alîkariya Iranê ji Şîeyên Iraqê re tên standin. Ger PKK yekîtiya neteweyî bixwesta, mil bi mil û bin ala Heşda şabî ya ku sond xwaribû Herêma Kurdistanê wêran bikin nedibû. PKK heya ku ji Heşda Şabî mûçe werbigre xeyale ku bi Pêşmerge re yekîtîya neteweyî çêbike.

Îxanet e ku Şengal bibe mijara rant ê

Mixabin, pirsgirêka Şengal mijara gelek neyînî û lîstika di nava hevda ye loma jî meqale yek têrî vê nake. Ji bo PKK ê Kêşe ne rondikên çavên gelê Şengalê ne, ew dixwazin van rondikan bikin bingeh ji bo ranta xwe. Îxaneta herê mezin jî ewe ku mijarekî weke ya Şengal ku ji alîyê netewî, olî û qewmî de pir giringe mirov bike mijara berjewendiyên hîzbî û rant ê. Gelê êzdî kirina mijara bazarî li gel Iraqê û Êzdî mehkûmî di bin ala Iraqê de jîyanê kirin, îxaneta herî mezin e.

Pustên heman beş