PKKe rêya gundên Tîlerê û Binavîya TNT dike

PKKe doryana gundên Tîlerê û Binavîya TNT dike

Çalakiyên rêxistina PKKê yên bi terzê terorê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin, hêzên ewlehîya Başûr TNT yeke din a rêxistinê ku li ser rêya dû gundên navçeya Kanî Masê danaye, eşkere kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, rêxistina PKKê li berbanga roja 2 vê mehê, TNT yek li ser rêya sereke ya doryana gundên “Binavîya û Tîlerê” yên girêday navçeya Kanî Masê li devera Berwarî Bala danaye.

Her wiha dest nîşan kir, kar û xebatên hêzên ewlehîya Başûrê Kurdistanê bo ji nav birina vê hewla rêxistina PKKê dewam dikin.

Li gorî dîmenên ku ji boy pêgeha me hatine şandin, rêxistina PKKê ev TNT li jêr erd danane, û hem awayê wan TNT yane yên ku terora DAÎŞê li ser rêya Pêşmerge di danan.

Di 6 mehên rabûrî de, PKKê 6 caran rêya gundên Dihokê TNT kirine

Rêxistina PKKê li van mehên dawiyê bi terzê terorîstan navçeyên Başûrê Kurdistanê bi teybet rêya Pêşmerge mînrêj dike, dawî car li 12 adara îsal 2021an, rêya navçeya bi navê “Çepên çiyayê Gamêrkê” ku dikeve pişta gundê “Ravîna” yê sinorê parêzgeha Dihokê TNT kirbû.

Li 13î heman mehê jî, PKKê mayînek di rêya Pêşmergehan de li devera Sîdekan danabû û di encama wê de Pêşmergeyek şehîd ket.

Her wiha li meha şubata îsal 2021an jî, rêxistina PKKê rêya gundên “Batîfa Seyda û gundê ravîna” ku dikevin navçeya Kanî Masê ya devera Berwarî Bala TNT danabû.

Cînayetên PKKê yên hemawa li sala rabûrî jî hebûn û li rojên 3-8-11 meha 11 ya sala 2020an 3 navçeyên Başûr TNT kirbû, lê belê ev hemû hewlên PKKê sernegirtin û ji hêla hêzên ewlehîya Başûrê welat ve hatin ji nav birin.

Hêjay gotinê ye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji nemana rejêma Sedam di hewlên berdewam de ye ji bo ku navçeyên Başûr ji mîn û teqemenîyan xelas bike, ew mînên ku li dema xwe vê rejîma diktator di rêya Pêşmergehan de di danan, lê belê PKKe ji nûve hatîye û çav li rejîma Sedam dike û rêya Pêşmergehan mînrêj û TNT dike.

Pustên heman beş