Rêveberiya PKK ê va demek dirêje bêdeng bû. Endamên damezirîner ên PKK ê, yên wekî Kalkan û Qarasû, ku hertim di medyayê de nivîsandin, bi taybetî piştî Operasyona Gare di bêdengiyek mezin de bûn. Piştî Operasyona Gare, em dikarin bêjin ku rewşa ewlehiya şikeftên PKK ê di bin xeterê de bû, plansazîyên biharê nehatin zelal kirin, û her weha bêdengiya wan weke peyamek ji bo navbeynkara bû ku dixwest êrîşên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê rawestin û danûstandin dest pê bikin . Lê belê, bi destpêka Nîsanê re, ev bêdengî bidawî bû û endamên damezrîner ên PKKê gav bi gav plansaziya xwe ya biharê, nemaze jî siyaseta xwe ya demkî di medyaya xwe de, dîyar kirin. Wusa dixuye ku PKK dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixe navenda hemî xebatên xwe. Bi rastî, em dikarîn bibêjîn ku PKK wê Herêma Kurdistanê têxe depkê armancanê. Dûran Kalkan roja bihorî îşareta destpêkirinê da.
Gelo Duran Kalkan starta destpêkirina çi da?
Duran Kalkan di 29 ê Adarê de beşdarî weşana televizyona PKKê ya bi navê Medya Haber bû, û yekser meqaleyek bi navê Selahaddin Erdem di rojnameya Özgür Politika de weşand. Di Gotara xwe de bi zelalî herêma Kurdistanê ji raya giştî re kir armanc û heta xwest ku bibe sedema nîqaş û nakokiyên çêkirî yên di navbera Kurd û beşên Kurdistanê de. Li gorî Duran Kalkan, “Gelê Başûr îstixbarat dide MIT ê û dibin sedema mirina gerîla, yên dibêjin em Welatparêz in pêdivîye li dijî wê helwest bisekinin”.
PKK dê vê propaganda reş a weke “dinava herêma Kurdistanê de ajanên Mît ê gerîla êxbar dikin” ji xwere bike tewan û wê bixwaze nakokîyan di nav mala Kurdî de dirust bike. Xala sereke ya aloziya di navbera Kurdan de di sala 2021 an de wê ev tumet be. Ji ber ku, ger em bala xwe bidinê, PKK her sal yek-du mijarên bingehîn destnîşan dike û girseyên xwe li ser van mijaran rêkupêk dike. Di sala 2020-an de, PKK ê di Adarê de bi Zînê Wertê re pevçûna Kurd-Kurd dest pê kir, û hewl dan ku di raya giştî ya navneteweyî û navxweyî de êrîşa xwe ya li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê meşrû bikin. Bi rastî, PKK ê dixwest ku di sala 2020 an de bi rêyên leşkerî, siyasî û dîplomatîk dest bi bernameya xwe ya êrîşa li dijî Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, lê mecalê wê heya radeyekê mumkîn bû.
Sedemên bêdengiya li PKK?
Ya yêkem, piştî Operasyona Gare, şikeftên PKK ê êdî ne ewle bûn. Operasyona Gare bi rastî di warê leşkerî de ji bo PKK ê pêvajoyek nû nîşan dida û ew neçar bûn ku sîstema xwe ya ewlehî ji nû ve rêxistin bikin. Ji ber vê yekê, ew hewce bûn ku pevçûnek rasterast were rawestandin. Duyem; Serdana Papa ya Kurdistanê girîngiya hebûn û girîngîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qada navneteweyî de danî holê û destnîşan kir ku kevneşopiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Barzanî di Rojhilata Navîn de weke gelavêjê ye û nahê înkar kirin. Ger PKK di van şert û mercan de êrîşî Hikumeta Herêma kurdistanê û Pêşmerge bikira, ew da tûşî rewşek siyasî ya nebaş bît. Piştî êrîşên PKK ê ku sala borî li Çemankê û Amedîyê kirî û du pêşmerge şehîd bûyî, ew ji hêla Emerîka û Berîtanya ve hat şermezarkirin û wekî kiryarek terorîstî hate nişandan. PKK pir hewce bû ku bi Hikumeta herêma Kurdistanê re şer bike, lê ji ber hemî sedeman ewa gav paşde avêt. Ger ev her du sedem çênebûna, da PKK di Adarê de aloziya li dora Amêdiyê, Sîdekan û Batufa derxînît. Heke PKK ê ev plana xwe ji bo niha paş xistî be jî, ew ê dev ji amadekariyên êrîşa xwe bernede. Ji bo vê yekê, divê ew sedemên vê nakokiyê pêşî di raya giştî ya kurd de û paşê jî di raya giştî ya navneteweyî de ava bike. Tewana PKK ê ya ku dibêje “PDK, Parastin îstixbarat dide Tirkiyê” ji ber vê armancê hewce dibîne
Gelo li Başûrê Kurdistanê sîxurên Tirkiyê kê ne?
Mijarek dijber a din jî ev e ku PKK ji xwe re toreke ajan ava dike. PKK gelek kesan wekî ajan bikar tîne da ku di şerê li dijî Herêma Kurdistanê de zanyarî bi dest xwe bixe. Mînak, ew ciwanên bê kar ên li herêmên mîna Şêladizê, PKKe mehê 500 dolaran dide hinek ji wan ku sîxuriyê ji boy PKKê bikin. Van ciwanan wezîfeyên wekî şopandina pêşmerge û karmendên asayîşê bi giştî yên li dezgehên emnî yên dişoxilin, agahî dana bingehên PKK ê demên hatin û çûyîna berpirsyaran bo ser gundên xwe hene. Wekî din, agahîyên dest me da heyî diyar dikin, ku Xazî Salih Alîxan, ku berpirsyarê ewlehiya dergehê Serzêrê bû, bi vî şêwazî hate şopandin û hate Kuştin. Di heman demê de, PKK erka dane nasîna wan ciwanan daye wan ku di medyaya civakî de PKK ê rexne dikin, wan îsbat bikin û derbarê wan de agahiyan berhev bikin. Ango, PKK welatiyên herêma Kurdistanê dike ajanên xwe û dijî rêveberiya herêma Kurdistanê bikar tîne.
Danpêdanên 5 rojnamegerên ku PKK ew wekî ajan bikar dianîn ji hêla yekîneyên Ewlekariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin piştrast kirin û vîdyoyên danpêdanên wan ajana hatin weşandin. Di heman demê de PKK bi weşandina bernameya ku 5 gundiyan digot ew ajan in, weke tola 5 rojnamevanên xwe bikar anî lê plansazîya PKK ê ji vê mezintir e. PKK dixwaze pirên di navbera gelê Bakur û gelê Başûr de heyî bi tevahî hilweşîne. PKK dixwaze ku gelê li Bakur bi hestyarî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Başûr veqetîne. Ji bo ku veqetînek hestyarî were afirandin, sînaryoyên ku xîtabî hestan dike, têne rêxistin kirin.
Mînak, Duran Kalkan meqelaya bi navê “Têbînî ji PDK, kuştin ji MIT ê” re diweşîne. Di vê nivîsê de, îdîa dike ku Mehmet Soysüren, bi kodê Savaş Elbistan, bi saya agahdariya ku ji hêla PDK ê ve hatî dayîn hatîye kuştin. Ew PDK ê û hêzên ewlehiya giştî ya Herêma Kurdistanê tawanbar dike. Nayê qebûlkirin çi Kurdek jibo dagirkeran weke sîxur bixebite, em vê yeke destpêkê bibêjîn û Rewşek wusa jî li holê tune. Kesên ku weke casûs têne dîtin ji hêla Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê ve têne girtin. Her weha, heke gelê Başûr agahî ya bide Tirkiyê wê rojane bi dehan gerîla jîyana xwe winda kiriba. Û Wekî din, bi 10 salan e Duran Kalkan û serkirdeyên PKK bi tirombêla ji Qendîlê nedikarî biçe Gare, ji Gare nedikarî biçe Heftenîn û Metîna. Rêwîtîya van serkirda bi tirombêla çênedibû. Ji ber vê yekê rewşek weke PKK propagande dike, nîne.
Savaş Elbistan kengê jîyana xwe ji dest da?
Dev jê berde ku Savaş Elbistan elewî ye, lê ew li ser girseya Maraş a li Ewrûpayê ji bo PKK ê dibe mijarek girîng a propagandayê. Ji ber ku, Mistefa Karasû jî, li ser Savaş Elbistan meqale nivîsandiye. Lê di holê de pirsgirêkek wusa heye; Savaş Elbistan di 20 ê Adara 2019 an de jîyana xwe ji dest daye. Ev du sal li ser mirina wî berbas bûn. PKKê du sala mirina wî veşart, dema ku hewce bû, ew derket derve û bi tarmê wî spekülasyona çêdike û hewl dide ku sûdê werbigire. Ango, PKK dizanibû ku Savaş Elbistan du sal berê jiyana xwe ji dest da. Çima ew bêdeng ma? Ji ber ku PKK hewl dide ku ji mirina qadroyên xwe sûd werbigire, ew difikire, “Ger ez vê mirinê îlan bikim, ez ê çi bandorê li malbat, bajar, eşîra vî û kesûkarnên wî, bikim”.
Lê kêşe ne va ye. PKK dikare sibê çend gundiyên belengaz bigire û bi wan bide gotin ku, “Min cihê şer agahdar kir”. Lê berî ku Duran Kalkan li ser mirina Savaş Elbistan şîrove bike, çend pirsên din jî hene ku divê ew bibersivîne: Çima Savaş Elbistan li kêleka gund bû?
Her çend PKK timûtim gelê Başûrê Kurdistanê bi sîxurî tawanbar dike jî, pirsa rastîn ku pêdivîye PKK bersivê bide ev e ku çima gerîla 40 km dûrî sînor, li kêleka gundan disekine. Ez dibêjim, “Gel noqteyên gerîla êxbar dike” an jî “gerîla ji heremên xwe yên sereke derketiye, û derbasî nava gund, xanî, baxçe, mêrg û nava jîyana gel bûye”? Bê guman, heke gerîla dixweze şer bike qadên şer ne nava gundên Başûre li Bakur û ser Bakur e. Lê gerîla li Batufa, Amêdîyê, Çemankê, Kanî Masê û bi dehan gundên din sînor terikandiye û bi kincên nîv sivîl li ser mal û milkên xelkê rûniştiye.
PKK ji bo reva xwe ya Bakur biveşêre û bi kevrekê çend çuka bikuje dibêje, gelê başûr sîxurî ji bo Tirka dikin. ango, ew ê hem Bakûr bi Başûr şermezar bike, hem jî diyar bike ku çima yekîtiya neteweyî tune, hem jî sedema windakirina şer li Bakûr bi vê hincetê ve girê dide, û dixwaze rewşa xwe ya lewaz meşrû bike.
Yanî, çapemeniya PKK ê dê mijara sîxurên li Başûrê Kurdistanê bixe tenişta rojeva bihara 2021 an, wek tecrîda Evdila Ocelan û gireva birçîbûnê û hwd. Yê nava gelê başûr sîxurî dikin her endamên PKK ê bixwe ne. Şikeft û kunên serê Gare û Metînî yê ji tirka re dibêjin her rêveberiya PKK bixwe ye. Bi va manîpulasyon na pêwîste gelê Kurd nexape. Qedera Kurdan bi teşhîr kirina çend gundîyan ve ne girêdayî ye. Ya ku dê çarenûsa Kurdan diyar bike têkiliya Heşda Şabî-Îran û PKK ye. Yê ku çarenûsa Kurdan diyar bikin ne ewin yên ku dixwazin Şengal li derveyî sînorên Kurdistanê bihêlin. Ya ku ji bo çarenûsa Kurdan girînge eve ku partiyên Kurd li Rojava werin ba hev û yekîtîya neteweyî sazbikin û PKK dev ji pêwendîyên qirêj li gel Îran û Heşda Şabî ber bide.