Yek din ji wan kesên ku ji PKKê qut bûyî û paşan weke ajan hatî ragihandin Îbrahîm Aydin ê bi kod navê “Zîyad”e. Îbrahîm Aydin li sala 1950an li Dêrsimê ji dayik bûye, sala 1970an li zanîngeha Enqerê hatiye wergirtin û bo dema sê sala li beşê mamostetiyê ê zanîngeha Enqerê xwandiye û li sala 1974an heya 1978an li Xazî Entab û Mêrdînê mamostetî kiriye.
Li ser dema xwandinê de li zanîngehê, roja 31/3/1972an paş girseyeka xwendkarên zanîngehê, li dijî kuştina Mahîr Çayan serokê rêxistina “Lawên Welatparêz ên Tirkiyê” û nêzî 10 endamên komîteya navendî ya vê rêxistnê, ji hêla polîsên Tirkiyê ve hat girtin. Li gor daxuyaniya navbûrî hijmara girtîyan nêzî 120 xwendkaran bû ji du beşên mamoste û beşa zanistên siyasî yên zanîngeha Enqerê û yek ji girtîyan Ebdulla Ocelan bûye.
Ew yek bûye ji endamên grûpa îdolojîk a PKKê û sala 1980an, berpirsê komîteya navçeya Enqerê a PKKê bûye. Her di vê salê de bi Cemîl Bayik re erka rêvebirina têkilîyên Ocalan di nêvbera Sûriyê û Tirkiyê de birêve biriye. Piştî derbeya 29/9/1980an a Tirkiyê, bi Elî Çetîn re revyaye Sûriyê û li wir bi Cemîl Bayik û Subhî Qereqoş “Şoriş” re ku paştre ji hêla PKKê ve tê kuştin, li kampa bereya Demokrata Felistînê, erka perwerde kirina endam û gerîlayan wergirtiye.
Endamê Komîteya Navendî û hilbijartiyê kongreya yekê û diduyan bûye û di konferansa Ewropayê a PKKê de serokê dîwana kongirê bûye. Sala 1985an bi sûça alîkarîkirina Çetîn Gongor “Semîr” û Kesîre Yîldirim “Fatîme” ketiye jêr çavdêriyê û weke ew bi xwe dibêje, ji tirsa vê yekê de ku dibe serkirdeyên PKKê fermana kuştina wî bidin di nava PKKê de revyaye û bi alîkariya Mesûd Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê xwe gihandiye Sûriyê û li wir berev Swêdê çûye.