Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebûlxêt êrîşa duh bi şev a ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir.
Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebûlxêt êrîşa duh bi şev a ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir û got: “Ew êrîş berdewama wan karên wêrankariyê ye ku armanca wan jinavbirina heybeta dewleta Iraqê û têkbirina asayîş û aramiya temamê Iraqê ye.”
Ehmed Ebûlxêt îro bi daxuyaniyekê diyar kir: “Aramiya Herêma Kurdistanê beşek e ji aramiya Iraqê.” Herwiha daxwaz kir; rûbirûyî hemû wan hewlên ku yekîtiya Iraq û serweriya wê dikin armanc, bibin.
Ebûlxêt destnîşan kir ku Komkara Erebî piştevaniya hewldanên hikûmeta Iraqê dike “ji bo rûbirûbûna teror û çekên derveyî yasayan û sepandina yasayan ji bo parastina serweriya Iraqê û ewlehî û seqamgîriyê”.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê duh êvarê ragihand; bi rêya firokeyeke bêfirokevan êrîşek li dijî hêzên Hevpeymaniya Havdewletî yên li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan û di êrîşê de ziyan negihiştiye canê ti kesî.