Hewildanên PKKê û milîsên Heşda Şebî yên girêdayî Îranê ji bo astengî dirsutkirina li himber cîbicîkirina lihevhatina di nêvbera Bexda û Hewlêrê de ku bi lihevhatina Şingalê tê naskirin berdewamin. Di hewlên herî dawî de van du hêzên ne qanûnî yên li Şingalê lihevkirine ku 3 tabûrên leşkirî ji Êzdîyan dirust bikin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Şingalê eşkere kir, her yek ji PKKê û Heşda Şebî bi serpiriştiya Abu Fadak, Serok Erkanê Heşda Şebî ku yek ji wan kesane ku navê wî di lîsteya terorîstan de ye li cem Amerîka û kesekî bawerpêkirî bûye li cem Qasim Suleymanî yê fermandarê feyleqa Quds ya supayê pasdarên Îranê, lihev kiriye ku sê tabûrên leşkirî ji kurdên êzdî yên Şingalê dirust bikin ku her yek ji wan tabûran ji 200 heya 300 çekdaran pêk tê.
Çavkaniyên me her weha eşkere kir, niha yek ji wan tabûran hatiye dirustkirin û bi tabûra 80an hatiye binavkirin, biryar hatiye dayîn ku ji boy her çekdarekî 900 hezar dînarên Îraqî weke mûçe bên xerc kirin, lê belê piştre PKKê û Heşda Şebî lihevkiriye nîva vî pere bidin çekdaran û nîva din di nêvbera xwe de parve bikin, ev yek jî xweya dike ku kurdên êzdî le cem van du hêzên ne qanûnî bi tenê weke amûr tên bikar anîn û Êzdîyan tu nirxek li cem wan tuneye, tişta ji van du milîsan re girîng bi tenê dest xistina pere û parastina kemera şî’î ya Îranê ye.
Ji aliyê xwe ve hat hîn bûn ku Heşda Şebî li ser vê yekê razî bûye ku ew çekê ji boy van tabûrên leşkirî ji hêla Heşda Şebî ve tê dabîn kirin ji hêla PKKê ve bê nêvî kirin, nîva çekê tê dabînkirin wê ji çekdaran re bimîne û nîva din wê PKKe bişîne Qendîlê.
Tê zanîn li roja 9/10/2020an lihevhatina di nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal ji boy normal kirina rewşa bajarê Şingalê hate îmzekirin, li gor vê lihevhatinê Hikûmeta Federal wê dosîya ewlehiya bajarê Şingalê bigre dest û pêdivîye hemû hêzên ne yasayî ku PKKe jî di nava wan de ye ji Şingalê derkevin, lê belê heya niha ji ber fişarên raste rast yên Îranê li ser Hikûmeta Federal a Îraqê ne PKKe û ne jî Heşda Şebî, ne bi tenê li Şingalê derneketine belku mijûlî zêdekirina çekdarên xwe ne.