Nobedarîya jinên Şingalê li ser rêka û lêrastanîna xelata Emerîka ji bo îxbarkarên revebirên PKK

Nobedarîya jinên Şingalê li ser rêka û lêrastanîna xelata Emerîka ji bo îxbarkarên revebirên PKK

Ev çend rojin Vîdyoyên kulmek jinên êzidî yên ku li ser rêya gundê Gir Zerik rûniştî ne, ku arteşa Iraqê nekeve gund, di medyayê de têne parve kirin. Ev dîmenên jinên êzidî yên li ser wê rêkê rû bi rû bi artêşa Iraqê re dibin, tavzînkê li dilê me dixe. Komek biçûke yên vê çalakiyê dikin. Hejmara wan di navbera 15-20 de ye. Tê xuyakirin ku yek an du ji wan qadroyên PKK’ê ne, û vîdyoyan de diyar dibe ku çend jin ji wana jî xelqê Rojava ne. Ango hejmara jinên êzidî li ser rê dora 5-6 in. Bê guman hejmar ne girîng e, lê pirsgirêk ku serê me tevlihev dike heye: Baskê PKK ê YBŞ, ku dibêje em ji bo parastina gel li vir in, jin derxistine kolanan û dibêje me biparêzin. Di holê de YBŞ tune, çend dayikên dil bi êş hene li ser rêya. Ji dema îmzekirina peymana Şingalê û vir de PKK ê gelê êş kişandî berdaye ser kolana û wana ji bo xwe wekî mertalê zindî bikar tîne.

Ajotina jinên êzidî bi ser leşkerên Ereb ve, bê exlaqîyek mezin e

PKK tişta ku bi rêya sîyasî û leşkerî nikare bike, dixwaze bi çend dayikan bide kirin. Axaftinên dilşawat ên dayikan her kesî aciz dike. Rêza me ji wan dayikan re heye. Lê eve rastiya ku PKK wan dayikan ji bo berjewendiyên xwe bikar anîne na guhire. Pêdivî ye ku PKK xwe di bin kincên spî yên dayikên êzidî de neveşêre. Ger mebesta rastîn a PKK ê parastina gelan bûya, dayikên êzidî îro bi serê xwe li wa kolanan bi eskerên ereb re mijûl nedibûn. PKK dibêje ez ji bo parastina Êzidîyan li vir im, lê dûv re ew dayika diajo ber singê dujminî. Ev hewle pirr ji exlaqê sîyasî dûre. Ev ji bo bikaranîna jinan bi giştî, statuya jinan û bi taybetî jî sûîstîmal kirina êşa jinên êzidî ye.

Divê êdî PKK israra “Şingal ya mine” neke. Ji ber ku ev israra PKK ê ji bo Tirkiyê pilangêriya xwe li ser dergeh vekirina Ovaköy ji bo ku xwe bigehîne Tile Afer û Şingalê di be hinceta dagirkirinê.

Ma PKK li Şingalê otonomî dixwaze an jî Kaos ê ?

Daxwaza ku Şingal bibe herêmek xweser mîna ku pir tişt dixwaze di xuye, lê di rastiyê de tiştekê naxwaze. Niha ji Şingalê re tu mercên ku xweseriya siyasî bi dest xistinê tune. Di destûra bingehîn a Iraqê de jî çi mecalên avakirina xweserîyê nîne. Erebên Sunî, ku xwedîyê nifûsek herî mezine li Iraqê, hîn jî nekarîne ku xweserî pêk bînin. Heta Li Iraqê bingehek sîyasî heye ku dixwazin statuya federal a Kurdistanê ji holê rakin. Diyare ku di van zirofên tund de Iraq ji bo êzidî ya çi statuta qebûl nake. Lêbelê, armanca PKK ê tenê ewe ku berdewamiya aloziya li wir misoger be. Ji ber ku her du hêz jî ji vî cewê nediyar ê îdarî û siyasî pirr sûd werdigirin. Ji ber vê yekê PKK û Heşda şabî peymana ku di navbera Hewler û Bexda de di 9 ê Çirî de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hate îmzekirin rafizkirin. Ango, ya ku PKK li Şingalê dixwaze ne xweserî ye, bêîstiqrarî ye.

Ji ber vê rewşa nediyar û bêserûber, PKK , malbatên wan kesên ku ji refên wan derketin desteser dike, baca gumrikan werdigire, heman dem, alîkariya saziyên navneteweyî û xêrxwazên ku dihatin Şingalê  dest datîne ser û ew li gorî ku dixwest belav dikir. Yanî, di rewşa nezagonî ya Şingalê de, PKK ê ji xwe re mîrneşînek biçûk ava kirî ye û ew naxwaze ev pergal biguhere.

Emerîka xelata ji bo rêveberên PKK’ê daynî, xwest bîne bîra kê?

Pêdivîye ku PKK bizane ku wê bi israra xwe ya Şingalê çi encaman bi dest bixe. Baş bibîne. Em dikarin wê bi formulek pir hêsan îzah bikin: Her kes dizane ku YBŞ rêxistineke bi ser PKK ê ve ye. Tê zanîn ku PKK li Emerîka û Ewropa di nava lîsteya terorê de ye. Hê duh, Komîsyona “Dad ji bo Hemî kesî” ya Dewletên Yekbûyî xelata ku ewê bide kesên ku ji bo girtina rêvebirên PKK ê Cemîl Bayık, Murat Qarayilan û Duran Kalkan dane, bibîr xist û dubare kir. Dema vê hişyarkarî yê pir watedar e. Çima Emerîka ji nişka ve ev xelat xiste rojevê? Ji ber ku Emerîka, ji israra PKK ê ya têkilîyên bi heşda Şabî re û tengasiyên li Rojava derdixe acize. Yek din ji van aloziyan pirsgirêka Şingalê ye. PKK ji aliyekê ve gula dirêjî Emerîka dike di alîyeke din de jî li gel Îran û Heşda Şabî pêwendiyên stratejîk kûr û berfereh ava dike. Ango, Emerîka bi bîranîna xelata ve ne ku ji xwere sîxura digere, ew tenê dixwaze PKK ê hişyar bike. Wî got PKK ê, “Lingên xwe zêde dirêj neke” hema hema li Rojhilata Navîn hêza herê bihêz Kurdin, Emerîka naxwaze ku çîrokên xirab li ser Kurdan bibîhîze. Wekî din, her kes dizane ku, Emerîka kengê bixwaze dikare rêveberiya PKK ê bixe.

Ger em bi kurtasî bêjîn; Hêzek navneteweyî ku piştgiriyê bide plana PKK ê ya Şingalê, tune ye. Iraq jî ne xwedî ew Îrade ye ku piştgirî vê planê bike. Wisa dixuye ku Iran piştgirî dide xweseriya Şingalê, ji ber ku rawestgehek cugrafî ye ji bo  projeya Hîlala Şîa.  Niha, kes sîstemek wilo ya dewletê naxwaze. Ji ber vê yekê ev mijara Xweseriya Şingal  di rastîya Iraqê de, tenê xewine.

Helwesta PKK wê Şingalê jî ber bi Efrîna duyemîn ve bibe

PKK li Şingalê bi hevalbendiya li gel Şîa danî ve, herî zêde îxanetê li gelê êzidî dike. Ji ber ku Encam de hikûmeta Bexda û Hewlêrê nikare îstiqrarê bi sere xwe ava bike ev rewş jî mecalî ji bo Tirkiyê ava dike. Ji ber ku Emerîka ji bo Îranê ji Şingalê derbixe wê têketina Tirkiyê ji bo Şingalê bipejirîne. Di holê de dawiyek xirab a ewqas metirsîdar heye. PKK dikare dawiya vê rewşê bibîne. Israra PKK ê “bila ya min be, bila piçûk be” li Efrînê bû sedema komkujiyek mezin a kurdan. Bi heman awayî, helwesta PKK ê li Şingalê jî dê bibe sedema komkujiya kurda.

Heya ku PKK tawîzên ku li Şingalê dayîn Heşda Şabî û hêzên Şîa şûnda ne vegerîne û bi Herêma Kurdistanê re têkildar nebe, ew ê berpirsyarê qirkirina Êzdîyan be.

Tenê tişta ku pêşî li qirkirina êzîdxanê bigire zivirandina berê Şingalê ji boy Hewlêrê ye

Arteşa Iraqê gav bi gav dikeve nav Şengalê. YBŞ gav bi gav tevlî Iraqê dibe. PKK bi her vekişînê hin tawîzan dixwaze. Jî ber ku Iraq dixwaze PKK raste rast nav arteşa wê de be, PKK jî dibêje ezê tevlî te bibim le rê bide hinek gund raste rast destê min de be û hinek tavîza dixwaze. Weke hin serbestîya bazirganî, çend sazî û baca gumrik. Wekî din, PKKê şol bi êşa dayikên Êzidî nîne. Ger PKK xema êşên dayikên çav girîn ba, wan berjewendiyên xwe di nava hêsirên dayikan de venedişart.

Em hemû êşên gelê Êzidî yên li Şingalê fam dikin û parve dikin. Mafê Şingalî ya heye ku hêrs bibin, û gilîyan bikin. Lê em di heman demê de dizanin ku, li gorî gotinên ciwanên PKK ê, çend dayikên ku çavşil rûniştîne ser rêka, ji van lîstikên herêmî bêxeberin. Êzidî wê xwe birêve bibin û xwe ji hemû metirsîya jî biparêzin. Lê cihê ku dê ev hemî werin pêkanîn, wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê be. Dema ku rûyê Êzidîya ne li Bexda be li Hewlêrê be wê hemû kêşe çareser bibin. Şûna xemsariyê, Şingal weke eyaletekê bi ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê be wê aramî mayînde be. Heke Şingal di nava Pêşbirka Tirkiya, PKK ê, Şîa û Îranê de bimîne wê komkujî ji Êzîdxanê dûr nekeve.

Pustên heman beş