Rêyek din ji bo PKK ê heye

Rêyek din ji bo PKK ê heye

Dewleta Tirk 23’yê Nîsanê de li dijî herêma Metîna, Avaşîn û Zapê operasyonek nû da destpêkirin. Di operasyonên ku Artêşa Tirk ji wan re Pence-Brûsk û Pence-Yildir bi nav dike, niha de hin nuqteyên girîng ên stratejîk leşker danînê. Bi taybetî çiyayê ku bi navê Zinara Kêste tê zanîn bi Helîkoptera leşker danîye yê. KontrolkirinaZinareKeste, ji ber ku 2500 mtbilinde û li ser mişara devera Behdînan serdeste, bi wateyakontrol kirina hemû wan gund û rêkatê. Herêma Metînaû sînor ji hev tê qudkirin. Tê Wateya valakirina 40 gundên li ser navçeya KanîMasê, ji xeynî gundên ku berê hatine vala kirin. Wê encamên bi vî rengî li herêmên Avaşîn û Zapê jî derkevin holê.

Hemû Kurd li ser polîtîkayên Dewleta Tirk yên dijminatiya Kurdan xewdî yek fikrin. Lê pêwîste hemû kes bibine ku êrişên Tirkiyê ew qas rihetî li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava çêdibin hincet û sedem PKK ye. Pêwîste ev rastî were dîtin. Li gorî qanûnên navneteweyî PKK wekî rêxistinek terorîst tê dîtin.  Ger tê xwestin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser sînorên herêma xwe serdest be û pêşî li operasyonên artêşa Tirk bigire pêdvî ye ku rewşenbîr,hunermend, netewperwer û welatparêzên Kurd helwest nîşanî PKK ê bidin.

Gelo Çima ? Ji ber ku her du aliyan ( Tirk û PKK) îrada gelê Kurd a çareserî û hebûna wan 40 salan ipotek kirîne. Ev îpoteka li ser bakurê Kurdistanê heyî nûke Rojava û Başûr jî xistîye nava pergala xwe de. Pêwîste gelê Kurd ji PKK ê re bibêje “êdî beşe”. Divê bi vê operasyona Metîna, Zap û Avaşin ew cerikê sebrê êdî serda biçe.

Çima PKK pêşniyara Herêma Kurdistan û Iraqê qebûl nekir

Di navbera van çar salên borî de, Artêşa Tirk li başûrê Kurdistanê 40 km keftîye kûrahiya deverê. nûke, dewleta Tirk, ji xeynî deriyên fermî yên sînor, hemî xeta sînorî ya di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de girtîye bin kontrola xwe. Piştî Dewleta Tirk hemû sînorên Bakur xistin bin destê xwe, ev sê sale dest bi dagirkirina kûrahiya axa Başûr kirîye. Di Sala 2019 de Şekif ku çiyayê herî stratejîk yê devera Xakurk- Xinêre, û di 2020 de, ji sedî 90 girên herî stratejîk ên herêma Heftanîn ji alîyê artêşa Tirk ve hatin dagirkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hêzên ji artêşa Iraqê xwest ku pasewanên sînorî werin herêmê da ku Artêşa Tirk di operasyona Heftenînê de pêş nekeve. Pasewanên sînor, li herêmên bejahî yên Zaxo, Kela Şabanîkê, Siyare Bena û Kela Dêrê bi cîh bûn.

Heman hêz ber bi xeta Metina û Gare, Sîdekan û Çoman ve çûn. Lê PKK hebûna van hêzan qebûl nekir. PKK ê hebûna van hêzan ji bo wekî hinceta şer dît. Her çend ew di çapemeniyê de zêde nehate bihîstin jî, lê belê, wan di civînên herêmî de digot: “ger hûn pêş de werin, hevalên me dê we gulebaran bikin, bê xeberê me hereket nekin” û hwd gef li pasewanên sînorî xwarin.

Hêzên pêşmergeyên payîza sala borî de ji PKK ê xwest ku pasewanên sînor li Zinara Kêste cî bibin da ku artêşa Tirk nekevê lê PKK bi zimanek îtûj ev teklif red kir. PKK ê di çapemeniya xwe de ev hewlên pasewanên sînor ji bo rawestandina pêşveçûna artêşa Tirk weke dorpêçkirina gerilla propagende kir.

Ev çar sal in versîyonên heman filmê tê pêşandan

Em ji sala 2018 an vir ve li versiyonên cuda yên heman fîlimî temaşe dikin. Senaryoya giştî ya vê fîlmê ev e: “Li gorî mercên demsalî, artêşa Tirk di biharê de operasyonek bi navûdeng dide despêkirin û PKK jî  binavekî ku yekser xîtabî hestên gel dike behsa berxwedan û cenga şoreşegerî dike. Rêxistin û sazîyên PKK ê, KCK, Kongreya Gel, KNK û hwd bang li gel dikin ku, li dijî faşîzma AKP-MHP, li berxwe bidin. Gerîla TV hin dîmenên arşîvî yên çalakiyê diweşîne. Lêbelê, Tirkiyê ew cihên armanc kirî digire û têde cî dibe. Bi êrişa hewayî bi dehan ciwan jîyana xwe jidest didin, bi sedan donim erdê çandnî zirarê dibîne. Bi Payîzê re, artêşa Tirk ji ber şert û mercên demsalî operasyonê radiwestîne û PKK dibêje me dagirkerî têk têkbir. Tirkiye girên ku dagirkirî de qeleqol a ava dike û bi cî dibe. Di operasyonê de windahiyên PKK ê, ku havînê nehatî bûn îlan kirin, zivistanê kêm kêm îlan dike ji bo mijara perwerda kempan û hestîyarîya gel necemide. Derveyî Kurdên Başurê Kurdistanê dijîn, êdî kes bi rastî cîhên ku artêşa tirk dagir kirî, nizanin.

Erê, senaryoya me behsa wê kirî ev çar sal in ku li nav û erdnîgariyên cûda de, ji nû ve tê pêşandan. Tirkiye herêmên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dagir dike. Naha, Zinara Kêste hate dagirkirin. Bi bilindîya 2500 mt, Zinara Kîste yek ji xalên stratejîk ên Behdînan e. Çima PKK ê çûyîna hêzên Pêşmerge ji bo wan deveran qebûl nekir?

Gelo ev yek xeletîye an jî tercîhe ?

Nivîskarê navdar Paulo Coelho dibêje; “Heke hûn xeletiyekî dubare bikin, ew êdî nabe xeletî dibe tercîh.” Ku dev ji hemî pratîka 40 salî ya PKK ê berden, tenê pratika PKK ya van 4 salên dawîyê binêrîn emê bibînîn ku PKK ji bo hatina tirka dibe bazber ango ev rewş weke tercîh tê pejirandin. Tişta ku pêwîst bû PKK ê kiriba ew bû ku PKK ê hêza xwe ji deverê veguhestiba.

Heke Pêşmerge ketiba Zinara Kêste dê çi çê bibe?

PKK nûke dixwaze vê rabirdûyê ji bîra mirovan bibe. KCK ê di 25 ê Nîsanê de daxuyaniyek weşand û operasyona li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê nirxand. Dîsa, wekî her carê, wan hêzên navneteweyî, dewleta Iraqê û PDK tawanbar kir. Di daxuyaniya PKK ê de, ”Ger PDK ê helwestek nîşan artêşa Tirk bide, dewleta Tirk piştgiriya ji  navneteweyî wernegirt û Ewa ciretî vê êrişê nedikir.” Lêbelê, di daxuyaniyê de jî, PKK îradeya Herêma Kurdistanê paşguh dike û gotina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi lêv nake wekî desthilata partîyekê nêz dibe. PKK ya ku li herêma Kurdistanê ferz dike bêqanûnî ye qebûl, Hikûmetê wekî îrade û otorîte nabîne û PDK wekî berpirsê operasyonê dîtin tenê direw û tewanekî pêkenoke. Va 30 sal in Pkk nahêle ku pêşmergeyên Herêma Kurdistanê biçin Zinara Kestê. Ger yekîneyek pêşmerge mehek berê bigota ez ê biçim Zinara Kêste, PKK da  hemî hêzên xwe kom ke û da êrişî wan ket. Nûke jî ew rabûye pêşmerge tawanbar dike. Ev tê vê wateyê ku du deverrasterast di bin kontrola PKKê de mane: Gare û Qendîl e.

Divê Kurd zextê li PKK bikin

gelo ev fîlm dê dubare bibe heya ku ew her du deranê deste PKK ê de mayî jî  werin dagirkirin? Belê, heya ku rewşenbîr û welatparêzên Kurd gazî PKK ê nekin ev rewşe dê berdewam bike. Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare vê operasyonê rawestîne. Di ber çavên hêzên cîhanî, Tirkiyê li Lîbya destwerdan kir û kesê ne go tû çi dikî. Wê demê dê Kurd çi bikin? Divê Kurd pêşîya vê şanoya PKK ya “ em ber xwe didîn û başûr diparêzîn” bisekinin. Divê kurd ji PKKê ra bibêjin, “Em qebûl nakin ku hûn ji bo me bi vî rengî çekan bikar bînin”. Pêwîste PKK cihên xwe yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de radestî yekîneyên parastina sînor ên Herêma Kurdistan û Iraqê bike. Ji bilî vê rêkê çi rêkên ku bikare pêşî dagirkerîya Tirk bigire, nîne. ger PKK vê rastîyê qebûl neke tê wateya ku PKK din ava Îxanetê da ye.

Pustên heman beş