Dîroka 12000 salî ya Sûra Amedê dinavbera sozên dewletê û siloganên PKKê de

Dîroka 12000 salî ya Sûra Amedê dinavbera sozên dewletê û siloganên PKKê da

Qedexeya ku ji 2015 an û vir ve li hin taxên navçeya Sûra Amedê hatibûn danîn, hatin rakirin. Qedexe di 15 ê vê mehê de hate rakirin û wêneyên nû yên taxê Sûrê hatin weşandin. Tenê ji bo ku ji wêneyan mirov aciz bibin ne hewce ye ku hûn Kurd bin. Her kesê ku hinekî ji dîrokê û ji jiyanê re rêzdar be, ku ne faşîst û vandalîst be, bi van wêneyan dê aciz bibe. Di wan wêneyan de, em dibînin ku taxên Sûrê, ango dîroka me ya qedîm, wêran bûye. Sur ne welê xwedî dîrokek hêsan bû. Sûr xwedî dîroka 12 hezar salan e û di 4 ê Tîrmeha 2015an de wekî Mîrate yê Cîhanê ji hêla UNESCO yê ve hat pesend kirin. Çima Sûr a ku hundirê wê de dêr, mizgeft, hemam, xan û gelek deverên din ên jiyanê yên dîrokî hebûn, û şopên dîrokê hêjî li ser kevirên wê dîyar bûn, hate vî halî? Bê guman, bi şerê xendeka ev bajarê Kurdan yê qedîm wêran bû.

Bi daxuyaniya KCK ê ya di 12 ê Tebaxa 2015 an de ku digot “Kurda ji rêveberiya xweser pêve çi vebijark din nîne”, bi vê peyamê  û sûnda li Kurdistanê ciyên ku PKK tê de bihêze  rêvebirîya Xweser hate îlan kirin. Di nav wan de Sûr, Cizîr, Gever, Farqîn, Licê, Warto, Silopî, Hezex, Nisêbîn hebû. Bi rastî, berîya ragihandina rêveberiya xweser li van bajaran xendek hatibûn kolandin. Piştî vê pêvajoyê em wekî temaşevanên vê şanoya xendaka matmayî mayîn. Ji ber ku dawiya vî şerî dîyar bû. PKK ê bi sala, ku her kes bi şerê “kozik a” tawanbar dikir, ji nişka ve di bin dorpêça dijminî de li bajaran xendek kolandin.

Yek ji van deran jî Sûr bû. Li ber çavên polis a, gelek alavên wekî çîmento, hiltî yên betonê dijkînin, û heta kepçe li wan kolanên teng ên Sûrê de kozik dikolandin. Dema ku ciwan çeperên xwe dikolin, polîsên tirk jî deh gava wêde li wan dimêzand. Sur dîrokek bû, yek ji navçeyên navenda bajarê Amed ku qed ji hundir ve nehatibû fetih kirin. Bi salan, mirovên feqîr, Welatparêz ên ku ji şer reviyabûn li Sûrê civiyabûn. Ew xelkê hejar li wî taxê qedîm de bi nane şevê dijiyan. Dûv re, bi şerê xendekan re, wî bajarê qedîm xwe dinava agir de dît. Di nava mehekê de 20 hezar kes koçber bûn.

Ji hêla PKK ê dihate gotin, ku wê Sûr bibe navendeka berxwedanê ya mezin. Li gorî PKK ê, şerê xendekan dê daxwazên Kurdan ên hezar salî pêk bianîya û wê li Sûr ê da her tişt muhteşem bibîya. Gotina Fermandarê ciwanên PKK ê yên li Sûrê xendek dikolan Çîyager (Cihan Turkan) ku digot: “Çi dibe bila bibe, wê dawî muhteşem be” ev peyv bibû diruşma şerê xendekan. Bê guman, xortê bi navê Çiyager ev peyve bi dilsozî gotibû. Ciwan ji şikandin û serpêhatîya hez dikin, ew amade ne ku xwe feda bikin û bimirin. Lê ziman û rastiya siyasetê ne wisa ye. “Çi dibe bila bibe, dawî muhteşem na be”, zimanê rastiyê pirr cûda ye. Di zimanê heqîqetê de, armanc, hesab-kîtab, tifaq, dem, realîzm, mantiq û sebr heye. Bêyî ku em sedemên PKK ê yên şerê xendekê nîqaş bikin, em dikarin bibêjin ew bajarên me yên qedîm bûn qurbana şerekî ku armanca wê nediyar. Şerê Xendekan xiyanetek mezin bû. Di bin îdeal û cenazeyên ciwanên jîr de, PKK ê îxaneta xwe ya xendekan veşart. Lêbelê, dema ku qedexe di 15 ê Nîsanê de hate rakirin, hat dîtin ku ew peyva “çi dibe bila bibe wê dawî muhteşem be” wusa ne muhteşem, dawî wêrankarî bû. Kolanên Sûrê kevirên reş ên ku şahidîya dîroka 12 hezar salî dikir nemabûn, li her deverê asfalt û beton hebû. Ger em Ji dûr ve li wêneyan mêze bikîn, Sûr dişibihe kampek komkirîya, û gava ku hûn dikevin kolanan, hûn rastî betona gewr dibin wekî ku hûn ketine girtîgehekî, bêsemyan. Li sûrê dawî ne muhteşem bû dawî wêranî û karesatek mezin bû.

Bi wateyek din dîroka Komara Tirkiyeyê dihête wateya hilweşandin û rûxandina dîroka Bakurê Kurdistanê. Li ser her pir, rê, mêhvangehên Kurdan, navên dewleta Tirkiyê pêva hatîne zeliqandin û hatine jinav birin. Bajarokê Sûr ê dewleta Tirk wêran kir. Sûr mînaka herî dawî ya faşîzm û vandalîzma Komara Tirk e. Di dema pevçûnên li Sûrê berdewam dikir, Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ji bo Sûrê ev di got: “Em ê bajarokê Sûr ê wisa ava bikin ku ew bi mîmarîya xwe ve bibe mîna Toledo ku her kes dixwaze, bibîne”. Niha pêwsîte ev vê pirse ji Davutoglu bikîn. Ew mîmarîya muhteşem ya ku we behs dikir gelo ev e? An jî tiştê li Sûr ê xuya dibe rûyê dewleta we ya faşîst e? Bê guman rûyê dewleta Faşîst a tirk e li ser koçe û kolanên Sûr ê.

Ger em zelal û eşkere bi bêjîn, Sûr bûye qurbanê pêvajoyek bê wate û bê wijdan di navbera PKK û Tirkiyê de. Ne PKK û ne jî dewleta Tirk ji bo parastina Sûrê qasî misqalekê hewl nedan. Di wêrankirina vî bajarê xwedî dîrokek 12 hezar sal û xezîneya kevneşopîya Kurda, bi qasî dewleta faşîst a Tirk PKK jî sûcdar e. Sûr qurbane kî bê semyane. Yên ku rûyê rastîn ê xendekan deşîfre neke û yên vê wêrankarîyê weke berxwedan destnîşan dikin, şirîkê vî sûcê dîrokî ne.

Pustên heman beş