Di daxuyaniya Qereyilan de hûrgilyeke girîng: Gelo di navbera PKK û baregehên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê de peymanek êrişnekirinê heye?

Di daxuyaniya Qereyilan de hûrgilyeke girîng: Gelo di navbera PKK û baregehên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê de peymanek êrişnekirinê heye?

Axaftina Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Mirad Qereyilan ya ji bo hêzên çekdarî yên Avaşîn, Zap û Metîna kirî di ANF de, hate weşandin. Di axaftinê de, têkildarî operasyona ku artêşa Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, di gelek babetan de nirxandin kirin. Lêbelê, axaftina wî de hûrgulîya herî giring xîtaba wî ya bo hêzên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê kirî pirr balkêş bû. Heya hinek derdorên siyasî we difikirin ku Qereyilan ev axaftine ne ku ji gerîlayan kiriye, bêtir ji bo peyamekê bigihîne artêşa Tirk kirî ye.

Qereyilan ji bo artêşa Tirk çi got?

Qereyilan di beşek axaftina xwe de bang li Artêşa Tirk kir. Qereyilan di axaftinê de wiha got: Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal li Kanî Masê du caran li dewleta Tirk xistin. Hêzên Şehîd Bedran Gûndikremo jî li Şêladizê li hêzên Tirk xistin. Wan 2 tank hilweşandin û hin leşkerên tirk jî hatine kuştin. Armanca van her du çalakî yan hişyarî bû. Ango, ew hişyariyek bû ku ev hêzên dagirkeran ên ku li Başûr bicîh bûne divê tevnegerin, ew nekevin nava vî şerî de. Ger ev hêz tevlî şer bibin, ewê li her derê bibin armanca hêzên me. Me ev derfet hene. Em bawer dikin ku dê ev peyama me bigihîje cihê xwe. “

Ew bingehên Qereyilan qala wan dike, alavekin ku hertim PKK Hikûmeta Herêma Kurdistanê pê tawanbar dike, û taybet di medyayê de, ev bingeh wekî sembola hevkariya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê têne nîşandan. Lêbelê, dîroka van baregehan ne bi erêkirina Herêma Kurdistanê ve ava bûne, ji hêla PKK ve rêkeftinek  li gel van bingehan heye ku leşkerê Tirk li wir dimîne û PKK ji 2000 heya Tebaxa 2017 êrîşî van hêzan nekir. Van salên dawîyê, hejmarek bi sînor çalakî dijî van bingehan bi drone û kemîna hatin kirin. Lê di du salên dawî de jî, dîsa êrîş li dijî van bingeha nehatine kirin.

Qereyilan xwest peyama wî bigihîje kê ?

Tevî ku Tirkiye sala borî ketibû cihên herî stratejîk ên li herêma Heftenîn, lê çi êrîş nebir ser wan deverên berîya 2000 ê hatîn ava kirin.

Piştî Qereyilan di axaftina xwe de gotî “ger hûn ber bi baregehên me ve tevbigerin emê êrişî we jî bikîn” vê peyama Qereyilan pirsa jêrîn xist serê her kesî: Gelo li başûrê Kurdistanê di navbera PKK û bingehên artêşa Tirk de peymanek êrişnekirinê heye? Ji ber ku weke ku hember Qereyilan Muxatabek heye ew dibêje, “Dê peyama me bigihîje cihên hewce”

Hêzên ku Qereyilan di axaftina xwe de bangî wan dike, ew xalên bingehîn in yên ku Tirkiye ji salên 90î vir ve li wir hatî bicîh kirin. Tirkiyê di sala 1983 an de bi Hikûmeta Iraqê re Peymana Ewlekariya Sînor û Hevkariyê îmze kir. Wan li ser bingeha vê peymanê operasyon dikir, lê piştî operasyonan wan şûnde vekişandin. Lêbelê, piştî 1993 an ev rewş hate guhertin. Bi pesend kirina NATO yê, Tirkiye pêşî bingehên xwe li noqteyên sifir ên sînorî û dûv re jî li hundirê xaka başûr ava kirin. ev bingeh hemî bi erêkirina NATO yê hatine damezrandin. Ji 2000 ê heya 2017 an, PKK ê tu carî li dijî van baregehan çalakî nekirin.

Gelo rastiya propagandaya PKK çi ye?

Tê zanîn ku bingehên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê, ku her dem di rojeva çapemeniya PKK ê de ye, ne bi Iraq û ne jî bi Başurê Kurdistanê re têkildar in. Tirkiye jî peymanek îmze kirîya ku ev bingehene nabin hêzekî êrişkarîyê. heya, çavdêrên sîyasî yên herêmî dibêjin ku di navbera nivîsgeha PKK ê ya li Silêmaniyê û ofîsa MIT ê ya li Silêmaniyê de tenê 700 metre mesafe heye, ango, her du sazî (PKK-MÎT) cîranê hev in. Ger were bîra we salên 1990 a li Şamê Evdila Ocelan û nûnerê leşkerî (askerî ateşe) yê qunsilxana Tirkiyê di yek îmarê de jîyan.

Wekî din, bingehên tirkan yên ku her gav têne behs kirin, li Bamerê, Kanî Masê û Şêladizê, bi pêşmerge re tu sînorên erdnigarî tûne ne. Li her çar aliyên baregehan nuqteyên gerîla hene. Tevî vê yekê, bi salan e ku nakokiyek di nava wan de derneketî ye. Ev nîşan dide ku PKK û baregehên herêmî peymanek ne êrişkirinê çêkirine, ango di navbera wan de agirbest heye. Diyare dibe ku erka van bingehên leşkere tirk cihê têkilî û Pêwendiyên di navbera PKK ê û dewleta Tirkiyê da ye.

Berê de jî gelek caran di rojevê de bû ku têkilîyên PKK ê bi artêşa tirk re hene. Têkiliya PKK ê bi Qereqolên li ser sînor re di serê salên 90 î de gelek caran di çapemeniyê de bi bo mijara gengeşeyan.

Gotinên Qereyilan, gotinên Duran Kalkan yên di sala 2015 an de anîn bîra me

Yek ji damezrîner û rêveberên PKK ê Duran Kalkan(Ebbas), di Tebaxa 2015 an de di dema şerê xendeka berdewam dikir,  beşdarî  Med Nûçe TV de bû û got êrişî leşkerên di nava qereqola nekin. Kalkan wiha got: “Ez bang li hêzên HPG-YJA STAR dikim: Divê bi teqezî êrîşî leşkerên ku nekevin operasyona yên neçin ser gel û gerîla ve û bi navê parastina welat li Qereqolên sînor de ne, nekin, hûn jî qedîyen, êrişî wan nekin.” Pirî cara Mistefa Qeresû jî di bêje;”armanca me ruxandina dewleta Tirk û derkirina artêşa wê ji Kurdistanê, nîne”

Bi taybet PKKê piştî 2010 an, din ava leşker û polîsan de cûdahî kirî ye û polis armanc negirtine. Di demên berê de, tê zanîn ku PKK bi dewlet û arteşê re bi navbeynkariya Yalçîn kûçik û Dogu Perînçek di têkilîyê de bû. Daxuyaniya Qereyilan tekez dike ku ev têkilî hêja berdewam dike tê qebûl kirin.

Naha siyasetmedarên herêmî vê dipirsin: Ma di navbera PKK û Tirkiyê de şerekî kontrolkirî heye? Çima ev şere tê kirin? yên di vî şerî de serfiraz û yê wenda kirî kî ne? Lihevkirin û têkilîyên di nav bera PKK ê û hêzên Tirk yên li Başûr cih bûyî, hîn bi gelek awayan li benda zelalkirinê ne.

Pustên heman beş