Divê em Kurd êdî ji vî hiş û mantiqê sîyasî ra bêjin bese!

Divê em Kurd êdî ji vî hiş û mantiqê sîyasî ra bêjin bese!

Doza Kurd û Kurdistanê dozeke netewî ye, dozên netewetî bi giştî bi stratejî û bi yekîtîyên netewî va bi serketine.!

Lê hezar mixabin, di hiş û mêjuyên sîyaseta me Kurdan da, polîtika yek girtinê nîne û divê em Kurd vê rastîya xwe qebûl bikin.

Gelek kes vê rewşê bi lewazbûna hestên netewî va girêdidin, lê ev ne rast e. Di nav Kurdan da hestên netewetîyên xurt e, Kurdan berdêlên mezin dan. Ji kestin serhildan û berxwedanên Kurdan, ji bê tifaqîya nav Kûrdan bûye û ev rastîya êdî nayê veşartin. Îro jî ev rewşa sîyasî di nav Kurdan da dom dike û fîlizofê mezin yê nemir Ehmedê Xani jî ev rastiya me Kurda anîye ziman.!

Ev rewşa tenê li Bakûrê Kurdistanê nine û li herçar parçên Kurdistanê heye, kêm û zêde ji hev çûda nîne.

Em bên ser rewşa Bakûrê Kurdistanê;

Li Bakur Kurdan berdêlên mezin dan û didin, lê mixabin gava em li encamên sîyasî dinêrin, ti destkeftekî Kurda yên sîyasî nîne. “Wek Tîreneke li ser xetê here û were, tenê meriv lê sîwardibin û peya bibin” sîyaset qalibekî mekanîk nîne, li gor şert û mercan divê xwe biguherine.!

Heta kîder wê wiha dom bike, ma êdî ne bese?

Divê em bi dengekî bilind va bêjin êdî bes e!!!

Sîyaseta Bakûr, sedî 95ê wî li ser rexne kirinê va tê meşandin. Sedemê wî ji ne guhartina sîyasî û bê alternatîfbûnê tê.

HDP/ PKKe di cihê ku xwe bigurerîne, hikumeta AKPê rexne dike û partî û rêxistinên Kurdan yên din jî HDP/PKK rexne dikin. Bi giranî rojeva sîyasi li Bakûrê Kurdistanê bê alternatîf e…

Stratejîyê HDP/PKKê “komara demokratîk” û demokratîk kirina Tirkîyê wek stratejî sîyasî kirîye armanca, li gor wê armancê “yekîti û tifaka“ dike. Lê li ser stratejîkî wiha polîtîkek netewî û yekîtîk di Kurdan da pê nayê…

Bang kirinên bo yekîtîyên, ji bo “xwepandina” alîgira ne, ji ber ku hejimarek mezin Kurdên alîgirên HDPê, ji wê pêvajoya sîyasî ne razîne. Ji bo ku wan alîgiran ku xwedîyên hestên netewî ne û wana li der-dorê xwe aktîf bigre, herwiha bangên yekîtîyan dike, lê ev bangana hemû ji bo propagandayên sîyasî ne…

Partîyên Kurdan yên din, her çiqas federasyon û mafên çaranûs kiribin programên xwe, lê pratîk û polîtaka wan ji HDPê çûdatir nîne. Dibe ku hinek bêjin “çawa dibe em û HDP wek hev dibin”? Belê, pratî-polîtîka hemû partîyên Kurdan yên Bakûr di çarçovên “yasayên” dewletê da polîtîkayê dikin. Armanca wan, bi rêya meclisa tirk va bo guharina zagona bingehî ye û bi destxistina mafên wek hevî ye. Bi kurtayî polîtîka parîtî û rêxistinan ev e.

Herwiha di polîtîka van da yekîtîyeke netewî nîne. Yekîtîya netewî, bi bangên li ser “medya civatî“ va pêk nayê. Heger rêxistinek di polîtîka xwe a yekîtîyê da ku cidî be, wê bo yekîtîyê komsîyoneke yekîtîyê û dialoga ava bikin û dest bi hevdîtinan bikin. Lê piranîya partî û rêxistinan bangên wan ji bo yekîtîyê, wiha ye: “werên di nav partîya me da cih bigrin û em bi hêz bibin, ku bo yekîtîyan rolekî bileyîzin”?

Lê mixabin ev partî û rêxistinan dema ku bi hêz bûn jî yekîtîyên mayende nikarbûn ava bikirana. Sedema lewzabûna wan ji polîtîka wan a rêxistinî tê û peydabûye, ne ku di civatê da hestên netewî lewaz in, an jî jê dûr ketine. Bilekis îro hestên netewî di civata Kurd û Kurdistanê da xurt û bi hêz e, xwedin û pêşketin di civata Kurd û Kurdistanê da gelek pêşketîye.

Gava parti û rêxistin ku xwestekên gel û li gor berjewendîyên netewî polîtîkayê nemeşînin, civat piştgirîyê nadê, ev tenê di nav Kurdan da wiha nîne û kêm-zêde li hemû welatan wiha ye.

Lê welatekî wek Kurdistan ku hatîye dagirkirin, hemû mafên mirovane û sîyasî hwd, ku hatîye qedexe kirin, sîyaset kirin hêsan nîne. Lê di serda jî ku siyaset berjewendîyên gel piştguh bike û dûr berjewendîyên gel sîyîyasetê bimeşîne, encam jî wê wek îro bibe.!

Sîyaset ji bo çareser kirina pirsgirêkên civatê tê kirin, gava sîyaset ku ji van armancan dûr ket, elbete wê lewaz bibe. Îro xwestek û berjewendîyên gelê Kurdistanê, bi yekîtîkî netewî û bi polîtîkek netewî Kurdistanî heye. Gava sîyaset ku berpirsîyarîya xwe nanî cî, wê civatê jî ji sîyasetê dûr bikeve. Geva hêzên Kurdistanê wek alîyekî Kurdistanî ku yekîtîyekî ava bikin, wê bandora wan li ser partîyên tirkan û hikumeta tirk zêde be, herwih di asta nevnetewî da ji dê zêde destek bigrin.!

Geva partî û rêxistinên Kurdistanê ku yekîtîkî wan tinebû, wê wek partîyên tirkan, niqaşan li ser polîtîka desthilatdarîya tirk bikin û dawîyîyê da para Kurdan wê zilm bikeve.

Êdî bes e, divê ev polîtîka Kurdan bête guhatin !!!

Xelîl Sîpan

  1. Gulan 2021

Pustên heman beş