Xefika Yekîtiya Neteweyî

Xefika-Yekîtiya-Neteweyî-info
  • Dilovan Ali

Nivîskarê Îtalî yê mezin Dante Alighieri 700 sal berê di Komediya Xwedayî de got: “Cihên herî germ ên di dojehê de ji bo wan kesan hatiye amade kurin ku di demên qeyranên exlaqî yên mezin de bêalîbûna xwe diparêzin.”

Bi salan e têgiha Yekitiya Neteweyî bûye xefikek xeter ku beşeke mezin a civakê pê tê xapandin. Ev yek bi planeke qayîm û hizireke stratejîk pêk tê. Lê di bingeh de, yên ku vê îdîayê bi kar tînin, baş dizanin ku ev têgeh li dijî rastiyê ye. Lê kesên ku di bin tehdîda hilweşîna exlaqî de ne, ji bo xwe û îdeolojiya ku serî li ber xwe didin bijîn serî li her rêyên bêexlaqî didin.

Li cîhanê her ku têgehek tê bikaranîn, divê pîvanên têgehê bi dirûstî bêne şîrovekirin. da ku civak rastiyan bi zelalî bibîne û hertim rêyên rast ji bo serketina neteweyan vebin. Bi taybetî ew neteweyên ku di bin dagirkerî û qirkirinê de dijîn.

Têgîna yekitiya neteweyî ya di nav neteweya Kurd de herî zêde ji aliyê kesên ku di bin maskeyên cuda de rê li ber ronîkirina rastiyan digirin ve tê meşandin. Bi taybetî jî kesên ku bi nasnameya rewşenbîr û siyasetmedar di civaka kurd de daxivin, hewl didin vê têgînê xurt bikin.

Di esasê xwe de ev parêzvaniya yekîtiya netewî ne ew e ku du Kurd li Amedê û Hewlêrê, li Mahabad û Qamişlo, li Laçînê di bin sîwanekê de werin cem hev. Di şûna wê de hewl didin PKK’ê di nava civaka Kurd de meşrû bikin. Bi taybetî di van 10 salên dawî de ku PKK rûyê xwe yê rast ji her kesî re eşkere kiriye û rastî weke xwedê diaxivin.

Beriya her tiştî divê em li ser Yekitiya Neteweyî şîroveyeke rast bikin. Dê bi kê re û çima Yekîtiya Neteweyî pêk were? Kî ji Yekîtiya Neteweyî bawer dike? Yekitiya Neteweyî amûra yekgirtina hemû kurdan e yan amûra xapandin û şêlandinê ye?

Helbet yên ku ji her kesî zêdetir doza Yekîtiya Neteweyî dikin ew in ku hîna jî dixwazin PKK’ê bikşînin nava civaka Kurd. Felsefe û kirinên PKK’ê li dijî îradeya netewa Kurd in. (Muxalefeta netew-dewletê, biratiya gelan, demokratîkbûna dewletên dagirker, têkoşîna ji bo serweriya dewletên kolonyalîst,) ev hemû tiştên ku PKK ji bo wan têdikoşe. Ev hemû li dijî vê îradeya ne ku gelê Kurd zêdetirî 150 sal in ji bo têdikoşin.

Her wiha PKK berpirsyarê xwîna 100 hezar Kurdên bêguneh û wêrankirina 8 hezar gundên Kurdan e. PKK sedemê sereke ye ku hemû dewletên dagirker sînorê Kurdistanê bi kar tînin û êrîşî kurdan dikin. Her wiha li welatên Ewropayê PKK bi her awayî hewl dide doza kurd ya rewa terorîze bike. PKK bi sedema revandina zarokan, kuştina mirovên bêguneh, xerac stendin û bazirganiya narkotîkê, yek ji rêxistinên terorîstî yên di lîsteya terorê ya Amerîka û welatên Ewropayê da ye.

Heger em nasnameya kesên ku di nav PKK û DEM’ê de dibin biryarder û mîsyoner lêkolîn bikin, hemû ne kurd in, bi eslê xwe Ermenî, Tirk, Azerî, Ereb û Balkan in. Ti eleqeya wan bi sosyolojiya gelê kurd re nîne. Lê ji ber ku PKK û DEM her du jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin, di her hilbijartinê de kesên perwerdekirî ji Enqereyê tên hilbijartin û piştre di nava PKK’ê de dibin serkirde yan jî li ser lîsteya DEM’ê de diçin parlamentoyê.

Ev hemû rastiyên ku îro hene. Ji ber vê yekê pirsa cidî li vir ew e ku kesên doza Yekîtiya Neteweyî dikin, armanca wan ew e ku gelê Kurd bikin şirîkê sûc û terorîzma PKK’ê, yan jî hewl didin mewziyan bi dest bixin û zikê xwe bi rêya PKK’ê têr bikin?

Di felsefeya tu welat û neteweyek li cîhanê de, neteweyek ku ji bo rizgarî û li dijî kolonyalîzmê têdikoşe, bi kesên ku terorîzmê dikin re di heman çeperî de cih nagire. Ev tenê pêkenok û xwe xapandin e.

Gelek kesên ku vê bangewaziya derew belav dikin, dema bi kesên ku ji wan re dibêjin em bi yên ku ji bo serweriya dagirkeran têdikoşin re yekîtiya netewî naxwazin rû bi rû dibin, yekser bi vê yekê bersivê didin (kur û keçên me li çiya şer dikin).

Endama KNK’ê û berpirsê PKK’ê li Ewropayê, Nîlufer Koç beriya çend salan ji televîzyona PKK’ê de wiha got: “Barzanî dixwaze ji Kurdan re dewletekê ava bike, lê PKK dê sînoran biparêze û rê li parçebûna welatan bigire.” Li gorî Nîlufar Koç, xort û keçên ku li çiyayan şer dikin, ji bo parastina sînorên dagirkeran û ji bo ku dewletên kolonyalîst perçe nebin, têdikoşin. Îcar yên ku bi derewan banga Yekîtiya Neteweyî dikin ji Nîluferê rasttir in? Yan tenê ji bo pariyek nan an jî meqamek di bin maske û durûtiyê de jiyana sernizmî bi dest bixin?

Rastiyek heye ku her dem bi baweriyek herî mezin dikare were fêhm kirin. Du çînên civakê yên ku herî zêde zerar dane neteweya Kurd, kesên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr û siyasetmedar in. Ev her du çîn afirînerên herî mezin krîza exlaqî ya li Kurdistanê ne. Ji ber ku her tim berjewendiyên xwe yên şexsî li pêşiya berjewendiyên neteweya Kurd dixin. Dema menfeta wan a li gel PKK’ê dikeve xeteriyê de, yekser dest bi dijberiya PKK’ê dikin. Lê ew ne dijberî ye, lê qeyrana berjewendiyê ye, lewra dikarin di heman demê de vegerin nav PKKê, eger PKK ji meqama wan ya berê kêmtir bide wan. Bi kurtasî ev mirovên piçûk ên bê karakter in.

Erka exlaqî ya her Kurdekî ye ku li her derê hewl bide wan kesên ku dixwazin bi propagandaya Yekitiya Neteweyî rê li ber PKK’ê veke ku felaket û jenosîdên zêdetir bîne serê gelê Kurd bêdeng bikin. Armanca sereke ya van kesan ew e ku nifşê nû ber bi armanceke şaş ve bibin. Ji ber ku di van salên dawî de di nava ciwanan de şiyarbûneke cidî heye. Serdema teknolojî û pêşketinan e. Serdema guherîn û afirandina hizira ya nû ye. Helbet ev ne di berjewendiya PKKê de ye. Ji ber ku ji bo PKK’ê nifşek bêhiş û razayî lazim e. Da ku wan bixapîne û dûre jî wan bide kuştin. Dûre mirina wan bikin amûra propagandayê û bibêjin ku wan canê xwe ji bo Serok Apo feda kiriye. Apo ya ku îradeya wî di destê dewleta Tirk de ye, li pêşberî hemû cîhanê got ku dayika min Tirk e derfet bidin min da ku xzimeta dewleta Tirk bikim.

Di demên herî dijwar de erka mirovên dilsoz derdikeve holê. Ji ber vê yekê mirovekî xwedî wijdan wê ti carî rê nede kesên oportonîst di civakeke bindest de bibin xwedî gotin. Ji ber vê yekê li hemberî kesên bêexlaq helwest girtin erkeke netewî û exlaqî ye.

Pustên heman beş