Karbidestên Îsraîlê bi israrin ku li Îranê bixin

Karbidestên Îsraîlê bi israrin ku li Îranê bixin

Di demekê de ku Amerîka û welatên dinên zilhêz bang li karbidestên Îsraîlê dikin ku xwe nas bikin û bersiveke leşkerî nedin êrîşên têkçûyî yên Îranê li ser xaka Îsraîl, lê belê Îsraîlê jî got ku ew neçarin bersivê bidin, eger bersiva Îranê nedin, rejîma Îslamîya Tehranê dê êrîşên xweyên li herêmê dijwartir û gurtir bike.

Piştî êrîşa çend şev berê ya Îranê bo ser axa Îsraîlê, ku zêdetirî 300 firrokeyên bê firokevan û mûşek bikar anîn, Amerîka û Îsraîlê ragihandin ku %99 firrokeyên bê firokevan û mûşekên Îranê her ji esman hatine pûçkirin û tenê hejmareke kêm ji mûşekên balistîkên Îranê li nav axa Îsraîlê ketine ku ew jî li hedefê neketine û di encama êrîşan de tenê zarokek biçûk bi sivikî birîndar bûye. Yekser piştî wê êrîşê, piraniya welatên mezinên cîhanê êrîşên Îranê şermezar kirin û daxwaz ji Îsraîlê kirin ku xwe ji bersivdayînê dûr bixe û metirsiya şerekî berfireh li Rojhilata Navîn kêm bike. Gelek ji wan welatan pûçkirina ji sedî 99 ya firrokeyên bêfirokevan û mûşekên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve, weke serkeftina Îsraîlê û şikestineke şermezarî ya Îranyan bi nav kirin û daxwaz ji Îsraîlê kirin ku xwe ji tolhildanê dûr bixe. Hetta Amerîka jî ku weke dostê herî nêzîkê Îsraîlê tê naskirin, gotiye, eger Îsraîl êrişî Îranê bike, Amerîka alîkariya wê nake.

Piştî çend saetan ji êrîşê rejîma Îranê ragihand ku êrîşên xwe bi dawî anîne û eger Îsraîl li van êrîşan bigere Îran êrîşeke din nake.

 Wezîrê parastinê yê Îsraîlê: ji bilî bersivdayîna êrîşên Îranê ti çareya me nemaye

Ajansa AKS news ji zarê berpirsekî pilebilindê Amerîka ragihand, wezîrê berevaniya Îsraîlê ji wezîrê berevaniya Amerîkayê re gotiye, divê welatê wî bersiva êrişên Îranê bide û Îsraîl nikare li hember welatekî ku xaka wan bi mûşekên balîstîk kiriye armanc, bêdeng bimîne.

Hevdem, tevî ku El-Erebiye ragihand ku kabîneya şera Îsraîlê di civîna xwe de negihîşt rêkeftinekê derbarê çawaniya bersivdana êrîşên Îranê, lê hin medyayên Îsraîlê ragihandin ku berpirsên Îsraîlê razî bûne bi armanckirina hin xalên girîng di nava xaka Îranê de û bi vî awa bersiveke tunda rejîma Îranê bê dayîn, di vê derbarê de berdevkê hikûmeta Îsraîlê tekez kir ku Îsraîl vê mafê ji xwe re bi rewa dizane ku her tiştek di şiyana wan de be ji boy berevanîkirin ji welatê xwe bike. 

 Ajansa NBC raporek derbarê civîna kabîneya şera Îsraîlê parve kir we êmaje bi vê yekê kir ku biryar stendiye bersiva êrîşa Îranê bidin û tekez kir ku divê bersiv demkurt be bi awayekê ku nebe sedema şerekî berfireh.

Hejmarek ji berpirsên pilebilindên leşkerî yên Îsraîlê ragihandin ku bi jinavbirina ji sedî 99ê firrokeyên bê firokevan û mûşekên ku Îranê avêtine Îsraîlê, me hinek ji şiyanên berevaniyê yên welatê xwe nîşanî Îranîyan dan û divê bi êrîş kirine ser Îranê şiyanên welatê xwe di warê êrîş kirinê jî nîşanî Îranê bidin ji boy ku êdî careke din hizir di êrîşkirine ser Îsraîlê neke.

Teqezkirina berpirsên siyasî û leşkerîyên Îsraîlê li ser bersivdana êrîşên Îranê, îhtîmala êrişa leşkerîya Îsraîlê bo ser xaka Îranê zêde kiriye. Helbet Îsraîlî şerekî din naxwazin, lewma jî dibêjin dixwazin êrîşên xwe sînordar bikin û li herêmê şerekî mezin dernekevin. Hin lêkolînerên herêmî di wê baweriyê de ne ku yek ji wan faktorên ku rayedarên Îsraîlê teşwîq dike ku êrîşî ser axa Îranê bikin, lawazbûna Îranêye ku di êrîşa şeva borî de jî diyar bû. Piştî êrîşa Hûsiyan li ser tesîsên petrolê yên Aramkoyên Sûdî, ku helbet bi mûşekên Îranê hatibû encamdayîn, civaka navneteweyî, di serî de Amerîka û Îsraîl, der barê şiyana mûşekîya Îranê nîgeran bûbûn, lê ya ku di êrîşa çend şev berê de rû dabû xuya kir ku Îran pirr lawaztire ji wê yekê ya wan hizir dikir û hetta li ser lawaziya Îranê di sosyal medyayê de henek bi Îranê dihatin kirin û alîgirên rejêma Îranê jî rastî şermê hatibûn.

 Faktoreke dina ku dikare Îsraîlê teşwîq bike ku êrişî Îranê bike, navendên etomîyên Îranê ne, ku Îsraîlê zanyariyên berfereh derbarê asta pêşketina wan navendan nîne û niha jî ku Îsraîlê behaneyek heye êrişî wan bike, dibe ku Îsraîl nexwaze vê derfetê bi hêsanî ji dest bide. Her wiha hat ragihandin, ajansa navnetewîya enerjiya atomê roja Yekşemê karên çavdêrên xwe li çend navendên navokî yên Îranê ji ber sedemên ewlehiyê ragirtin.

Îsraîl xwedî ezmûneke din ya bi vî rengîye, dema ku rejîma Besa Îraqê di sala 1991’an de bi fermana Seddam Husên dest bi êrîşên mûşekî li ser xaka Îsraîlê kirî, hikûmeta Tel Avîvê ya wê demê li ser daxwaza Amerîka û hevalbendên wê bersiv neda, ev jî bû sedem di nava Îsraîlê de hikûmet were rexnekirin. Dibe vê carê Îsraîl nexwaze guh bide daxwazên Amerîka û hevpeymanên din. Ajansên nûçeyan yên Îsraîlê ragihandin ku Netanyahu red kir ku bersiva telefona hin serokên welatan bide ji ber ku Netanyahu hizir dikir ev kesane wê ji wî daxwaz bikin ku bersivê nede êrîşên Îranê.

Her çend Îsraîl, Îran, Amerîka û hemû hêzên mezin li gel destpêkirina şerekî nû li Rojhilata navîn nîne û di berjewendiya xwe de nabînin, lê xuyaye Îsraîl vê firsendê ji boy êrîşkirine ser Îranê bi hêsanî ji dest nade. Tê çaverêkirin ku Îsraîl çend deverên leşkerî yên stratîjîkên Îranê weke deverên (Karxaneyên berhemanîna firrokeyên bê firokevan û mûşekan û herwiha navendên navokîyên Îranê) bike armanc, bi awayekî ku kêmtirîn ziyanên mirovî çêbibin û rewş ber bi şerekî berbelav û giştgîr ve neçe.

Rejîma Îranê gef xwariye eger Îsraîl êrîşî wan bike her di yekem saniye de wê bersiva êrîşê bide, lê li gor êrişên çend şevên derbasbûyî be, dibe ku gefeke zêde li ser Îsraîlîyan çêneke. Dîrokê diyar kiriye her dema ku berpirsên rejîma Îslamîya Tehran dizanîbûn ku mana wan di desthilatê de ketiye di metirsiyê de, nermiyê nîşan didin.

Karbidestên Îsraîlê tekez kirin ku êrîşên Îsraîlê berovajî wê ya ku Îranê kirî, wê amancdar bin û serokê komîteya berevanî û siyaseta derveya parlemana Îsraîlê di daxuyaniyekê de ji boy SKY news got, êrîşên Îsraîlê dê Tehranê şok bikin. Hevdem radyo û televîzyona Îsraîlê ji zarê karbidestekî payebilind ragihand ku hêzên esmanî yên Îsraîlê ji bo lêdana Îranê amade ne.

 Eşkereye ku li gorî ezmûnên berê yên wekî êrîşa mûşekîya li ser baregeha leşkerîya Eyn Esed li hember kuştina Qasim Silêmanî û heta êrîşa Îranêya vê dawiyêya li ser Îsraîlê, wisa xuya dike ku gefên Îsraîl û daxuyaniyên Rojava û Amerîkayê zêdetir weke feşarekî ji boy lihevhatineke du alî yan çend alî bên kirin, û dibe heger lihevhatinek bê kirin Îsraîl qet êrîş neke yan jî heger êrîş bike êrîşên wê pir sînordar bin. Her çend Îran û Amerîka di rewşên bi vî rengî de rasterast yan nerasterast di nava peywendiyan de bûn, lê divê em ji bîr nekin ku êrîşa rasterasta Îranê bo ser xaka Îsraîlê, lawazîya Îranê û serweriya leşkerîya Îsraîlê hevkêşeyên berê guhertîne û rewşeke nû derxistiye holê.

Ji aliyek din ve rojnameya Washington Post ragihand ku zêdetirî 60 parlamenterên Komarî li meclisa nûnerana Amerîkayê pêşnûmaqanûnek amade kirine ku tê de 11 komên milîsên Îranîyên li Îraq, Sûriye, Yemen û Lubnanê wê di lîsteya rêxistinên terorîst de cih bigirin û rêveberiya Biden naçar dike wekî rêxistinên terorîst serederî bi wan re bê kirin. Çend welatên dinên Rojavayî jî dibêjin, divê supayê pasdarên Îranê bikeve di lîsteya rêxistinên terorîst de. Rojên pêş me dê nîşanî me bidin ka fişarên dîplomatîk wê karîger bin û Îsraîlê razî bikin ku êrişî Îranê neke yan emê bibin şahdê êrişeke leşkerîya vekirîya Îsraîlê di kûrahiya Îranê de.

Pustên heman beş