Di rêbazê de Tifaq!

Di rêbazê de Tifaq!

Bûbê Eser

Tifaq tiştekî weha ye ku malbatan li ser nigan dihêle, yekitiya eşîran xurt dike û parastina dewletan jî bi rêya wê tê meşandin.

Heger di nava malbatekê de tifaq tune be, malbat çiqasî xurt û dewlemend jî be, dê rojekê rû bi rûyê ji hevbelavbûnê bibe. Tifaq şîrêza hevgirtina malbatê ye. Malbat jî eşîr e, eşîr jî dewlet e.

Dema malbatek bê tifaq be û ne li hev be, wê tim wenda bike. Di nava êl û eşîran, di nava terîqetan de tifaq tune be, ew êl, eşîr û terîqet çiqasî xurt jî bin dê rojekê bibin koleyên serdestên xwe.

Di nava miletekî de ji bona berjewendiyên neteweyî li hevkirin tune be, ew milet zehmete ku bibe dewlet û dê rojekê weke milet jî nemîne.

Ji ber vê girîngiyê bû ku Barzaniyan ev jî di rêbazê de weke xalek sereke  û girîng destnîşankirine da ku miletê kurd tifaqa nava xwe xurt bikin û bibin dewlet.

Baş tê zanîn ku  dagirkerên me ji bona tifaqa nava gelê kurd têk bibin, çi ji destê wan hatiye kirine û dikin. Ji roja Kurdistan perçe kirine û heta niha, ji bona tifaqa gelê kurd nebe, dagirkeran hemî rê û rêbazên xerab, çi bi rehetî û çi jî bi darê zorê, bi kar anîne.

Ji ber ku Barzaniyan ev baş fêm kiribûn û zanîbûn ku tifaqa miletan ji malbat û eşîran pêk tê. Heger malbat li hev bin, ew li hevkirina wan dikare tifaqa nava êl û eşîran jî pêk bîne. Ew êl û eşîr jî dibin dewlet.

Ji ber vê bû Barzaniyan ev xal ji xwe re kirin weke rehberekê. Loma li gor vê rehberê berê tifaqa nava xwe saxlem kirin ku bikaribin bandorê li eşîr û terîqetan jî bikin.

Piştî ku Barzaniyan fifaqa nava xwe pêk anîn, vê carê jî dest avatin tifaqa eşîran da ku wan jî di bin sîwanekê de bikin yek. Yekitiya Barzaniyan û tifaqa nava wan, ew kirin yek, bi hêz û xurt  kirin. Loma vê xurtbûnê û li hevkirina wan bû sedema xwedî dewleta xwe, li başûrê Kurdistanê.

Barzaniyan piştî  pêkanîna tifaqa nava xwe ango ya Barzaniyan, pêşî li tevgera neteweyî ya kurdan û yekitiya gelê kurd vekir. Piştî vê jî  dest avêtin tifaq û yekitiya nava terîqet û eşîrên kurdistanê. Bi vê xebata xwe, wan li başûrê kurdisanê li devera Barzan û li gundê Barzan bi navê konfederasyona Barzaniyan yekitiya heyşt eşîran ava kirin. Hemî tekoşîn û berxwedanên wan bi navê Barzaniyan destpêkirin û hêjî bi wî navê pîroz didome.

Bi saya tifaq, yekitî û hevgirtina Barzaniyan bû ku em îro xwedî perçek erda azad in. Ango kurd li başûrê kurdistanê xwedî dewleta xwe ne. Ne dûr e ku ev hebûn sibê bibe Kurdistaneke serbixwe.

Me gelek caran behsa çima li perçên din jî serketin bi dest kurdan neketiye, kirî ye û dikin. Aha sedemê vê pir eşkere û zelal e ku tifaqa nava wan tune bû û tune ye. Ji ber vê bi sernakevin û neketine. Heta ku li bakurê Kurdistanê jî tifaqeq neteweyî pêk neyê zehmet ku em azadî û serxwebûna bakurê Kurdistanê bibînin.

Divê em vê yekê baş bizanibin ku dema malbetek li hev be, xwedî li hêjayiyên xwe derkevin, him wê xwe li hember hemî, êrîş û tofanên bêne serê wan biparêzin û him jî wê xwe bi hêz û xurt bikin. Dema yekitî û tifaqa malbatê xurt be, ev bandorê li ser eşîran êl û terîqetan jî dike da ku ew jî xurt bibin. Xurtbûna vana tevan reng û dengê dewletekê ji kurdan re eşkere dike.

Yekitî û tifaqa Barzaniyan bû sedema ku em îro xwediyê xwe û kurdistaneke azad li başûrê kurdistanê ne. Heger li bakurê kurdistanê û li perçên din jî tifaq û yekitiya gel, partî û rêxistinên me hebana, em ê li wan perçana jî xwedî azadiya xwe bana.

Lê hezar caran mixabin ku ji ber bê tifaqî û ji hevbelavbûna partî û rêxistinên me, li bakurê kurdistanê roj bi roj em weke kurd wenda dikin. Sedema ku heta niha em li bakurê kurdistanê bi ser neketine yek jê jî ji ber bêtifaqiya nava me bi xwe ye.

Loma ez dibêjim: Pêwîst e ku kurdên me baş vê rêbaza pîroz fêr bibin û xal bi xal wê ji ber bikin da ku bikaribin ji bona perçên din jî azadî û serxwebûnê bînin. Ji ber bê tifaqiya miletê kurd em ê tu caran nebin xwedî dewleta xwe. Lê li başûrê Kurdistanê bi saya vê rêbaza pîroz, em weke kurd, îro li wir xwedî dewleta xwe ne. Em ê sibê jî bibin dewleteke serbixwe ku ala me jî dê di nava alên cîhanê de li dar bikeve.

Rêbaza pîroz di tekoşîna xwe ya di sed salan de nîşanî me kurdan da ku bê tifaq û yekitiya gel, em ê nebin xwedî Kurdistaneke serbixwe. Loma girîng e ku divê perçên Kurdistanê yên din jî êdî vê xala tifaqê pêk bînin da ku azadiya xwe bibînin.

Pustên heman beş