Çima Erebistana Sûdî di merasîmên pêşwazîkirinê yên fermî de ferşên binefşî bikar tîne?

Çima Erebistana Sûdî di merasîmên pêşwazîkirinê yên fermî de ferşên binefşî bikar tîne?

Hikûmeta Erebistana Sûdî ji bo pêşwazîkirina mêvanên xweyên fermî, serok, serokwezîr, sefîr û nûnerên welatên bira û dost, rengê binefşî hilbijartiye.

Ev çend jiber vê yekê ye ku rengê “Mor”ê ferşên pêşwazîkirina Sûdî dişbhe rengê gir, çol û deştên vî welatî, nemaze di biharê de.

Di biharê de, bi mezinbûna nebat û kulîlkên biharê yên xwezayî, qadên mezinên erda berifreha Erebistana Sûdî bi kulîlkên Lavender, Zimrûd û rehan ve dihên xemilîn. Ev kulîlke ferşek xwezayî bi rengek binefşî pêk tînin, ji ber vê yekê pêşwazîkirina Sûdî bi rengê binefşî ji mêhvanên xwe tê wateya pêşwazîkirina mêvanên wan ji çar aliyê hemû xelkê di nava erda mezina Erebistana sûdî de.

Ji bilî hebûna berbiçava rengê binefşî di xwezaya welatê mezinê Erebistana Sûdî de, ev reng di heman demê de yek ji hêmayên çandî yên navdarê vî welatî ye jî, ji ber ku di hunera kevneşopiya cacîm çêkirinê de, mor ji bo xemlandina keviyên çarçevên nû tê bikar anîn .

Çima Erebistana Sûdî di merasîmên pêşwazîkirinê yên fermî de ferşên binefşî bikar tîne?

Pustên heman beş