Xwediyê Facebookê navê bizina xwe ‘Bitcoin’ danî!

Xwediyê Facebookê navê bizina xwe ‘Bitcoin’ danî!

Xwedî û CEOyê Facebookê Mark Zuckerberg, navê bizineke xwe ‘Bitcoin’ û navê yeke din jî ‘Max’ danî.

Li demeke ku behsa çêkirina pereyê dijîtal ê Facebookê tê kirin de, Zuckerberg 10ê Gulanê parvekirinek kiriye ku di wê parvekirina xwe de ji pereyên krîpto re çav dikirpîne.

Di nirxandinên vê parvekirinê de bikaranîna navê ‘Bitcoin’ wekî nakokî hatiye nîşandan ku Facebook niha li ser pereyê xwe yê dijîtal yê bi navê Diem dixebite û bivê nevê dibe reqîbek ji Bitcoinê re.

Zuckerberg bi vê parvekirina xwe ya ku navê bizina xwe Bitcoin daniye re, wekî kesekî “Bitcoin maksimalist” hatiye binavkirin.

Bitcoin maksimalist ji bo kesên ku difikirin, di pêşerojê de ji bilî Bitcoinan wê ti pereyên din neyên bikaranîn û pêdivî bi wan namîne re tê gotin.

Peyamakurd

Pustên heman beş