Rastiya şerê PKKê û Tirkiyê li başûr

Rastiya şerê PKKê û Tirkiyê li başûr

Şerê di navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê da li Başûrê Kurdistanê berdewame. Di vî şerî da, gund û cih û warên Başûrê Kurdistanê bûne qada şerekê destçêkirî û gelek armancên veşartî li pişt wî şerî hene. Ji encamên vî şerî herî dawî 10 gundên din jî, ji ber vî şerê qirêj mal û milkên xwe hêlan û ji deverê bar kirin. Ji aliyê aborî jî ve ji encamê bombebarana Tirkiyê daristan dişewitin û zîyanek mezin bi rez û bax û bûstanên şêniyên wan gundan ketiye. Anku jiyana xelkê deverê gelek zehmet bûye.

PKKe gelek bi zanebûn pilankirî û encamê projeyeka hevbeş berê artêşa Tirkiyê dide xaka Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin piraniya siyasetmedar bi tenê behsa şerî dikin û behsa encamên şer ka kî serdikeve û kî li bin dikeve dikin. Egerê bingehîn yê vî şerî bi awayekê rast û dirust şirove nakin. Ji alîyekî ve ev şer zererek mezin rojane dide xelkê Başûrê Kurdistanê, û barê desthilata Kurdistanê giran dike, di aliyê siyasî da jî dibe egerê hindek astengên giran di rêya daxwazên Kurda yên neteweyî da.

Îro qada şerê navbera PKKê û artêşa Tirkiyê seranser deverên sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê ye. Tirkiye gav bi gav li vê deverê pêşve diçe û her pêşveçûnê da bingehên leşkerî ava dike. Niha piraniya baregehên PKKê ketine destê artêşa Tirkiyê û ji bo wan bûne bingehên leşkerî.

PKKe rêxistineka Bakurê Kurdistanê ye, lê ji bilî ku car bi car hindek çalakiyên biçûk li Bakurê Kurdistanê bike, çi şerek li ser axa Bakurê Kurdistanê nemaye. Ji ber ku siyaseta PKKê armanca dewleta Tirkiyê li Bakur bi cih aniye. Berê Tirkiyê daye Başûrê Kurdistanê û bi armancek hevbeş Tirkiyê li deverê bicih dike. Ji ber vê siyaset û helwesta PKKê ye ku Tirkiya dikeve nav axa Başûrê Kurdistanê û bingehên leşkerî ava dike, eger ne jiber vê helwesta PKKê be Tirkiye nikare bi vî awayî başûr dagîr bike.

Di vê qonaxê da destkeftiya herî ber bi çav ji bo hemû kurdan statoya Başûrê Kurdistanê ye. Li Başûr, tevî gelek astengan, xebat tê kirin Ku vî beşê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve bibe. Anku di roja me da eger hêvîyek ji bo dewletbûna kurdan hebe, ew jî Başûrê Kurdistanê ye. Heta Kurd nebin dewlet û dewleta xwe ava nekin, çi garantiya parastina Kurda li çi deverekî nîne. Tişta ku bihêle kurd bigehin mafên xwe yên rewa dewletbûne.

Gelo kî li dijî dewletbûna Kurdaye? JI bo çi kurd nabin dewlet û mafên xwe yên neteweyî misoger nakin? Eger berisva van herdu pirsan bi zelalî bê dayîn, dê egerê şerê Tirkiyê û PKKê jî baş bê fam kirin.

Gelek vekirî Îran, Tirkiye û Îraq û Suriye naxwazin kurd bibin dewlet. Ev ne girêdayî wê yekê ye ka kî yan jî kîjan alî li van welatan ser desthilatê ye. Ev yek siyaseta van welatan ya bi sedan salane. Ji xwe van dewleta Kurdistan dagîr kiriye û heta ji wan bihêt nahêlin kurd ji bin zilim û zordariya wan derkevin.

Başe, ji bilî dagîrkeran kî naxwaze kurd bibin dewlet, anku ji partî û aliyên siyasî yên kurdan kîjan rêxistin li dijî dewletbûna kurdan şer dikin? PKKe û hemû derdora PKKê rêxistin û dezgehên PKKê ve girêdayî naxwazin kurd bibin dewlet. Rojane berpirsên PKKê di vê derbarê de daxûyaniya didin û li hember dewletbûna kurdan li tenişt dewletên dagîrker disekinin û şerê kurdan dikin. Heta kurd vê yekê vekirî nebînin û çavên xwe venekin, çi cara nagihin mafên xwe yên rewa.

Xwetênegehandina vê yekê çavê siyasetê kur dike û dihêle ku mirov li dijî berjewendiyên xwe şer bike. PKKe pirojeyeka dewleta Tirkiyê ye. Heta ev yek nehête dîtin, dê li Başûr jî û li Bakur jî gund û bajar xirab bibin, dewletên dagîrker li ser ax û warên Kurda bihêztir bibin û nahêln kurd nefesê bistînin.

Sibehî

Pustên heman beş