Di bûyerek surpirîz de sibeha çarşemî, 12ê Gulanê, zaroyek du-salî piştî ku çekek ji dolaba nyvînan derxist, gulle berda dêwbavên xwe.
Bavê zarokê 25 salî ji serê xwe û dayîka wî ya 22 salî jî ji lingê xwe hate birîndar kirin. Bûyer berî saet 8ê sibeha Çarşemê li mala vê xêzanê li bajarê West Bat, li wîlayeta mîn pêk hat.
Col Miry, Rêveberê polîsên bajarê Sagadahoc ji medyayê re got ku zarok çekek ji dolaba tenişta nivînê rakir û bav û dayîka xwe gullebaran kirin, zarok bi xwe jî jiber hîza vegerîna çekê ji aliyê rûyê xwe ve birîndar bû.
Her sê jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya mid coast. Polîs piştrast kir ku malbat niha başe. Miry her wiha got birîn ne giranin.